Yekîtiya gelan dê dawiyê li şer bîne

Dewleta Tirk ji 23’yê cotmehê heta 27’ê cotmehê li dijî bajarên Kobanê, Dêrik, Til Temir, Amûdê, Eyn Îsa, Tirbespiyê, Rimêlan û gundên wan zêdetirî 1031 êrîşên hewayî pêk anîn.

•
4 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Yekîtiya gelan dê dawiyê li şer bîne

Dewleta Tirk ji 23’yê cotmehê heta 27’ê cotmehê li dijî bajarên Kobanê, Dêrik, Til Temir, Amûdê, Eyn Îsa, Tirbespiyê, Rimêlan û gundên wan zêdetirî 1031 êrîşên hewayî pêk anîn. Tirkiye xwest bi van êrîşan herêmê vala bike û rê li pêş çalakkirina şaneyên DAIŞ’ê vedike. Balkêş e Neteweyên Yekbûyî û hêza koalîsyonê li dijî van êrîşan dengê xwe nekirin. Di encama van êrîşan de bi giştî 118 balafirên keşfê û 20 balafirên şer ên F-16 li herêmê bombe barandin.

Dewleta Tirk bi giştî 1031 êrîş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di van êrîşan de 3 ji wan zarok bi giştî 17 welatî hatin kuştin û 65 welatî birîndar bûn. Di van êrîşan de stasyonên kehrebeyê, firin û navendên din ên xizmetguzariyê hedef girtin û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê. Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên me bersivandin.

Roja ku Omer Ocalan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatî pêk anî, Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîn. Çima?

Rêber Apo bi tecrîdê ji malbat, parêzer û raya giştî hatiye qutkirin. Piştî tecrîda girankirî ya 4 salan hevdîtinek malbatî pêk hat. Piştî vê hevdîtinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek berfireh pêk hat. Bi van êrîşan binesaziya herêmê ku gel pê debara xwe ya jiyanê dike kirin armanc. Bi van êrîşan talankirineke pir mezin pêk hat. Siberojê dê bandora van êrîşan a li ser jiyana gel bêtir xwe nîşanî me bide. Dê bi xwe re zor û zahmetiyên pir mezin pêk bîne. Demsala zivistanê li pêş me ye. Cihên ku bûne armanca êrîşan, pêdiviyên xwe yên enerjiyê bi mazot û ceyranê pêk tînin. Piştî hevdîtinê ev êrîş nîşan dide ku Dewleta Tirk bi gotinên ‘aştî’ û ‘çareseriyê’ dixwaze xapandinekê pêk bîne û raya giştî bixapîne. Ev geşedan nîşan dide ku dema dewlet ewqas tengav nebûya rê li pêş vê hevdîtinê venedikir. Ev hevdîtineke malbatî ye. Ne hevdîtineke bi parêzeran re ye. Bi vê yekê peyamê dide ku dê nêzîkatiyên qanûnî neyên kirin. Bi vê hevdîtinê dixwaze bibêje “Ez aştî û demokrasiyê dixwazim. Lê teqîna li Enqereyê dibe asteng” û di vir de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawanbar dike. Di van êrîşan de lawazî û tengasiya Dewleta Tirk derdikeve holê. Herçiqas bibêje “Ez dixwazin hevdîtinekê pêk bînim û pêvajoyekê bidim destpêkirin” jî bi êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya wan derket holê. Dixwaze bi van êrîşan hêza xwe nîşan bide û bibêje va yê ez ji bo aramiyê parastina xwe dikim. Di encamê de ev êrîş lawaziya Dewleta Tirk nîşan dide.

Di pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan peyama “Hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez bingeha şer derbasî bingeha hiqûq û siyasetê bikim” da ev êrîş pêk hat. Êrîşên piştî vê peyamê tên çi wateyê?

Di her hevdîtina ku Rêber Apo bi malbatê û parêzeran re pêk aniye de, her tim pêşniyarên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê û bi dawîkirina aloziyên li herêmê aniye zimên. Ji bo çareseriya doza kurdî fikrên xwe parve kiriye. Dîsa ji bo yekîtiya gelê kurd, tirk û gelê herêmê pêşniyarkiriye. Ji bo jiyana pirçandî, demokratîk nerînên xwe aniye zimên. Her tim çareseriya demokratîk û aştiyane xwestiye û bi fikrên xwe rê nîşan daye. Bangawaziya çareseriyê kiriye. Di hevdîtina berê de jî gotibû “Eger dewlet amade be, ez dikarim di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim.” Di hevdîtina niha de jî got “Eger şert û merc bên amadekirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Lê dewlet bi van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide ku peyama “Ez xwedî hêzek mezin im. Cihê çareseriyê ne li Îmraliyê ye. Ez xwedî hêz im ku herêmê dagir bikim û desthilatdariyê li ser herêmê bimeşînim” bide. Bi van êrîşan dibê ku gelê kurd ne xwedî maf û xwediyê vê axê ye. Dixwaze bi van êrîşan demografiya herêmê bide guhertin. Dixwaze axaftinên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê vegerîne şerekî mezin ê qirkirinê. Bi van êrîşan dixwaze li ser gelên herêmê û Rêber Apo qirkirineke siyasî bi pêş bixe. Dewamkirina tecrîdê jî vê yekê