Li Îranê pêla nû ya zexta ser jinan
Serokê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê Muhsênê Êjeyî ferman da hemû dadwerên welêt ku dosyeyên hîcaba neçarî bi şêweyekî tund bişopînin û ceza li ser "binpêkeran" bibirin; her wiha hêzên leşkerî hatin erkdarkirin ku kesên guh nadin hîcabê radestî dadgehan bikin.

Li Îranê piştî qonaxeke bêdengiyê ya ji ber rewşa aloz û şer a li herêmê, rêveberiya Tehranê dîsa zext û qedexeyên li dijî azadiya kincên jinan xiste meriyetê.
Berdevkê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê Elî Kazimî ragihand ku Serokê Dadweriyê Muhsênê Êjeyî ji bo hemû dadgeh û dadwerên li seranserê welêt fermaneke nû derxistiye. Li gorî fermanê, ji dadweran hatiye xwestin ku dosyeyên girêdayî hîcaba neçarî bi tundî bişopînin û "binpêkeran" bi rêkarên herî giran ceza bikin.
Hêzên leşkerî hatin erkdarkirin
Kazimî destnîşan kir ku li gorî Qanûna Cezayê ya Îslamî ya Îranê derketina derve ya bêyî hîcab sûc e û da zanîn ku hêzên leşkerî û polîs hatine erkdarkirin da ku di dema dîtina her cûre hîcaba dildarî yan sergirtina kêm de mudaxele bikin û wan kesan yekser bişînin dadgehê.
Ferman piştî fişara xutbegoyan hat
Hate diyarkirin ku ev biryara nû piştî civîna Serokê Dadweriyê ya bi hejmarek ji melayên înê û xutbegoyên mizgeftan re hatiye dayîn. Di civînê de melayên alîgirên desthilatê nîgeraniyên xwe yên li ser zêdebûna azadiya kincan û derneketina bi hîcabê anîbûn ziman û daxwaza tedbîrên bilez kiribûn.
Ji ber aloziyên leşkerî û xetereya şer a li herêmê, ev demek bû ku rejîma Îranê şopandina zextên hîcabê hinekî paşve xistibû; lê bi vê fermana dawî ya dadweriyê re, careke din pêleke nû ya zext û cezayan li dijî jinan li seranserê Îranê dest pê kir.


