Tu evînî Amed
Li ser tîma Amedspor û tîma Bursasporê nîqaş hatin destpêkirin û heta hate gotin ku tîmek bi navê Amedê nîn e.
Li ser tîma Amedspor û tîma Bursasporê nîqaş hatin destpêkirin û heta hate gotin ku tîmek bi navê Amedê nîn e. “Dînekî kevirek havêtiye bîrê hezar kesan hewl daye wî kevirî ji bîrê derxînin lê nikaribûne derxînin.” De fermo vî kerî ji vê newalê derbas bike. Hin tişt hene nîqaşa wan nayê kirin. Weke roj heye yan na, roj germ dike yan na, roj rohnî dike yan na û hwd. Nîqaşên bi vî rengî bi vî teşeyî vejena mirov belasebeb dide herikandin, ev jî îsraf e. Îsraf jî heram e û mirov pê gunehkar dibe, xwedanê erd û asîman hîvza me ji gotinên gunehkaran bike.
Lê divê tiştin werin fikirandin, werin gotin û werin kirin. Welatekî te heye navê wî Kurdistan û bajarekî te heye bi navê Amed û bi navê tîma Amedsporê tîmeke te ya werzişê heye û her tim bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Helbet weke kurdekî weke însanekê divê mirov deng bike û dengê xwe derbixe wisa derbixe ku ker û lal jî bibihîsin. Mixabin çawabûna wê girîng e. Yanî hewce nake dema ker bizire, cewrik biewite, ga bike orînî û mirov bêjeev çi orînî ye, ev çi ewtîn û zirînî ye. Lêbelê mirov pê tengezar dibe ne ku nabe, heger mirov aciz nebe ev nîşaneya zeyîfbûna îmana mirov e. Helbet dema banga şerîf were xwendin û ker bizire acizî çêdibe bi însanan re. Ev tiştekî xwezayî ye, divê zirîniya kerê û hwd bi vî awayî were fêmkirin an na mirov ji bin dernakeve.
Bê şik û gûman nizikatiyên bi vî rengî înkarkirina hebûnê ye. Niha, ev feraseteke xetere ye. Ji bo her tiştî xetereyeke mezin e, heta înkarkirina xwedê jî dibe. Yanî feraseteke xwedanenas e. Lewra hebûn tê înkarkirin. Ma ji bilî vê dijmirovî wê çi bibe? Tu bibêjî “derekî bi navê Amedê tune” ev îspatkirina gotinên gunehkaran e. Ji bilî xwediyê wî û şirîkê wî her kes dizane gunehkarî ye.
Mesele ne gog e û lîstoka tîma Amedsporê ye, hêj kûrtir û berfirehtir e. Te weke kurd qebûl nake, ne navê bajarê te, ne jî navê welatê te û navê tîma te. Helbet hêj zêdetir jî heye navê bav, dayik, xwîşk, bira, xal, xaltîk, met, ap û navê evîna te napejirîne. Neqediya, hêj heye,çanda te dîroka te zimanê te siyaseta te yanî seranser te qebûl nake. Heger tu, tu bî neqebûlkirina wî ya ji bo te bilka te neke nava xeman, kul û derdan. Tîmên xwe yên werzîşê ên gogê tîmên xwe yên werzîşê ên gogê zêde bike, mînak tîma gogê ya Rihayê, Çewligê, Botanê, Serhedê. Divê em daxwaz ji xwişk û birayên xwe yên tirk bikin; hûn jî navê tîmeke xwe ya werzişê Amed deynin. Bi vî rengî bersiva faşîzmê pêkan dibe. Kurdo, fêrî dîroka xwe bibe yanî destûr nede ku yek henek û qeşmeriyên xwe bi te bike. Di dema hilbijartinan de digotin Ahmede Hane, Fekiye Teyran yanî navê şaîrên me xira dikirin. Bi vî awayî û hwd gelê me dixapandin lê rûpoşa wan daket. Hêj heye neqediya ew toros û wêneyê kujeran çi bûn? Tê çi wateyê? Aşkera ye bi van kirinan dibêjin e zê te bikujim, em ê we bikujin. Dema vê bûyerê jî girîng e.Yanî bajarekî weke Amedê wê demildest ji bo alîkariyê ber bi bajarên ku erdhêjê rûxand ve here. Yek rabe êrîşî wê bike û wê bi torosan û kujeran bitirsîne. Herî kêm mirov dikare vê


