Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî li Ewropayê Konferansa Jinên Êzdî li dar dixe

Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî bi hevkariya Navenda Yekîtiay Komelên Êzdiyan dê di 30’yê Çile de li Parlamena Ewrupayê ya Brukselê Konferansa Jinên Êzidî li dar bixe.

•
3 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî li Ewropayê Konferansa Jinên Êzdî li dar dixe

Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî bi hevkariya Navenda Yekîtiay Komelên Êzdiyan dê di 30’yê Çile de li Parlamena Ewrupayê ya Brukselê Konferansa Jinên Êzidî li dar bixe. Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî bi hevkariya Navenda Yekîtiya Kolemên Êzdiyan, dê bi sernavê “Şengal - civakek di bin metirsiya qirkirinê de. Ji nû ve avakirin dibe mîsogeriya aşitiya li Rojhilata Navîn” li dar dixe. Siwanê beriya konferansê belavoka banga konferansê parve kir û afîşa bangê de wiha got: “Li ser erdnigariya Rojhilata Navîn li wargeha Êzdiyan Şengal di 3 yê Tebaxa 2014’an di şexsê jinên Êzdî, ji aliyê hêzên DAÎŞ’ê û hevkarên wan fermana 74’an pêk hat. Di encama têkoşîn û berxwedana 10 salên bihurî çeteyên DAÎŞ’ê hatin têkbirin û pêngava rizgarkirina jin û zarokên dîlgirtî hê jî didome. Bi hêza cewherî Êzdî bi gelê li heremê sazî û dezgehên xwe ava kirin û xebatên ji nû ve avakirinê destpêkirin. Da ku Şengal bibe wargehek ewle pêwîstî bi pêngavên şênber di asta navnetewî hene.

1. Dewletên ku Fermana 74’an wek jenosîd qebûl kirin divê çawa bi erkên xwe yên mirovî rabin?

2. Bi çi rê û rêbazan divê Şengal ji nû ve ava bibe û statuya Şengalê a xweser wê bandorek çawa li

herêmê bike?

Li ser van esasan konferansa me bi navê “Şengal - civakek di bin metirsiya qirkirinê de. Ji nû ve

avakirin dibe mîsogeriya aşitiya li Rojhilata Navîn” di 30 yê Çile a 2024’an li Parlamena Ewrûpayê li

Belçîka / Bruksel bê li dar xistin.”

Sîwana Meclisên Jinên Êzdî û Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan bernameya konferaensê parve kir û da zanîn ku dê Konferans ji saet 9:00 ê sibê hetanî 18:00ê êvarê bidome.

Bernameya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî– SMJÊ a Konferansa Jinên Êzdî li Parlamena Ewrupayê wiha ye:

09:00 - 09:05 Vekirin - Pêşkêşvan: Ayfer Ozdogan

09:05 - 09:15 Xêrhatin ji aliyê berdevka Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî - SMJÊ : Nûjiyan Gunay

09:25 - 10:15 Peyamên parti û saziyên siyasî

Lorena Lopez de Lacalle, Seroka Hevbendiya Azad a Ewropî

Ozlem Demirel, MEP Fraksiyona çep li Parlamena Ewropayê - GUE/NGL

Mary Collins, Sekretera EWL

10:15 - 12:30 Panela yekemîn, Pêşkêşvan: Feleknas Uca

Qebûlkirina jenosîdê - encam û erkên navnetewî

Suad Mirad Xelef, Şahîda fermana 74an: Azadî û xweparastina jinê

Rojda Arslan, Parêzer û şêwirmenda hiqûqa cezayê ya navneteweyî û mafên mirovan

Di qanûna navneteweyî de û di asta siyasî de naskirina jenosîdê

Dr. Leyla Ferman, Zanyara siyasî: Têkiliya di navbera berpirsiyariya hiqûqî û dadweriyê de

Marion Böker, Rêvebera şêwirmendiya mafên mirovan û pirsgirêkên zayendî

Sûcên Şer li dijî jinan û berpirsiyariya navneteweyî

12:30 - 15:00 Navber

15:00 - 17:30 Panela duyemîn, Pêşkeşvan: Shilan Badal Kheder

Perspektîvên domandina avakirin û naskirina rêveberiya xweser a Şengalê

Suham Dexîl Reşo: Şahîda fermana 74an : Xwe bi rêxistinkirina jinan û perspektîvên paşerojê

Dr. Rassmann, Zanyar û rojnamevan

Şengal - herêma nakok

Dr. Mechthild Exo: Modela siberojê û çareseriyê ji bo Şengal û herêmê

17:30 - 18:00 Daxuyaniya encamnameya konferansê