Desthilata AKP-MHP'ê hewl dide 12'ê Îlonê ji bîra civakê bibe

Di ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de 43 sal borîn. Lê hê jî di gelek waran de kiryarên ku 12’ê Îlonê derbas kirine di roja me ya îro de pêk tên.

•
2 deqe xwendin
•Rohat Bulut
Desthilata AKP-MHP'ê hewl dide 12'ê Îlonê ji bîra civakê bibe

Di ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de 43 sal borîn. Lê hê jî di gelek waran de kiryarên ku 12’ê Îlonê derbas kirine di roja me ya îro de pêk tên. Heman feraset û pêkanînên faşîzan îro jî li ser civaka kurd xwe didine der. Di 12’ê Îlonê de gelê kurd bi tundiyeke mezin re rû bi rû ma. Di roja me ya îro de jî gelê kurd ji ber pêkanînên 12’ê Îlonê yên “nûjen” bi qirkirineke kûr re rû bi rû ye. Der barê mijarê de me xwe gihand Hevserokê Komeleya78’an a Amedê Ahmet Ertak û pê re hevpeyvîn kir. Ertak pirsên me yên têkildarî 12’ê Îlonê, Zindana Amedê û hewldanên ji bo muzebûna Zindana Amedê bersivand.

Pirsên me û bersivên Ertak weke li jêr in:

Di ser derbeya 12’ê Îlonê re 43 sal derbas bûn. Hem wê pêvajoyê hem jî têkoşîn û berxwedana jenerasyona we yanî ya 78’an tu çawa dinirxînî?

Di dîroka komara Tirkiyeyê de gelek darbeyên leşkerî pêk hatine lê darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yî bandora xwe li ser herkesî kir. Belê 43sal di ser darbeyê re derbas bûne lê ew zagona bingehîn a ku di 82’an de hat sazkirin hiqûqa îro ya Tirkiyeyê hêj girêdayî wê ye. Bêguman bi darbeyê re bi deh hezaran mirov di îşkenceyan re derbas bûn. Zindana Amedê ya 5 Nolû jî yek ji wan îşkencexaneyan bû. Di Zindana Amedê de bi dehan kesî di îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kesî bedena xwe bi rojî û grevên birçîbûnê li dijî îşkenceyan ji mirinên re razandin. Lewre çi hovîtiya li cihanê hebû Esat Oktay û ekîba xwe her cureyên îşkenceyê wê demê li Zindana Amedê bi kar anîn. Hevalê me yên ku wê demê şahidî ji wan rojan re kirine îro yek bi yek ji me re dibêjin. Hê jî hevalên me wê jana wê demê dikişînin. Ji ber van sedeman jî weke hûn dizanin nifşên 78’an xwe rêxistin kirin û navê xwe jî danîn Hewldana 78’an. Hevdîtin bi 516 kesên ku wê demê di îşkenceyan re derbas bûne, şahidî ji wan rojan re kirine re hatiye kirin. Bi qasî 800 saetan dengê wan hatine qeydkirin. Arşîvek mezin jî hatiye tomarkirin. Amedakariyên bel