Destana bê jin: Newroz
Dîroka kurdan, wekî hemî dîrokên nivîskî dîrokeke mêran e.
Dîroka kurdan, wekî hemî dîrokên nivîskî dîrokeke mêran e. Asta wê ya zayendî, xalên girêdayî têkiliyên zayendî di vê dîrokê de ne xuya ne yan jî li gorî nivîsar û kiryarên dîrokê ku bi giranî ji mêran pêk tên, bi çavên mêran tên şîrovekirin. Di vê şîrovekirina dîrokê de jin li gorî berjewendiyên mêran, welat, ax, malbat û hwd. tê sazumankirin û rolên di vê çarçoveyê de lê tên birîn. Ev ne tenê taybetiya dîroknivîsî yan jî şîrovekirina dîroka kurdan e. Yek ji awayê desthilatdariya baviksalariyê ye. Dîrok ji perspektîf û berçavka mêr û desthilatdar tê nirxandin.
Li gorî vê şîroveyê mêran aktorên sereke yên bûyerên dîrokî, sedem û xwediyên serkeftin û binkeftinan, hem qehreman hem qurban, hem serhildêr û hem serberjêr in.
Bi saya rexneyên jinan ên bi dehan salan ev teşe û şîrovekirina nêr ya dîrokê bi gelek awayan hat teşhîrkirin. Êdî bêyî ku jê bê gumankirin, dizanin dîroka heyî li gorî hiş û mêjiyê mêr hatiye nivîsandin, şîrovekirin, çarçovekirin. Eger em dîrokê wekî fenomeneke kuli gorî helwesta nivîskar û bilêvkar ava dibe û têşeya xwe digire bigirin dest, em dibînin ku tenê dîrokek nîn e. Dîroka serdest û bindestan, dîroka serkeftî û binkeftiyan, dîroka jin û mêran, dîroka reş û spiyan ji hev cuda ne. Bûyereke li ku û çawa qewimîbe bila biqewime, ne xwedî rastiyekê tenê ye. Em bibêjin dema em behsa buyerekê dikin, li gorî çavê ku em lê dinêrin, ew bûyer diguhere û teşe digre. Merîfet di nav nêrînên cuda de bêyî manîpulekirin, şîroveyeke bi wijdan pêk anîne.
Em dîsa vegerin ser dîroka kurdan û rewşa wê ya maskulîn. Çawa ku dema bi peyva “mirov” bi giranî “mêr” tê qestkirin, di bûyerên dîrokî de jî bi giştî bi gotina “kurd” “mêrên kurd” tên qestkirin. Ez dixwazim vê yekê di çarçoveya destana Newrozê de binirxînim. Em bibêjin kêm zêde her kurd ji biçûktiya xwe de bi awayekî destana Newrozê bihîstiye yan jî xwendiye. Gelek nivîskarên camêr li ser destana Newrozê, çavkaniyên wê, wate û naveroka wê û hwd. serê xwe êşandine û nivîsîne. Şîroveyên der barê Newrozêde jî ji perspektîfên pir cuda hatine/tên nirxandin. Ji perspektîfa şoreşgerî bigire, heta ya dîrokî, ji perspektîfa neteweyî bigire heta ya olî, heta bi gelek nêrînên dijberî hev ev destan û wateya wê ya ji bo kurdan hatiye/tê şîrovekirin. Ji bo vê nivîsê min çavên xwe li hîn nivîs, çavkanî û lêkolînan gerandin, xwendin, hemû nivîsên ku ez leqayî wan hatim, ji hêla mêran ve hatibûn nivîsîn. Niha li vir dikare bê gotin, ‘qey me destê jinan girê daye, bila ew jî binivisînin.’ Lê mixabin ne wisa ye, mijar nivîs û şîrovekirina dîrokê be yê ku xwe berpirsiyar û xwediyê vî karî dibînin mêr in. A din, mesele ne tenê nivîsandin e, ev qadeke sazûmankirî yê mêran e û derê wê ji mêran re vekiriye. Lê li vir daxwaz û mebesta min vî deriyê ji jinan re jî vekirin nîn e. Divê jin ji bo nivîsandin û nirxandina dîrokê ji xwe re qadeke û deriyeke nû ava bikin. Ji vê deriyê ji me re tu xêr û bêr nîn e. Lê mesele ew e ku dema nivîs û şîrove ji destê mêran –bê çavekî rexneyî- der tê, dîroka giştî dibe dî


