Salek e tu agahî ji Ocalan nayên girtin
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin. Ji 25’ê adara 2021’ê û şûnde bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Di 25’ê adara 2021’ê de Mehmet Ocalan çûbû Dadgeha Rihayê û bi telefonê 4-5 deqîqeyan axivîbû. Ocalan wê demê bi telefonê ji Mehmet Ocalan re wiha gotibû “Ji bo van tiştên tên kirin hem tu hem jî dewlet şaşiyê dike. Sedema vê ev e; Ev saleke bi tu awayî hevdîtin tune. Ev tiştên tên kirin ne di hiqûqa dewletê, ne jî di hiqûqên din de cih digire. Hatina te şaş e û gelek xetere. Dewlet jî pir bi xetere. Ger ku hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de be. Salek şûnde li gorî daxwazên xwe hevdîtinek telefonê nabe. Ev tişta tê kirin şaşe. Dewlet pir şaş dilîze. Ev ne hiqûqiye. Ev nayê qebûlkirin. Ez dixwazim parêzerên min bên vir û hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqiye. Ev 22 sale li vir im. Çima parêzer nayên vir. Ger ku hevdîtinek hebe jî divê parêzerên min jî hebin. Ji ber ev rewş hem siyasî hem jî hiqûqiye.” Piştî vê axaftinê telefon li ser Ocalan qut kiribûn.
Parêzer û malbat her hefte serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgehê didin. Lê hemû serlêdanên parêzer û malbatan bê bersiv dimînin. Tenduristî û jiyana Ocalan di kîjan astê de ye agahiya malbat, parêzer û gelê kurd jê tune ye. Têkildarî tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan pirsên me bersivandin.
Salek e malbat, parêzer û heyet nikarin biçin Îmraliyê. Salek berê Ocalan çi peyam anîn ziman. Daxwaza wî çibû? Çiqas daxwazên wî pêk hatin?
Tecrîd 23 sal in carna giran dibe, carna jî sist dibe. Lê tecrîd 23 salin didome. Tu carî tecrîd ranebûye. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re, cara duyemîn bi telefonê axivî. Rojek berê Midûrê Girtîgeha Îmraliyê li birayê Ocalan Mehmet Ocalan geriya. Roja din serê sibê ez û birayê Ocalan Mehmet Ocalan û parêzerê wî çûn Dadgeha Rihayê. Ev axaftina bi telefonê li Dadgeha Rihayê pêk hat. Ev axaftina bi telefonê ya li dadgehê ne ji rêzê ye. Axaftina bi telefonê ya bi malbatê re cara yekem bi Birêz Ocalan re pêk tê. Her girtî bi rêya telefona malbatê bi malatên xwe re diaxive. Lê axaftina bi telefonê ya li dadgehê ku bi birêz Ocalan û 3 girtiyên din re pêk hat, wekî rêbazeke cuda ye. Mirov nikare vê axaftinê wekî hevdîtinê pênase bike. Heta niha me mînakek bi vî rengî nedîtiye. Cara yekem axaftina bi telefonê piştî şewba Covît-19 bi qasi 20 deqîqeyan bi malbatan re pêk hat. Cara duyem di 25’ê adarê de bi Birêz Ocalan re pêk hat. Lê Birêz Ocalan ev hevdîtin qebûl nekir. Rexne kir. Telefon hat qutkirin. 4-5 deqîqeyan hevdîtinê berdewam kir. Lê Birêz Ocalan li vir qala zagonan, qala qanûnan kir û got; “Ev rê û rêbaza ku dewlet dimeşîne ne rast e. Hatina we ya vir jî ne rast e. Ev meseleya qanûnî û hiquqî ye. Hewce ye parêzer bên cem min. Em van tiştan niqaş bikin.” Piştî axaftina bi qasî 4-5 deqîqeyan telefon qut bû. Parêzerê wî Mazlum Dînç jî hat. Li vir parêzer Mazlum


