‘Tiliya qereqûçkê’

Di dîwana min a pêşîn de helbestek bi navê ‘Metîna’ heye. Metîna... Hem ji ber olana Lawikê Metînî hem jî ji ber şehîdên ku li wê axê çîçek vekirine, tim wekî nivişteke li ser dil e ji bo min.

•
3 deqe xwendin
•Mizgîn Ronak

Di dîwana min a pêşîn de helbestek bi navê ‘Metîna’ heye. Metîna... Hem ji ber olana Lawikê Metînî hem jî ji ber şehîdên ku li wê axê çîçek vekirine, tim wekî nivişteke li ser dil e ji bo min. Niha jî Roza Metîna tev li vê olanê dibe. Roza, ne Rozaya dereke din e; ya Metînayê ye. Dema li çend deran rastê navê wê hatim û X. Xaço bi strana xwe agir bera beybûnên awazên kurdîtiyê da jî bala min kişand. Min dizanibû dê Roza, min jî bibe Metînayê, bi bagera helbestê tev li kuliyên berfê bike. Tim li benda wê kêliyê, wê wextê bûm û wext, ew wext e! Îro, di êvareke ku xwe di barana xembar de û min jî di dilopên xwe de veşartibû de; Tiliya qereqûçkê (J&J çapa duyem) gihîşt ber destên min û tev li baranê bû. Ez û baran çûn Metînayê, Roza bi çivîkên vê zivistana giran re firiya. Carna em ji baranê, carna baran ji me reviya. Carna me baranê da girîn, carna baranê me. Bi rastî jî çavên min tije barana vê êvarê bûn lew ew dilop ne wek rondikan tîngerm ne jî nas bûn. Wekî ku baranê henekên xwe bi çavên min dikir, nedigiriyam lê mijang şil bûn. Mijang şil bûn lê Tiliya Qereqûçkê bi desmalek Metînî re direqisî.

Niha şeveke piştî baranê ye, şeveke piştî mijangên şil û heftemîn dîwana Rozayê dixwînim, sermestiya risteyan tev li ya stêrkan dibe:

Fesadên bêtifaqiyê

gunehên min

pişta xwe spartibûn

kulînên vala û bê perde

bêhna binevşên di tûrikên zarokan de

ji balîfên li ber serê me nedihatin êdî

xwîna xezalên ku çavekî xwe li ser feyza xwezayê kiribûn

li derbirîna hêşînî ya zozanan nedikeliya

qaqlîbazên perikên xwe dirûçikandin

sirûda raza berbangê ya demsala payîzê

dikir qurbana hebek hinara bihuştê. (...)

‘Kulînên vala û bê perde’ gazî kîjan bîranînên winda dikin û ‘gunehên’ ku xwe spartine wan, ên kîjan bêîtaetiya me ne? Balîfên ku êdî ‘bêhna binevşên di tûrikên zarokan de’ ji wan nayê; kînga bela xwe ji me vedikin û qaqlîbazên ku perikên xwe dirûçikînin ji kîjan dilê me ne; yê veşartî yan xwiyayî? Rozaya ku hozaneke berkeftî ye; mirov riste bi riste bi pey xalxalokên kurdiya zelal û pak dixe. Carna çavên mirov venabin ji ber çirûskên hestên ku di helbestan de li kemanê dixin, carna mirov xwe winda dike lê ne mirov diyar e ne jî riste. Pirsa kîjan; kîjan riste ye min winda dike? Bê bersiv dimîne. Wekî ku bibêje ‘de way tu winda bûyî, êdî çi dixwazî!’ Lew dizane ku em her tim li pey windabûna di risteyan de ne, em tenê hingê ji axkêşana dijwar û nefirîna ber bi ezman ve xilas dibin û di wê windabûnê de dibin xwedî warek bêwar. Lê ka em niha hiş bin, bila helbest me birevîne:

Derba gîzokê

her li çengek xemsariya di hundirê min de

hatiye werandin dihulkimim

bê hişê xwe/pelikê windayî

yê erbaneya ji qencî û xerabiyê re lê dixe

digerim

guneh li ser milê çepê

yên ji aliyê ferîşteyekê ve hatine nivîsandin

bi pozê pêlava xwe

ya min tê de kulîlk çandiye

diqliqînim

bi axa sor a li ser gora bêkesan

rûyê xwe paqij dikim

êdî nikarim ji giriyê bi dizî re/xeftanekî gulgulî lê heram

bikim sîwan

êdî rihê min li ser derba

li ber xwe dide.

Minû barana dawiya salê pir ji te hez kir Roza, helbest li dinê be!