Parçebûna gelê me çarenûsî ye yan na?
(Ez li dû parçeyên windabûyî yên malbata me çûm. Lê li ser rastîya bûyerên dîroka gelê me vebûm!) Murat Elî
(Ez li dû parçeyên windabûyî yên malbata me çûm. Lê li ser rastîya bûyerên dîroka gelê me vebûm!) Murat Elî
Ji bo ku mabesta nivîsîna vê gotarê bê têgihîştin, ez ê hinekî ji dûr ve dest pê bikim.
Wek ku gelek kurdên me, malbeta me jî di penaberiyê de dijîya. Em çawa li wî bajarê bîyanî peyda bibûn, wê demê zêde bala min nedikişand. Pirsa: Ka, gelo, em kî ne jî – dîsa wê demê ji bo min zêde ne balkêş bû. Her caran min ji vir û wir bihîstibû, ku ji me re wisa jî dibêjin: “bavfile”. Paşê, hê dereng ez pê hesiyam ku wisa jî kurdên bavêzdî hene, û ji bo min balkêş bû, ka çima kurdên bavmisulman, an bavyehûdî nînin. Çima? Heya niha jî min bersîva vê pirsê nedîtiye. Hem jî min dixwest bizanibûya, hema çima em bavfile? File çiye û tê çi wateyê? Û dem bi dem di serê min de pirs dubare dibûn: Çima bavfile? Bavfile çi ye û tê çi wateyê?...
– Ev pirsana heya demekê wisa jî bêbersîv man.
Dema ez hê zarok bûm, malbeteke cînarên me hebû. Wana jî, wek me, bi kurdî diaxivîn, lê bavê min digot – ew file ne. Dîsa min bi xwe ji xwe re digot – ev file ne, lê em bavfile ne, ev tê çi wateyê, çawa dibe?
Piştî ku ez hinekî mezin bûm, têkilîyên min bi lawê wan ra çê bûn – navê wî Mûsa bû, lê di malbatê de bi şêrînayî jê re digotin Mîşêl… Ez vê jî tê nedigihîştim – çima?.
Êvarekê min ji bavê xwe pirsî:
– Bavo, file jî kurd in?
– Te ew ji ku anî?
– Bavê min bi ken li min vegerand.
– Ew jî di nava xwe de bi kurdî diaxivin. – Min bersîva wî da.
– A-a-a! Er ê, ew kurd in, lê fileyên ne kurd jî hene…
– Ango?... Çawa dibe? – Min gotina wî birî.
– Dibe, kurê min, dibe! – Bavê min got û domand. – File tê wateya xrîstîan. Mînak, asurî jî file ne, înglîs jî, rûs jî, alman jî…
– A-a-a-a, lema dêya min car bi car wan jî file nav dike? – Min dîsa xwe di nava axavtinê re rakir.
– Belê, ji ber ku ew filene! – Bavê min, ji wan pirsên min bînteng, bersîva min da, mîna ku bibêje – dest ji wan pirsên xwe berde! – Lê ez ranewestiyam!
– Ma çawa dibe, naha ew file ne û kurd in?
– Ew kurd in, lê ola wan filetî ye, ango, ew file ne, ango, xrîstîan in, xaçperest in! – Ewî hişk birî.
– Ha-a-a! – Min da zanîn, ku ez tê gihîştim.
Û paşê hema jinişkêva pirsa ku berê netavetî dida min serî bilind kir:
– Lê ji bo çi ji me re dibêjin: bavfile? Ango, bavê me file bûye?
– Nizanim, kurê min, wisa tê gotin! Dibêjin, ku hezar salî berê, an hê berî wê jî, ez baş nizanim, dewleteke me hebûye, û dînê wê yê dewletê filetî, ango, xrîstîanî bûye, û gelek kurdên me xirîstîanî qebûlkirine. Piştre, dema ew dewlet ji hev belav bûye, hinek kurdên me vegeriyane nava refê xwe – nava êzdîyan û zerdeştîyan. Piştre, dema misulmanî hetiye, henekên ji wan ew ol pejirandine – mînak, malbata me. Û ji ber vê jî ewana me bavfile binav kirine. Û navê bavfile li ser me maye.
