Serokwezîrê Iraqê serdana Misrê dike
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî wê serdana Misrê bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî wê serdana Misrê bike. Ofîsa serokwezîrê Iraqê, der barê serdanê de daxuyaniyek da û ragihand ku wê îro serokwezîr Sudanî serdana Misrê bike û bi serokkomarê Misrê Ebdullatîf Sîsî re bicive.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê di serdanê behsa bazirganî, siyasî, aborî û leşkerî were kirin. Her wiha projeyên ji bo ceyran, neft û gazê yên di navbera her du welatan de jî wê bên axaftin.


