Jin di Sînemaya Kurdî de
Ev şekilgirtina dîrokî, encama rasterast a rola pêşeng û biryardariya îdeolojîk a bêtawîz a jinê ye ku di Tevgera Azadiyê de bi têkoşîna xwe ya berxwedêr, femînîst û polîtîk nîşan daye

Weysî Altay
Jina di sînemaya kurdî de, gelek salan di bin bandora avaniya civakî ya pederşahî (patrîarkal) û şert û mercên siyasî de hat şekildayin. Karakterên jinan, li şûna ku di navenda çîrok û vegotinê de cih bigirin, pirtir wekî karakterên talî (duyemîn) yên ku çîrokên karakterên mêr temam dikin an jî têkoşîna wan xuyayî dikin, bi wî awayî hatin afirandin. Zewaca di temenê piçûk de, zexta malbatê, kuştinên li ser navê "namûsê", nîşandana jinan wekî "namûsa" mêran, hewîtî, koçberiya bi zorê û cûreyên cûda yên tundiyê ku qada jiyanê li jinan teng dikin, bûn ji mijarên herî zêde yên ku di sînemaya kurdî de û bi taybetî di sînemaya serdest de ku cihê kurdan di sînemayê de dike mijara xwe û vî warî işxal dike. Digel vê yekê, di van vegotinan de jin ne wekî ferdên ku bi îradeya xwe tevdigerin, pirtir wekî karakterên ku li ser mexduriyetê tên pênasekirin, hatin nîşandan.
Ev yek ne tenê refleksa rola zayendiya civakî ya kevneşopî ye. Di heman demê de divê ev yek wekî refleksên koda civakî û çandî yên ku polîtîkayên kolonyalîzm û dewleta neteweyî li ser civaka kurd ferz kirine di qada sînemayê de bête nirxandin. Di vê çarçoveyê de, pêşkêşkirina jinê ya wekî fîgureke pasîf û bi hewcedariya parastinê yan jî wekî karektereke fedakar divê wek pratîkeke vegotinê ya ku xizmetê ji nûvehilberîna gotara kolonyalîst re dike, bê nirxandin. Mixabin ev nêzîkatî ne tenê li Bakur, di berhemên gelek sînemagerên kurd de yên ku li çar parçeyên Kurdistanê û li cihên cûda yên cîhanê hilberînê dikin jî bi awayên cûda û kêm be jî berdewam e.
Lê belê di salên dawî de di sînemaya kurdî de der barê temsîliyeta jinê de veguherîneke girîng çêdibe. Di pêvajoyên hilberînê de diyardebûna derhêner, senaryonûs û kedkarên sînemayê yên jin (mîna di her qada jiyanê de), bû sedem ku awayên nû yên vegotinê derkevin holê ku zimanê sînemayê yê serdestiya mêran didin ber pirsan. Ev veguherîn dihêle ku karakterên jinan ne tenê wek fîguran bên nîşandan ku êşê dikişînin an jî piştgiriyê didin, lê belê wek ferdên wisa bên teswîrkirin ku gotina xwe ava dikin, biryaran digirin, têkoşînê dikin û dibin sujeya guherîna civakî, cihê xwe yê rastî di çîrokê de bigirin. Em dikarin bibêjin ku sînemagerên mêr jî, çi di avakirina karakterên jinan de û çi jî di bipêşxistina peywendiyên hilberînê yên bi hevkarên xwe yên jin re, neçar mane ku li hemberî berê nêzîkatiyeke gelekî wekhevîxwaztir û hesastir bipejirînin.
Bê guman, ev pêvajoya xwerexnekirinê ya ku derhênerên mêr ên di sînemaya kurdî de li ser zemîna zayendiya civakî dijîn; ne guherînek e ku ji xwe re çêbûye yan jî qediyaye. Berevajî vê, ev rewş; encama têkoşînekê ye ku ji nîv sedsalî zêdetir e girêdayî rola pêşengiya jinê ya di nav têkoşînê de teşe girtiye û encama nîqaş û gavên pratîkî yên biryardar e ku sînemagerên jin ên kurd di mecrayên cûda û di qadên hilberîna pratîkî de meşandine.
