Rejîma Îranê 3 rojnamegerên jin binçavkirin

Di nava du rojan de li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Rojnameger Shagaig Moradî li Tehranê hate binçavkirin û girtin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Rejîma Îranê 3 rojnamegerên jin binçavkirin

Di nava du rojan de li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Rojnameger Shagaig Moradî li Tehranê hate binçavkirin û girtin. Lê nayê zanîn bê ka rojnameger Nasim Tawafzadeh û Helaleh Natigeh li ku tên girtin.

Rojnameger Shagaig Moradî duh di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Di dema serdegirtinê de gelek tiştên Moradî hatin desteserkirin. Moradî hate girtin û şandin girtîgehê.

Hêzên rejîma Îranê di heman demê de Midûra Berpirsyar a malpera nûçeyan a Marurê aktîvîst Nasim Tawafzadeh û nûçegihana hawirdorê ya malpera nûçeyan a Meravê Helaleh Natigeh jî di encama serdegirtinên malan de binçav kirin. Nayê zanîn bê ka Tawafzadeh û Natîgeh li ku tên girtin.