Û wisa jî, wek ku tê gotin, ku hinek kurdên xirîstîan xwe dane ber dêra ermenîyan, hinekan jî – ber dêra asorîyan, a nestûrîyan... Û bi vî awahî, ewana ji hêla olî ve, wek xrîstîan, xwe nêzîkî ermenîyan û asûrîyan digirin, lê hemû jîyana wan bi kurdî ye… Her tişt hatiye kirin, ku ew bibin asûrî û ermenî, lê ew heya dawîyê ji rehên xwe yên netewî qut nebûne. Eger hinek kurdên nestûrî çend gotinên asûrî dizanin jî, lê yên ku xwe dane ber dêra ermenîyan, bi ermenî gotinekê jî nizanin. Ji ber ku piranîya ermeniyên Kurdistanê bi xwe jî di nava xwe de bi kurdî diaxivin, û rabûn-rûniştin, erf-edet, ken û girî, her tiştê wan bi kurdî ye.
Di dema xwe de nîvekî malbeta kalikê me (an a kalikê kalikê me, ez baş nizanim!) di wê rêyê da çûne, – piştî bêhnvedaneke kurt bavê min gotina xwe domand…– Û, wek ku dibêjin, nevîyên wan paşê bi ermenîyan re çûne Ermenîstana Sovêtê. – Bavê min hizingeke kûr rahişt, berê xwe ji min guhart, dezmala xwe derxist û hêsirên çavên xwe zuha kirin…
Hema wê demêji derve dengê dayika min hat, ewê bang li bavê min kir, dema bavê min derket, ewê ji min re got:
– Ji xwe re bilîze, heya ez û bavê te vedigerin! Baş e?
–Bila be! – Min got û ez derbasî odeya dinê bûm…
Ez heya dereng li benda dêya xwe û bavê xwe mam. Lê tu agahiyek ji wan nehat. Êdî çavê min ji xewê giran bibûn, dema dengê derê derva hat, min ji cî banzda, ez berbi wirve beziyam, min dît dêya min, çavên wê tije hêsir, îske îska wê ye, hate hindur. Ewê bi zorê xwe li ser pêyan digirt. Ez ber bi wê ve bezîm, min xwe avîte hemêza wê, ew hemêz kir û pirsî:
– Çi bûye, ka bavo?
Dêya min serê min hemêz kir, ez dam ber dilê xwe û bi kelogirî got:
– Bavê te niha nikare bê, ew ê paşê bê!
Wê rojê min kir û nekir, dêya min tiştek negot.
Her sibetirê em çûne nexweşxaneyê. Nehiştin ku ez herim, bavê xwe bibînim. Tenê dêya min çû û piştî demeke kurt vegeriya, destê min girt û em bêdeng vegeriyan male… Dêya min wisa jî vê carê tiştek negot. Her dem bi dem ew ê serê min hemêz dikir, ez didam ber dilê xwe û bêdeng digiriya…
Ez paşê, hê dereng, pê hesiyam, ku dema dêya min û bavê min bi hevra çûne dikana me, di rê de, erebeyekê li bavê min xistye, ew bi ambûlansê birine nexweşxaneyê…
Hevtêyek bihurî, bavê min was jî li ser hişê xwe de nehat. Piştî hevtêyekê Meta min û mêrê wê û çend cînarên me hatin mala me, li dora dayika min rûniştin, bi wê re giriyan, şîna bavê min kirin û sibetêrê ew birin goristanê û spartin axê.
Bi vî awahî, ez û dayika xwe man tenê… Meta min li bajarekî dinê dima, pismamên bavê min û malbavanên dayika min jî – li welêt.
Di wî bajarê bîyanî û xerîv de malbeta Mûsayê hevalê min em tenê nehîştin: bavê wî – xalê Xosrow û dayika wî – meta Gulbahar di rojên teng da li rex me bûn, di karên dikana me de ji dayika min re dibûn alîkar.
Rojekê xalê Xosrov gazî min kir, ez birim mala xwe, ez û Mûsayê lawê xwe va li rex hev dan rûniştandin û wiha destpê kir:
– Binihêre, Mûsa, kurê min, binihêre, di derdorên me de hemû me wek file, ango, wek xaçparêz nas dikin û em jî xwe wisa dizanin. Lê em bi xwe tiştekî ji vê xaçparêzîyê fêm nakin. Eger hinek agahî û zanînên min di vî warî da hene, ew jî min bi erebî hinek tişt xwendine. Hew! Rast e, em li ber dêra ermenîyan in, lê em nizanin bi ermenî ne bixwînin, ne biaxivin…
– Wê demê çiyî me bi dêra wan ketiye? – Mûsa xwe di nava axavtinê re rakir.
