Çanda siyasî çi ye?

Ji bo têgihîştina pêwendiya di navbera çanda siyasî û demokrasiya piralî de pêwîst e ku em hinekî van herdu têgehan ji hev veçirin û vebêjin.

•
2 deqe xwendin
•Rohat Bulut
Çanda siyasî çi ye?

Ji bo têgihîştina pêwendiya di navbera çanda siyasî û demokrasiya piralî de pêwîst e ku em hinekî van herdu têgehan ji hev veçirin û vebêjin. Têgeha ku em jê re dibêjin çanda siyasî, tevheviyek e ku tê de hest, bawerî û nirxên siyasî yên serdest ên girêdayî siyasetê di nav neteweyekî de ku digihêjin hev e. Li aliyekî jî siyaset tê wateya xebat an jî faeliyeteke ku di serada çanda siyasî re derbas bûyî ye. Dema em di vê çarçoveyê de li mijarê dinêrin û dirnirxînin girîngiya wê jî bi zelalî xwe radixe ber çavan. Taybetmendiyên çandî yên di civakan de nasnameyan dide saziyên siyasî; Bi gotineke din, rola ku heman organê siyasî di civakên cuda de dilîze, girêdayî çanda siyasî ya wê civakê ye.

Di roja me ya îro de sê qalib an jî cureyên çandî yên sereke hene ku em di lêkolîn û xebata “The Civic Culture” (Çanda Sivîl) a Gabriel Abraham Almond ( Almond, zanyarekî siyasî yê Amerîkî ye ku bi xebatên xwe yên li ser siyaseta berawirdî û pêşkeftina siyasî tê naskirin) û Sidney Verba (ZanyarêSiyasî) de jî dibînin ku berfirehî behs kirine. Ev teoriya çanda siyasî ji aliyê Almond û Verba ve di sala 1963’yan de derket holê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigire heta Îngilistan, Almanya, Îtalya û Meksîkayê belav dibe. Ev teorî bi belavbûnê ve rastî eleqeyeke mezin tê û dibe parçeyek girîng a guhertinên siyasî û modelên pêşkeftinê. Her wiha ev sê qalêbên çandê ji hêla edebiyata zanista siyasî ve jî hatine pejirandin. Em ê vana vebêjin lê pêwîste ku di destpêkê de em hinekî li ser çanda demokrasiya piralî rawestim. Belê demokrasiya piralî yanî demokrasî ew e ku gel di encama lihevkirin û guftûgoyê de biryara xwe dide. Ev taybetmendiya sereke ya vê pergalê ye. Mînaka herî tekûz a demokrasiya piralî bêguman pergala bi navê “demokrasiya rasterast” e ku îro ji bilî hin kantonên Swîsreyê nayê bikaranîn. Di vê pergalê de biryarên ku tê giritin rasterast ji aliyê civakê ve tê girtin. Ji Yewnanistana kevnar heta îro pênaseyên curbecur ên demokrasiyê hatine kirin. Demokrasiyên pira