Ev şekilgirtina dîrokî, encama rasterast a rola pêşeng û biryardariya îdeolojîk a bêtawîz a jinê ye ku di Tevgera Azadiyê de bi têkoşîna xwe ya berxwedêr, femînîst û polîtîk nîşan daye.
Bi taybetî di fîlmên ku li ser eksena sînemaya berxwedanê tên hilberandin de jin, tevî şert û mercên şer, koçberî û zextên siyasî, wek aktorên ku jiyana civakî ji nû ve ava dikin, hafizaya çandî hildigirin û pêşengiya berxwedana kolektîf dikin, derdikevin pêş. Jin di heman demê de di parastina zimanê kurdî, mîrasa çandî û çanda berxwedanê û veguhastina wê ji nifşên paşerojê re roleke diyarker digirin ser xwe. Ev awayê temsîliyetê, dawiyê li nîşandana jinê ya wekî mexdureke pasîf tîne û di sînemaya kurdî de wê dihîne pozîsyoneke pêşeng a dîrokî û siyasî. Berhemên ku sînemagerên jin hilberandine, ne tenê rexneyeke bi rolên zayendiya civakî re sînorî pêşkêş kir. Vî zimanê sînemayê; "nêrîna mêr" a kevneşopî ya di sînemayê de û vegotinên ku jinê dikin obje yan jî tenê wekî qurbanî bi cih dikin rawestand û hilweşand. Bi rêya ezmûna jinê, zextên li ser nasname, ziman û erdnîgariyê diyar kir û qadeke cotazadbûnê vekir.
Bi taybetî vegotinên ku di sînemaya belgefîlman de diyar bûn, xuyabûna karakterên jin ji binî ve guhartin. Jinên di têkoşînên mîna Dayikên Şemiyê, Dayikên Aşitiyê û têkoşîna jinên ku gundên wan hatine şewitandin û hilweşandin û rastî koçberiya bi zorê hatine; ne tenê yên ku şînê digirin, bûn sujeyên polîtîk ên faal ku hafizayê zindî dihêlin, mafên xwe dipirsin û li dijî tundiya dewletê disekinin. Jinan rola hilgir û avakar a edalet û hafizaya civakî girtin ser milên xwe.
Ev perspektîfa ku derhêner û senaryonûsên jin xuyayî kirin, di zimanê sînematografîk de jî reng veda. Li kêleka gotarên mezin ên polîtîk; berxwedana di nav malê de, deng, şîn, tiştên hafizayê û şahidî bûn estetîkeke sînemayî. Veguhastina rasterast a ezmûnên jinan ji aliyê xwe ve, di sînemaya kurdî de yekîtiyeke zimanî ya resen, hevgirtî û organîk afirand. Tevkariya derhêner û kedkarên sînemayê yên jin, sînemaya kurdî ji pozîsyona "sînemaya berxwedanê" derxist û veguherand vegotineke nû ya estetîk û polîtîk ku hafiza û ezmûna jinê dixe navenda xwe.
Bi vî awayî hişmendiya jinê û perspektîfa wekheviya zayendiya civakî, ne tenê di avaniya tematîk a fîlman de, di heman demê de di zimanê vegotinê, avakirina karakteran û estetîka dîtbarî de jî dibe elementeke diyarker. Vê veguherînê nîşan da ku di sînemaya kurdî de têgihîştineke nû ya sînemayê ava dibe ku sînorên nêrîna serdestiya mêran diêşîne û sujebûna jinan dixe navenda xwe.