– Ka, heya dawîyê bibihê, lawo, paşê pirsan bide. Erê pêşîyên me di dema xwe de xaçparêzî pejirandine, lê me nikaribûye dêrên xwe biparêzin, me Êncîl wernegerandiye kurdî… Piştî ku îslam jî hat, bi taybet di dema Osmanîyê de, ji bo ku misulmankirina me bibin sêrî, desthilatdaran rê li pêşîya keşeyên ermenî û asorî vekirin, ku ew di dêrên me da xizmetê bikin. Di nava civaka me da hewyeke wisa çêkirin, ku keşebûn bû cîyê şermê, lê şêxtî, meletî kirin karekî bi rûmet… Û weha em di navberê de man… Ev dîrokek a bi kul û keder e, hûn ku mezin bûn, hûnê tê bigihîjin. Heya dibe ku hinek vê dîrokê binivîsin… Niha rewşek li hole ye. Ez carna diçim dêrê, lê tiştekî fêm nakim, her çiqas ermenî bi xwe jî ji dua-dirozgeyên bi ermenîya kevn fêm nakin. Lê hinek tiştê rojane hene, ew wan fêm dikin – ma ne, ew bi zimanê wan in…
Erê, min çi dixwast, bigota? Wê rojê keşeyek hat ba min, bi min re bi kurdîyeke paqij axivî. Ewî ji min pirsî, ka ez çima tenê têm ber dêrê, çima hevjîna min jî nayê. Ê, dayika te jî, – ew berbirî Mûsa bû, – heya naxwaze di derbarê wê da bibihê, dibêje – çima divê em herin ber dêrên bîyanîyan? – Ewî keşeyî got, ku ez dikarim zarokên xwe bînim dibistana yekşemê ya li rex dêrê, bila zimanê ermenî fêr bibin. Min ev ji dêya te re got, ew jî qayîl bû, got – zimanek e, bila ji xwe re hînbe, di emir de dikare kêrî wî bê…
Mûsa li çavê min nihêrî, mîna ku bipirse – tu çi dibêjî?
– Ez jî dikarim bi Mûsa re herim wê dibistanê? – Min ji xalê Xosrow pirsî.
– Çira jî – na!? Ezê te wek birayê Mûsa bidim nasîn, jixwe kesek nasnameyan napirse…
Û bi wî awayî ez bûm şagirtê dibistana yekşemê ya dêra ermenîyan…
Sal bihurîn. Piştî çar salan xalê Xosrov bi giranî nexweş ket, derdorê mehekê di nava nivînan de zêrya, paşê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Bila bihuşt para wî mirovî qenc be, û dilovanîya Xwedê li ser ruhê wî be!
Ji ber ku xalê Xosrov karê nûkirina erebeyan va mijûl dibû, û ji bo malbata wan ji bilî wê çavkanîyeke dinê ya hatinên darayî nînbû, birayê meta Gulbahar hat, ew birin bal xwe, bajarekî dinê…
Ez mam tenê.
Lê wê demê êdî şanzdeh salên min temam bibûn, wek ku di nava gel da tê gotin, destê min dar girtibû. Ez ji dêya xwe ra bûm alîkar, me talî-tengîyên jîyanê derbaz kirin. Piştra ez bi bazirganîyê va mijûl bûm… Piştî demekê bi alîkarîya malxalanên min, em derketin Ewropayê. Li wira min li ber destê xwe ra xwendina kolêcê jî bire sêrî, çûme kûrsên rojnamegerîyê û wek karsazekê jêhatî hatim naskirin. Ez êdî derketim firêqetîyê.
Dawîya salên hezar û nehsid nodî bû. Di cîhanê de di derbarê hilweşîna Yekîtîya Sovêtê de diaxivîn, hinekanheyfa xwe pê tanî, hinekan dilê xwe pê şad dikirin. Carekê, ew sala 1993an bû, axavtin di derbarê komarên Sovêta berê de çû, yên ku bibûn dewletên serbixwe. Di nava wan da wisa jî di derbarê Ermenîstanê de hate gotin. Û hate bîra min, carekê em di mala xalê Xosrov de bûn, mêvanek hate mala wan, ew jî ji wan kurdan bû, yên ku pêşîyên wan di dema xwe de xrîstîanî pejirandibûn. Û dema xalê Xosrov ez dam nasandin, got, ku ez lawê kê me, ewî bi rêzgirtin bavê min bîr anî û got, ku beşekî malbeta kalên me yên ku di dema xwe da xrîstîanî pejirandibûne, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi ermenîyên penaber re çûne Ermenîstana Sovêtê… Dema ev hate bîra min, mîna mirovekî ji nişkêva tiştekî xwe yê windabûyî bibîne, şabûnekê dilê min hingavt, û min biryar kir – herim Ermenîstanê…
Sibetirê min di derbarê biryara xwe da ji hevalekî xwe ra got, ewî bi baldarî bihîst û li min vegerya:
– Dizani, dostekî min peyda bûye, ew jî kurd e, kurdekî êzdî ye, bi xwe ji Tbîlîsîyê – Gurcistanê ye. Wê rojê em diaxivîn, ewî pêşniyar kir, ku em bi hev re herim Gurcistanê, û binihêrim, ka mirov dikare li wira çi karî bike…
Bi gotinekê, sibetirê ez jî rastî wî kurdî hatim, em axivîn, û me biryar kir, bi hevra herin Tbîlîsîyê.
