Hesenpûr: Êdî Komara Îslamî nikare serhildanên gel bitepisîne
Li Îranê heta sala 1979’an rejîm monarşî bû û Muhemed Riza Pehlewî desthilat bû. Di 1979’an de Ruhullah Humeynî şoreşa îslamî pêk anî û Komara Îslamî îlan kir.

Li Îranê heta sala 1979’an rejîm monarşî bû û Muhemed Riza Pehlewî desthilat bû. Di 1979’an de Ruhullah Humeynî şoreşa îslamî pêk anî û Komara Îslamî îlan kir. Bi destxistina desthilatiyê re, di serî de ji bo jinan qanûn hatin derxistin û civak bi tevahî neçarê pêkanînên qanûnên wan bû.
Her ku zextên Komara Îslamî zêde bûn, di nav civakê de jî nerazîbûn derketin. Lê ev nerazîbûn bi darvekirin û îşkenceyê hatin tepisandin. Herî dawî di 16’ê îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî bi hinceta ku xwe li gor pîvanên desthilatê nenixaftiye bi îşkenceyê hat binçavkirin û di bin çavan de hat kuştin.
Piştî kuştina Jîna Emînî gel li bajarê Saqizê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî komara zordar dest bi çalakiyan kir. Çalakî di demeke kurt de li hemû bajarên Rojhilat û Îranê belav bûn û veguherî serhildanê. Di ser kuştina Jîna Emînî de salek derbas bû. Di nav vê salê de hikûmeta Îranê ji bo serhildana heyî bitepisîne serî li tundiyê da û gelek kes binçav kirin.
Rojnameger Ednan Hesenpûrder barê kuştina Jîna Emînî, serhildana Jin Jiyan Azadî, îşkenceya ku Komara Îslamî dike û encamên wê de pirsên rojnameya me bersivand.
Di ser serhildanan ku di 16’ê îlona 2022’yan de bi pêşengiya jinan destpêkir re salek derbas bû. Serhildana jinan bandoreke çawa li ser komara Îranê û civaka wê kir?
Aşkere ye ku bingeha gotara vê tevgera mezin a ku niha bi “Serhildana Jin, Jiyan, Azadî” û “Şoreşa Jinayê” tê binavkirin, ji bo têkoşîna kurdan bi wateya giştî de vedigere. Ev mesele berê li Bakur û li rojavayê Kurdistanê derketibû holê û ji wir jî gihişte rojhilatê Kurdistanê. Bi gotineke din dikarim bibêjin ku her çend têkoşîna civakî û siyasî ya jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê her tim hebûye û tevgereke dînamîk û têkoşer bûye jî gotara niha ya vê tevgerê bi tevahî berhemeke kurdî ye. Tevahiya civaka Îranê deyndarê tevger û têkoşîna Kurdistanê ye. Di qada giştî ya Îranê de gelek guhertinên mezin ên civakî û çandî çêbûne û tevî hemû zext û zordariyên rejîmê, zehmet e ku hikûmeta Komara Îslamî civakê bi paş ve vegerîne. Beriya vê tevgerê jin di bin zilm û zordariya herî mezin de bûn, neteweyên bindest bi her awayî dihatin çewisandin, karker û kedkar dihatin çewisandin û hwd. Ev rewş heta niha jî berdewam e. Lê cudahiya mezin ew e ku niha hemû çînên civaka cûr bi cûr a Îranê li hember hemû zordariyan şiyar dibin û êdî hikûmet û dijberên nedemokratîk ên hikûmetê jî nikarin van netew, çîn, nijad û beşan ber bi paşve vegerînin.
Bo mînak heta beriya serhildana jin, jiyan û azadiyê tenê kurd di nava hemû netewên di nava Îranê de xwedî hişmendiya pêwîst bûn ku xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Lê niha piraniya neteweyan hişyar bûne û xwe birêxistin dikin. Ev tê wê wateyê ku êdî tenê kurd li hember hikûmetê nasekinin. Lewma tepeserkirina kurdan û serdestiya li qada hikûmetê zehmet bûye û heta nemimkun e. Ev yek ji bo pirsgirêka jinan jî derbasdar e. Berê têkoşîna jinan di asteke teng de bû. Lê niha jinan li ser bingeha gotara jin,jiyan, azadiyê karîne qada têkoşîna xwe gelek berfirehtir bikin. Rojane li qadan bi labirina desmal û hîcaba bi darê zorê berengarî hikûmetê dibin. Niha tepeserkirina têkoşîneke wiha berbelav ji bo Komara Îslamî bûye xewn û hezek.
Bi vî awayî, dikarim bibêjin ku civaka Îranê şahidê qonaxeke dîrokî ye. Tevî ku beşdariya girseyan li qad û kolanan hinekî kêm bûye jî, hikûmet bi tu awayî nekariye careke din civakê ji nû ve kontrol bike. Valahiyeke mezin di navbera nirxên hikûmet û daxwazên gel de çêbûye. Tevger û hişmendiyekê seranserê erdnîgariya Îranê vegirtiye ku dikare bibe bingeh û hêwanê serxistina şoreşeke civakî û siyasî ya rastîn li seranserê Îran û heta li herêmê jî.
Tu serhildana Jin Jiyan Azadî û hevgirtina neteweyan a di vê serhildanê de çawa dinirxînî?
Îran welatekî pirnetewe ye. Min berê jî behs kir, niha tenê kurd nînin ku têdikoşin. Belkî hemû neteweyan gav bi gav dest bi têkoşîn û liv û tevgerê kirine û di nav neteweyên bindest de awayekî hevrêzîû yekrêziyê pêk tê. Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt di gupikê de ye û di nav miletên bindest de yekîtî pêk hatiye. Jixwe hikûmet û hinek aliyên bi navê opozisyonê, ku piraniya wan li derveyî Îranê ne, hewla dubendiyê di nava gelan de didin. Heta hinek welatên herêmê jî bi awayekî rasterast û nerasterast alîkariya Komara Îslamî dikin. Her wiha faşîzma pan-Îranî ya ku ji berê de jî hebû, niha xwe zêdetir nîşan dide û hewl dide bi hemû hêza xwe pêşiyê li şiyarbûna neteweyên bindest û pêkhatina yekitiya di navbera wan de bigire. Medyaya Îranê li hundir û derveyê Îranê her roj li dijî mafên gelan propagandayan dike. Diyar e ku dijminahiya herî zêde jî li dijî kurdan e. Ji ber ku faşîstên li navxwe û derve di wê baweriyê de ne ku sedema şiyarbûna van neteweyan gelê kurd e. Eger kurd nebûna, neteweyên din jî weke sedsalên bihûrî di bin bandora fars ango desthilata nevendî de diman. Her wiha hişmendiya netewên din, ji bilî kurdan, hîn negihîştiye asta ku em bêjîn bûye pêvajoyeke ku nayê veg


