Şaredariyên xweser

Di meha gulanê me hilbijartinên ku ji du tûran pêk hatibûn li paş xwe hişt. Piştî encamên hilbijartinê aşkera bûn tevgera siyasî dest bi xebatên derbaskirina kêmanî û nebesiyên xwe kir.

•
3 deqe xwendin
•Şîndar Akinci

Di meha gulanê me hilbijartinên ku ji du tûran pêk hatibûn li paş xwe hişt. Piştî encamên hilbijartinê aşkera bûn tevgera siyasî dest bi xebatên derbaskirina kêmanî û nebesiyên xwe kir. Xala herî girîng jî kêmaniyên xwe rast tespît kir û xwerexnedayîna xwe di civînên gel de da. Tevgera siyasî rê û rêbazên demokrasiyê ku divê her dem şert û merc çi be jî bikeve meriyetê da pêşiya xwe. Bi vê hişmendiyê rêbaz û amadehiyên hilbijartinên herêmî jî da pêşiya xwe. Bi rêbaza li her bajarên Tirkiye û Kurdistanê de bi ser ketin û têk birina qeyûman derketin rê. Helbet di vê rêyê de paradîgmaya ku hişmendiya azadiya jinê, jiyanek ekolojîk, wekhev û pergala hevserokatiyê esas were girtin.

Ji bo pêkanîna wê jî derfeta herî guncav hilbijartinên herêmî ango şaredariyan e. Şaredarî saziyên xweser in. Di xala 123’yan a Destûra Bingehîn a 1982’yan de ev xal heye ku avabûn û erkên rêveberiyê wê li ser esasên rêveberiya navendî û nenavendîbûnê bin. Xala 127’an a Destûra Bingehîn destnîşan dike ku rêveberiyên herêmî ew saziyên hiqûqî yên giştî ne ku prensîbên damezrandina wan bi qanûnê hatine diyarkirin. Organên biryardayînê yên wan ji hêla dengdêran ve têne damezrandin û di qanûnê de jî hatine destnîşankirin. Ji bo peydakirina hewcedariyên herêmî û hevpar ên xelkê bajar, navçe û bajarokan e. Weke ku tê dîtin, ev madeya ku rêveberiyên herêmî birêkûpêk dike, bi awayekî aşkera behsa xweseriya herêmî nake. Lê dema ku tevahiya madeya 127’an li ber çavan bê girtin, meriv dikare bibêje ku têgihîştina “xweseriya herêmî” ye lê tenê navê heye. Nakokiyên wê li gorî Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê baş tê dîtin. Di peymannameyê de tê gotin ku xweseriya rêveberiyên herêmî divê di qanûnên welat de û li ku dibe bila bibe di destûra bingehîn de cih bigire. Qanûna şaredariyê ya bi hejmara 5393’an şaredarî wekî “Yekitiya qanûnî ya giştî ya xwedî xweseriya îdarî û darayî ku ji bo bicihanîna pêdiviyên herêmî û hevpar ên şêniyên bajêr hatiye avakirin û desteya biryarê ya wê ji aliyê hilbijêran ve têhilbijartin” hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê, qanûna nû ya şaredariyê, her çiqas di Destûra Bingehîn de cih negirtibe jî, pênaseya şaredariyê bi Peymana Rêveberiya Xweseriya Herêmî ya Ewropayê re li hev kiriye. Xweserî û demokrasî jî ew e ku gel li gorî xwe, xwe bi rê ve bibe. Belê sed mixabin zihniyeta rêveberiya dewleta Tirkiyeyê ji vê bêpar ma ye û ev jî seknek siyasî ye ku kes, netewe, ziman, partî û hebûnên ne li gor wan bin qebûl nekine. Naxwaze di şert û mercên aramî de bijîn an îradeya wan hebe. Li welatên ku ew gumana wan a ku ‘’wê welatê me perçe bibe an bi destê gelên hindikayî ji dest me here’’ tune ye. Dewletên ku erd û warê gelên din dagir kirine, tirsa wan ew e ku derhola demokratîk, pirrengî û aştiyê bi rêveberiyên heremî yên xweser ava bikin heye. Mixabin di şert û mercên Tirkiyeyê de jî dest ji birêvebirina şaredariyên xweser berdin, kesên ku di hilbijartinê de weke vîna gel hatine van qadan jî ji kar û barên xwe têne dûr xistin û heta dîl tên girtin. Xweseriya x