Dema em hatin Tbîlîsîyê, wek ku em bi hev re qayîl bibûn, wî kurdê Gurcistanê navnîşan û têlêfonên qewmekî xwe yê Yêrêvanê da min, û min berê xwe de Ermenîstanê. Di rê de ez kurdekî Ermenîstanê re jî nas bûm, û me bi hevra rêya heya Yrêvanê domand…
Di Yêrêvanê de min pirsa wan ermenîyan kir, ên ku ji Sûrîyayê û welatên dinê vegeryabûn Ermenîstanê. Bi pirs-pirsyaran ez pê hesyam, ku ew bi bingehîn di navçeyên Talînê û Abovyanê de cî bûne, wisa jî hinek ji wana çûne navçeya Aştarakê. Dema ez diçûn navçeya Talînê şofêrekî bi navê ûsta Vaxo alîkarîyeke mezin da min. Rast e, mixabin, min şopên endamên malbeta kalên me nedîtin, lê min li wira gelek agahî û daneyên balkêş bervkirin, ên ku ji bo min, ji dîtina nûnerên malbeta me kêmtir girîng nînbûn.
Rêwîtîya min a Ermenîstanê pir balkêş derbaz bû. Carna ez dibêjim, eger ez nivîskar bûma, û min di derbarê wê rêwîtîya xwe de binivîsya, dibe ku romaneke balkêş jê derketa.
Piştî wê rêwîtîya xwe ya yekem, ez dîsa çend caran li wir vegeryam. Cara dawîyê – sala 2017an bû. Tiştê ku min li wira dît, bihîst û bi mirovên cuda re govtûgo kir, dîtin û nêrînên min ên di derbarê dîroka me de guhêrîn, û lewra jî min xwest wan bi xwendevanan re parve bikim: ma ne, mafê min nine, ez wan hemûyan li bal xwe bihêlin, bi cîhanê ra jî parve nekim…
Ya yekem, a ku min li Ermenîstanê dît, ew bû, ku piranîya wan malbetan, ên ku piştî şerê cîhanê yê duyem di bin nave ermenîyan de vegeryabûne (rasttir dibe, mirov bibêje – ew “vegerandibûne”) Ermenîstanê, piranîya wana kurd bûne – kurdên xrîstîan. Di Ermenîstanê da ji bo vana navê ermenîyên kurdîaxêv hinartine. Dema mirov li ser vî navî hinekî dide heşê xwe, dibine, ku ev gotineke bi sunî çêkirî ye, û tu têkilîya wê bi rastîyê ra nine. Erê, nûnerên gelekî, dema di nava gelekî dinê da wek kêmanî dimînin, bi zimanê wî gelî perwerdeyê dibînin (wek kurdêmn me yên Ermenîstanê û Gurcistanê), zimanê wan gelan fêr dibin, bi zimanê wan diaxivin û dixwînin, lê zimanê xwe ji bîr nakin. Lê, evên ku ji wan ra ermenî dibêjin, dema hatine, heya peyvek jî bi ermenî nizanibûne… Û, wek ku kalemêrekî wan ji min ra got, dema di nava wan da propaganda birine, ku wan bînin Ermenîstana Sovêtê, wana mercek danîye pêşîya nûnerê Komara Sovêtî ya Ermenîstanê, ku ew divê wan bibin an di gundên kurdan da cî bikin, an jî di gundên cînarên gundên kurdan da… Heya tiştên anêkdotîk jî digotin. Digotin, nizanim çiqasî rast e, dema di nava wan da propaganda birine, ku wana bibin Ermenîstanê, gotine, ku li wir mirîşk di bin dîwaran da hêk dikin, kesek berv nake, ku ji kanîyan şûna avê şêr dide der.
