TJA, deklarasyona 8’ê Adarê ji raya giştî re aşkera kir

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşmeya “Piştgiriya jinê dide jiyîn” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê deklarasyona xwe aşkera kir.

•
4 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşmeya “Piştgiriya jinê dide jiyîn” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê deklarasyona xwe aşkera kir. Li hewşa komeleyê daxuyanî hat dayîn û pankartên "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" û "Şîna me sedema têkoşîna me ye" hat vekirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyên Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MED-DER û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Deklerasyona 8'ê Adarê wiha ye:

"Jinên berxwedêr ên sala 1910'an li hember desthilatên faşîst ên serdestiya mêran, 8'ê Adarê ji dîroka têkoşînê re kirin mîrate û nîşan dane ku hevgirtina enternasyonal dikare desthilatên faşîst têk bibe. Wan jinan ev têkoşîn gihand roja îroyîn. Wek mîlada serhildana li dijî zilma bi hezaran salan, em her 8'ê Adarê li hemû qadên jiyanê, bi rengekî hêjayî rastiya xwe ya dîrokî dibêjin 'Em li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin'. Em wek TJA, li dijî zîhniyeta statukoperest a serdestiya mêran, bi rengekî hêjayî rastiya xwe ya dîrokî, li hemû qadên jiyanê û bi baweriya ku sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan pêşwazî li 8'ê Adarê dikin ku yek ji qadên me yên têkoşînê ye.

Bilindkirina vî dengî olan dide

Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek 'Jin, jiyan, azadî' yê olan dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, heta Jîna Emînî û Evîn Goyî, em silavên xwe li têkoşîna azadiyê ya li dijî bîrdoziya serdest a mêran-dewletê dikin!

Bingeha vê erdhêjê pergala serdest a mêr e

Di 6'ê Sibatê de me careke din di erdheja Mereşê de dît ku bandor li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kiribû, diyardeya bingehîn a ku pirsgirêkên civakî derxistin holê û kûrtir kirin, pergala serdestiya mêran a dewletperest e. Erdhej, ji ber xwezaya wê, nikare bê astengkirin lê encamên wê yên neyînî û zirarên wê, bi polîtîkayên rast pêşî dikare lê bê girtin. Lê bele, ev desthilat xwe dispêre talan û rantê û pêşî li encamên erdhejê nagire, lewma jî berpirsyara van texrîbatan e. Êrişên hêzên serdestiya mêran ên li ser jiyana ekolojîk, nebûna qadên jiyanê yên ewle, bajarvaniya xitimandî û efûya avahisaziyê sedemên bingehîn ên van hilweşînan in. Ji aliyekî din ve, vê desthilata riziyayî û kevneprest ji bo pêşîlêgirtina encamên erdhejê tu tedbîr negirtine. Li şûna ku pêdiviyên civakê dabîn bikin, bi taybetî jî yên jinan, me dît ku ji saetên destpêkê ve bi rêya medyaya xwe ya partîzan ji bo mayîndebûna xwe hemû derfetên xwe kirin serferber û hemû hêza xwe bi kar anîn.

Bi rewşa awarte hewl dide vê piştgiriyê vêşêre

Di erdhejê de dûrbûna dewletê ya ji çareserkirina pirsgirêkan, girîngiya rêveberiyên herêmî ûcivaka rêxistinbûyî careke din nîşanî me da. Di erdhejê de ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê û heta Ewropayê jinan, ciwanan û gelan li aliyekî rêxistin û hevgirtina civakî pêk anîn, lê belê li aliyê din, desthilatê ku herêma erdhejê aniye ser rengê komkujiyekê û goreke komî - bi ragihandina Rewşa Awarte hewl daye ku vê hevgirtinê bişikîne û sucên xwe veşêre. Vê yekê jî têra wê nekiriye, qeyûm daniye ser navendên alîkariyê û hevgirtina me û vîna me careke din bi darê zorê desteser kiriye. Çawa ku şaredariyên HDPê yên ku vîna gel temsîl dikirin û azadiya jinan diparastin bi destê desthilatê ve hatibin dizîn û talankirin ev jî bi heman awayî bû… Heman desthilat dîsa dixwaze erdnigariya kurdan û elewiyan dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Zarokên ku ji ber erdhejê bê xwedî mane ew wan bêyî parastin dihêle û dike ku hêzên mîlîtarîst û tarîqat û çete bikarin wan îstîsmar bikin. Lê divê baş bê zanîn ku bi baweriya xwe ya xwerêvebirina civakê, bi hêza xwe ya xweser û bi hêza xwe ya herêmî