Tecrîd pirsgirêka Rojhilata Navîn e
Hevserokê Giştî yê KCDK-E’ê Engîn Sever, têkildarî çalakiyên Hezîranê yên li Ewropayê agahî dan.

Hevserokê Giştî yê KCDK-E’ê Engîn Sever, têkildarî çalakiyên Hezîranê yên li Ewropayê agahî dan. Sever ewil bal kişand ser çalakiyên heta niha ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin û wiha got: “25 sal in Rêber Apo bê navber di bin tecrîdekê de dijî. Ev tecrîd îro li ser tevahiya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn tê meşandin. Îro ev tecrîd li Ewropa jî belav bûye. Li dijî vê tecrîdê dostên gelê kurd ku ji akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbir û nivîskar pêk dihat di asta cîhanê de di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest bi pêngavê kirin. Vê pêngavê 6 meh li pey xwe hişt. Armanca vê pêngavê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku heta Rêber Apo bi awayekî fizikî azad nebe pirsgirêka kurd jî bi rêyên demokratîk çareser nabe. Rêber Apo li Girava Îmraliyê paradîgmaya çareseriyê pêş xist û ev îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Ji bo çareseriyê divê dewleta tirk gavên aştiyane û demokratîk bavêje. Tecrîd di şexsê Rêber Apo


