Tundiya dijîtal û çanda betalkirinê
Bi eslê xwe ya bingehîn peyva lîncê ku me weke xwendina wê jî derbasî zimanê kurdî kiriye ji zimanê ingilîzî derketiye.

Bi eslê xwe ya bingehîn peyva lîncê ku me weke xwendina wê jî derbasî zimanê kurdî kiriye ji zimanê ingilîzî derketiye. Navê peyvê ji paşnavê Charles Lynch ê ku bi cezayên kêfî û hovane di şerê serxwebûna Amerîkayê de kesên ku bi Îngîltere ya ku Amerîka dagir dikir re radibûn û rûdiniştin tê. Ji ber cezeyên neheq û sixte dida ber gel, piştî wî jî ev hat domandin û wisa ket jargona siyaset û hiqûqê. Ev zagon weke ‘’Zagonên Lynch’’ derbas dibe. Ji ber van yekan jî hin nivîskar dibêjine lînc li Amerîka bû ye gelemperî û dîroka Amerîka di bingeha dîroka lîncê ye jî.
Lînc bi wateya sereke û kevneşopî; ji çend kesî zêdetir ku xwe dikine weke komekê(ji bo ku ji wê sûcê yekane jî azad bibin.) û li hemberî kesên ku li gor wan sûcdar e dûrî darizandineke adîl bi awayek kolektîf lînckirin e. Ji ber vê yekê jî lînc weke înfazkirina bêdadgeh/adîl jî derbas dibe. Bi piranî sûcên mîna tecawiz, tacîz, dizî yan yên ku ji hêstên kîndarî, hesûdî, xelet fêmkirinê diqewime û tevgerek lîncê ya fizîkî didû de tê; pê re bi kuştina wî/ê/an kesan an bi birîndarkirina wan encam dibe. Lînca ku nagihije armanca xwe jî weke ‘’hewldana lîncê’’ tê binavkirin. Ji bilî van carna ew lînc rast an îftîra ne jî. Mînak kesekî ku ji cîran an hevalê/a xwe ku jê diqehere, jê diheside jî dikare bi bêbextiyan wê reş bike, bêbextiyan lê bike û bibe sedema lînckirina wê/î. Kesekî ku hevalên wî/ê yê kar jê dihesidin û pê re îftîra û rêşkirinê lê bikin dibe sedema îstîsmar û xerab kirina derûniya wî û herî dawî îstîfakirina wî kesî, yan bi heman kolektîvîzma xerap di karekî dibe sedema boykotkirina mal û bi kêmbûna bazirganî dibe sedema îflas kirina wî karî. Ev tiştên wisa jî hem ji exlaqa civakê hem jî ji exlaqa kesane dûr e. Di heman demê de wexta endamên civakekê metirsiyeke şênber li hemberî xwe bibînin û ji bo ku wê gefê ji holê rakin lîncê bi kar bînin, ew dibe parastina rewa. Hema ji bilî meseleyên wisa îstîsnayî lînc li dijî hiqûqa hemû deveran e. Pratîkên lîncê jî pergala civakê ji binî ve xer