Û ya here balkêş ew e, ku eger nivşên wan ên nû bi kurdîyeke lewaz diaxivin, lê yên salên 50 – 60ê sedsala XX hatine cîhanê bi kurdîyeke paqij diaxivin. Wek ku dihat gotin, ewana heya li ser mirîyên xwe jî bi kurdî dinivêjin-dilûvînin. Li ser vê ez hinek rewşenbîrên kurd ra axivîm, helbet vana jî, wek ku ewên ji wan ra ermenî dibêjin, ez wek kurdekî xaçparêz dizanibûn, digotin, di vê derbarê da heya pirtûkên ermenîyan bi xwe da jî agahî hene. Gelek stranên kurdî, yên ku ew di nava xwe da bi kurdî distirên, wergerandine ermenî û wek stranên ermenî bi radio û têlêvîzîona xwe diweşînin. Heya stran-reqsa Goranî wergerandine ermenî, û wek ya xwe diweşînin. De îjar were, û tê bigihîje – Goranî û ermenî, çawa dibe?!
Û yeke balkêş jî ew bû, ku hemû ermenîyên vegeryayî weşanên kurdî yên radîoya Yêrêvanê guhdar dikirin, rojname û pirtûkên kurdî di malên wan da hebûn…
Wek ku hinek rwşenbîrên kurd digotin, berê heya di pirtûkên dersan, di rojname û kovarên Ermenîstanê da mijarên kurdî dihatin weşandin. Wek ku wan digot, çîrokên nivîskarê ermenî yê navdar Hraçya Koçar ên yekem bi mijarên kurdî bûne, ku ew êdîtorê yekem ê rojnameya Rya teze bûye.Ango, dertê, ku wî kurdî dizanibûye. Wek ku hevpeyvêrên min digotin, gelek nivîskarên ermenî yên dinê jî bi mijarên kurdî nivîsîbûne: Xaçatûr Abovya, Raffî, Vrtanês Papazyan, Xaçîk Daştênts û yên dine. Ewana wisa jî pirtûka nivîskarê kurd ê navdar Nado Maxmûdov (Nadoyê Xudo) a bi sernavê “Gelê kurd” nîşanî min dan, min ew per kir, bi ermenîya xwe ya lewaz hinek tişt jê xwendin…
Zanîyarekî kurd di derbarê vê pirtûka Nado Maxmûdov da tiştekî balkêş ji min ra got? Bi gotina wî camêrî, belê, mamosta Nadoyê gorbihuşt, mirovekî welatparêz bûye, rayedarekî Partya Komûnîst ê bi nav û deng bûye. Di dema xwe da serokê rêxistina navçeya Hoktêmbêryanê ya Partîya Komûnîst bûye, wezîrê Hukumeta Ermenîstana Sovêtê bûye, derdorê 20 salên jiyana xwe ya dawîyê wek cîgirê yekem ê wezîr kar kirye. Bi gotina wî, belê, rêzek berhemên Nadoyê Xudo yên wêjeyî jî hebûne, ango, ew nivîskar bûye, lêbelê, nivîsîna berhemên wêjeyî tiştek e, pêkanîna lêgerînên zanistî – tiştekî dinê. – Bi dîtina wî camêrî. jibo ku mirov bikaribe pirtûkek a wek a “Gelê kurd” binivîse, hinek merc û derfet pêwîst dikin. Ya yekem, ew perwerdeya bi sîstêmî ya dîrokzanîyê ye, di zanîngehekê da. Lê, wek ku hevpeyvêrê min digot, bi fîzîkî ne pêkan bûye, ku apê Nado perwerdeyeke wisa ya bi sîstêmî dest bîne, lewra ku ew rayedarekî Partîya Komûnîst ê aktîv bûye, û dema wî kar kirye, bi fîzîkî derfetên wî nînbûne, ku lêgerînên zanistî va mijûl bibe, ji ber ku şêweyê karê wî yê rayedarîya rêxistinî û rêvebirîyê dem û derfet nehîştine, ku ew bikaribe bi lêgerînên zanistî yên ewqas ciddî va mijûl bibe, lewra ku, ji bo karekî wisa pêwîst bû ewqas çavkanî, ewqas lêgerîn, ewqas wêjeya dîrokî bigerya bidîta, binirxandana, û ew hemû – ji bo mijara dîroka gelê kurd! Û heşmendî ye, ji bo ku van hemûyan bibîne, di wan da lêgerînan pêk bîne, agahî û danayê dîrokî yên pêwîst bîne bal hev û hemberî hev bike, dem û derfetên wî nînbûne. Êdî mirov di derbarê wê da nabêje, ji bo ku wan hemûyan bigihîne hev, yek bi yek mak bike, wan


