Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 141emîn de didome
Kampanyaya li dijî darvekirinan a li Îranê kete hefteya 141emîn û li 66 girtîgehan didome; kampanyayê da zanîn ku di nava hefteyekê de 22 darvekirin pêk hatine û banga sekinandina lezgîn a cezayên îdamê kir.

Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî darvekirin û zextên li girtîgehên Îranê hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 141an de li 66 girtîgehan didome. Li gorî kampanyayê, di hefteya dawî de 22 darvekirin hatine tespîtkirin.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di daxuyaniya xwe de diyakir ku li Îranê cezayên darvekirinê wekî amûrekî zext û tirsê tên sepandin. Di heman demê de, hat destnîşankirin ku desthilatdariya Îranê li seranserê cîhanê yek ji wan welatane ku xwedî rêjeya herî bilind a darvekirinan e.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê kampanyayê ve hatiye dayîn, di hefteya dawî de 22 darvekirin hatine tespîtkirin. Her wiha behsa daxuyaniya 46 welatên di civîna Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku darvekirinên li Îranê şermezar kiribûn.
Kampanyayê banga betalkirina biryarên darvekirinê û bidawî anîna polîtîkayên zextê kir û ji raya giştî û aktîvîstên civaka sivîl daxwaz kir ku ji bo parastina jiyana girtiyan piştgiriyê bidin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ewê rê nedin ku darvekirin bibe yek ji amûrên bêdengkirina civakê.


