Têkoşîna yekîtiya demokratîk ferz e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya şandeya DEM partiyê banga “Aştî û çareseriya demokratîk” bi raya giştî ya cihanê re parve kir.

•
4 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Têkoşîna yekîtiya demokratîk ferz e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya şandeya DEM partiyê banga “Aştî û çareseriya demokratîk” bi raya giştî ya cihanê re parve kir. Banga Rêber Abullah Ocalan li Kurdistanê û cîhanê eleqeyek gelek mezin dît. Li dehan navendan, kurd û dostên kurdan daketin qadan û bi coşeke mezin guhê xwe dan banga Rêberê Gelê Kurd. Partiyên Kurdan piştgirî dan bangê. Gelek nûnerên dewletan û rêxistinên siyasî û civakî jî piştgiriya xwe anîn ziman. Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan PKKê daxuyanî da û agirbest îlan kir û xwest ji bo kongreya xwe pêk bînin û fesih bikin Abdullah Ocalan bê berdan û beşdarî kongreyê bibe. Lê heta niha Tirkiyeyê gavên şênber neavêtine. Dijberî vê yekê operasyonên leşkerî û siyasî didomin. Tecrîd didome. Nûnerên saziyên kurdan jî destnîşan dikin ku êdî dora dewletê ye û ji bo aştî û civaka demokratîk pêş bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah serbest û girtiyên siyasî serbest bên berdan û mafê kurdan ên demokratîk û rewa bi destûra bingehîn bêne parastin.Têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêzîkatiya dewletê em bi nivîskar, dîrokzan û siyasetmedar Hasan Ozguneş re axivîn.

Di seri de divê mirov vê peyamê çawa bixwîne û bi wate bike?

Hemû aliyan navek li vê peyamê kir. Gotin ev gaveke dîrokî ye. Bi salan e şerek heye. Ev şer 50 sal in didome. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn li Rojhilata Navîn gelek guhertinan bi xwe re tîne. Netewe dewletên ku 100 sal berê li vir hatibûn avakirin bingehê wan hilweşiya. Gelên li ser vê axê bi vê bange destpêkeke nû li hemberî xwe dîtin. Rêxistina kurdan, ev pêvajoya ku ji pevçûn û şer derket û yekser derbasî têkoşîna aştî û demokrasiyê bû, gelek erênî pêşwazî kir. Gelek dewletên cîhanê, gelên li Ewropa ev bang pir erênî pêşwazî kirin. Dewletên Ewropa û DYAyê erênî pêşwazî kir. Gelê kurd jî erênî pêşwazî kir. Raste di serê hin mirovan de pirs hene. Dibêjin Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn çareser bike ev gav avêt. Lê gelo dewletdê çiqasî gavên çareseriyê bavêje? AKP, MHP, Meclis û partiyên li derveyî meclisê dê çiqasî gavan bavêjin. Dibêjin dê dewlet û partiyên din rast û micit nêzî çareseriyê bibin an na? Pirsa herî sereke ku gel dipirse, dibêjin ‘Dewlet dê çawa nêzî meseleyê bibe. Gelê kurd û dostên kurdan dipirsin. Aliyê PKKê û DEM Partiyê, welatên Ewropa û aliyê Rojava û hemû qadan erênî pêşwazî kir. Gelê kurd û dostên kurdan gotin ‘ev gavek pîroz e, lê em li pişt bin.’ Heta dawî li pişt vê bangê ne. Yên ku îro piştî vê bangê gavan pavêje, hikûmeta AKPê û Meclis e. Dîsa partiyên dijberî vê meseleyê ne. Niha êdî dora hikûmet û dewletê ye.

Di aliye hiqûqî û siyasî de divê gavên çawa bêne avêtin?

Niha tişta ku Qendîlê xwestiye çi ye? Di serî de gotin; ‘Ji bo em kongreya xwe kom bikin, divê berî her tiştî dewleta tirk dest ji êrîşkariyê berde'. Dîsa ji bo kesên çek li milê wan îkna bibe û çekan berdin, divê di serî de şertên Rêber Abdullah Ocalan bên başkirin. Divê Rêber Abdullah Ocalankaribe bi hêsanî bixebite û bi partiya xwe û rêveberên wan re hevdîtin bike. Dîsa divê karibe bi nûnerên beşên civakê yên Tirkiye û kurd re karibe hevdîtinan bike. Divê karibe bi dîplomasiya derve re jî hevdîtinan bike. Karibe nerîna xwe bibêje. Karibe nerîna wan bigire û bi wan re niqaşan bimeşîne. Divê karibe bi nûnerên rêxistinên civakî re diyalogê pêş bixe. Di sala 2011-2015an de pêvajoyek pêş ket. Bi awayekî fîlî hevdîtin hatin kirin. Lê piştî wê dewletê aliyê xwe kir bin ewlekariyê û aliyê din jî sûcdar kir û dest bi operasyonên binçavkirin û girtinê kir. Kesên aliyê kurdan binçav kirin. Bi sedan siyasetmedarên kurd hatin girtin. Eger hikûmeta AKP û MHPê di çareseriyê de cîddî be, divê pêvajoya berê dubare nebe. Divê niha gavên zagonî bêne avetin û mafên bingehîn bêne parastin û bi zagonan bêne misogerkirin. Di serî de divê ji bo çareseriyê di zagonan de guhertinan çêkin. Şandeya ku diçe Başûr, Bakur, Rojava û dîplomasiyê pêş dixe divê ewlekariya wan bê girtin. Dîsa divê di zi