Ziman û entelîjensiya
Di cîhanê de hebûnê herî efsûndar mirov e; tiştê herî evsûndar ê ku bi mirovê cîhanê re peyda dibe ziman e.

Di cîhanê de hebûnê herî efsûndar mirov e; tiştê herî evsûndar ê ku bi mirovê cîhanê re peyda dibe ziman e. Behreya herî kartêker û bedew a ku ji hêla mirov ve ji bo mirov hatiye diyarkirin û diyarîkirin/bexişandin jî ziman e. Hêmana ku neteweyekê dike netewe jî ziman e. Nirxê ku welat, çand, birdoz, hest û hizrên hevpar ên neteweyekê pêk tine jî disa ziman e.
Guhertin û cihêrengî du taybetmendiyên xwerû yên ziman in. Lê tevî ku ragihandin ne sedema hebûna guhertinê be jî, ziman xwediyê avahiyeke nerm e ku her tim bi rêjeyeke mezin hewcedariyên ragihandinê yên civakê pêk tîne.
Her mirov hest û hizrên xwe herî baş bi zimanê xwe yê neteweyî derdibîre. Mirov bedewiya zimanê xwe yê neteweyî tenê dikare di ahenga biheybet û taybet a ku bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive de bibîne. Mirovên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nebin, ji zimanê xwe yê neteweyî bêtir bi zimanên din difikirin û diaxivin. Mirovên ku ji zimanê xwe yê zikmakî bêtir bi zimanên din difikirin û diaxivin, baş nikarin hest û hizrên xwe derbibîrin. Mirovên ku nikaribin hest û hizrên xwe baş derbibîrin, hem xweewlehiya wan qels e û hem jî ewlehiya wan a bi mirovên din re lewaz e.
Li hemû deverên dinyayê kesên ku li ser mijarên zansitî, civakî û çandî hûr dibin, serê xwe diêşinin û bi berfirehi lêkolîn, dahûran û nirxadindinên zanistî dikin, wekî entelektuel (ango ronabîr) tên zanîn. Rêxistin, civat an jî koma ronakbîran wekî entelîjensiya tê pênasekirin. Entelîjensiya (İntelligentsia), her çendî têgînek bi eslê xwe rûsî ya ku di sedsala 19yan de ji hêla zanyarên civakî ve wekî “civata rewşenbîran” derketibe holê jî, ev têgih, pêşî di dawiya sedsala 18yan de, di dema parçebûna Polonyayê (ya di navbera salên 1772 û 1795’an de) ji hêla ronakbîrê polonî Bronisław Trentowski ve wekî “statuya çîna rewşenbîran” hatiye bikaranîn.
Wekî gelek têgihên din, têgîna entelîjensiyayê hatiye çilvirandin; an ji wateya xwe ya resen bi dûr ketiye an jî di çarçoveyeke teng de hatiye tengizandin. Lewre gelek caranbi birek akademîsyen, nivîskar an jî hunermend tê sînordarkirin. Heçku entelijensiya tenê ji birek akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar an jî hunermendan pêk nayê. Bergeheke wê ya pir berfireh û gerdûnî heye ku tu sînor û çarçoveyên deng de hilnayê. Çawa ku ronakbîrek ji hemû guherîn, veguherîn pirsgirêk û kêşeyên cîhanê berpirsiyar e, entelîjensiyaya welatekî jî ew qas ji ber pirsgirêkên civak û neteweya xwe berpirsiyar e. Belê ev berpirsiyarî ji derdor û qada nêzîk (cîgeyî û neteweyî) ber bi derdor û qada dûr (gerdûnî û navneteweyî) ve diçe. Bi kurtayî entelîjensiyaya neteweyekê nikare di ser pirsgirêkên xwe yên neteweyî biqevize û xwe wekî enternasyonalîst (navneteweyîparêz) nîşan bide. Ji ber ku pirsgirêka her neteweyê hemû neteweyên cîhanê eleqedar dike, hem entelîjensiyaya wê neteweyê û hem jî entelîjensiyaya tevê cîhanê berpirsiyar digire.
Belê mixabin realîteya heyî û rastiya cîhanê û jiyanê, îro dûrî vê heqîqetê ye. Ji ber ku gelek caran hişmendiya entelîjensiyaya xwecihî ji hêla netewe-dewleta serdest ve tê diyarkirin û li ser rewşenbîr/nivîskar, akademîsyen, hunermend û hwd. tê ferzkirin, entelîjensiyaya neteweya bindest jî di bin tesîra vê ferasetê/hişmendiyê de dimîne. Ango çawa ku fikra sozyalîzmê û şoreşgeriyê ji hêla rewşenbîrên (xwedêgiravî) neteweya serdest ve ji derve tê; rewşenbîrên neteweya bindest jî li gor vê ferasetê tev digere û peywira entelîjensiyaya xwe ya neteweyî pêk nayîne. Ji ber ku hemû rewşenbîr, zana û siyasetmedarên wê erdnîgariyê bi zimanê netewe-dewletê û li gor fermiyeta wê perwerde dibin, bi wî zimanî diaxivin û nîqaşê dikin, zimanê xwe û nirxên xwe yên neteweyê di ser guhê xwe re diavêjin. An dibêjin “ziman ne girîng e, ya girîng bîrdoz û siyaset e” an jî dibêjin “tu sûcê me tune ye, dewletê em asîmîle kirine”. Ev hincet ji entelîjensiyaya neteweyî ne hinceteke derbasdar e. Tenê spartek û bihane ne. Entelîjensiyaya ku xwe ji bîrdoza netewe-dewleta bişavker pak nekiribe, ji ziman, çand, nirx û hêjahiyên xwe yên