Bîr, Berxwedan û Rastî: Stûna Piştê ya Belgefîlman di Sînemaya Kurdî de
Di sînemaya kurdî de reseniya kevneşopiya belgefîlman, ji vegotinên nakokî û trawmayên din ên di dîroka sînemaya cîhanê de cûda ye; avakirina wê di wê demê de ye ku bûyer hê jî germ in û pêvajo berdewam dike û ev rewşeke gelekî resen e. Serobinobûnên dîrokî yên mîna Komkujîya Cihûyan, rejîma Apartheidê ya li Afrîkaya Başûr, nakokiyên li Îrlandaya Bakur an jî Komkujîya Ermenan di sînemayê de bi piranî piştî serdemên "aştî" û lihevhatina civakî yan jî rûbirûbûna bi salan dom kirî bûn berhemên daîmî. Sînemaya kurdî ji bo avakirina vê vegotina şer, berxwedan û wêraniyê li bendê nesekiniye ku nakokî biqedin; têkoşîna afirandina hafizayê li ser şahidiya wê çirkê şekil daye vegotinê.
Ev rewş, belgeselê tenê ji tercîheke hunerî yan jî estetîk gelekî wêdetir biriye. Ev sînemaya ku di tam navenda rastiyeke berdewam de tê hilberandin; bûye îfadeya herî zelal û dînamîk a nasnameya civakî, bîreke kolektîf û têkoşîna hebûnê. Ji ber vê yekê belgesel, ne milekî kêlekê yê sînemaya kurdî ye; bûye stûna piştê ya avaniyê, şahidiya dîrokî û xala referansê ya bingehîn ku nasnameya wê ya sînematografîk diyar dike.
Şert û mercên dîrokî û rojane yên ku gelê kurd û sînemagerên kurd rastî wan hatine, bêdewletî, sansûra sîstematîk, otosansûr û ambargoyên aborî forma belgeselê ji mecburiyetê pirtir veguherandiye qadeke berxwedanê ya bihişmendî. Ji bo derhênerên ku nexwestine li astengiyên burokratîk û budceyên bilind ên sînemaya xeyalî (çîroksaziyî-fiction) bialin; kamera; bêyî ku hewcedarî bi fîltreya serdestan hebe, bûye çekeke polîtîk ku rastiyê bi rûtî vediguhezîne û dîrokê ji nû ve dinivîse.
Tiştên ku di nîv sedsala dawî de li Kurdistanê hatine tecrubekirin ku veguheriye erdnîgariya şerekî giran, wan rasterast alî û naveroka sînemaya belgefîlman diyar kirine. Di vê xeleka tundiyê de ku her cûreyê binpêkirina mafên mirovan, mafên ajalan û qirkirina ekolojîk tê de heye; her mal, her mirov, heta her berdevk û dar bûn gelek cih / tiştên hafizayê û sujeyên berxwedanê. Li hemberî zoriyên aborî yên sînemaya xeyalî, ji bo sînemagerên kurd belgefîlm, wekî zimanê sînemayê yê herî nêzî rastiyê û bêtawîz bûye tercîheke îdeolojîk a bihişmendî.
Di vê çarçoveyê de sînemaya belgefîlman a kurdî, li dijî tezên dîroka fermî yên dewletên serdest û polîtîkayên tunêkirina hafizayê, fonksiyoneke krîtîk a arşîvê û veguhastina hafizayê ji paşerojê re girtiye stûyê xwe. Ji bajêrên hilweşiyayî heta gundên hatî şewitandin û valakirin; ji windayiyên di bin çavan de, kuştinên ku dewlet kiryarê wan e, heta jinên ku tundiyê dibînin, hemû vegotinên civakî û şahidiyên ku dîroka fermî sansûr kirine bi vê rêyê hatin qeydkirin û xuyayîkirin. Ji bo sînemagerên kurd çêkirina belgefîlman, ne tenê pratîkeke hunerî ye; veguheriye awayekî çalakiya polîtîk ku rastiyên ku dîroka fermî li derve hiştine, di hafizaya civakî de diçikîne.


