Ne karaset e, dijminahî ye
Destpêkê bila serê gelê Kurd sax be! Ez êş û jana wan malbatan di dilê xwe de dijîm û jana wan parve dikim!

Destpêkê bila serê gelê Kurd sax be! Ez êş û jana wan malbatan di dilê xwe de dijîm û jana wan parve dikim!
Li her derê cîhanê dijminahiya hevdu heye. Li her derê cîhanê şer û pefçûn, hevrikî û dijberî hevdu heye. Ji xwe ne gengaze ku her kes hemû civak bi heman şêweyî bihizire û ligel hevdu bêpirsgirêk bijî.
Li Kurdistanê ev serê pêncî salan e (ji dîroka nêzîk ve) şerekî bêhempa bê hemsal dimeşe. Bêhemsal dibêjim birastî jî hemsalê wî, wekî vê derê, wekî Kurdistan û şerê li hember Kurd û Kurdistanê dimeşe ez heta niha rast nehatime. Ku li ciyekî dî jî hebe!
Li Kurdistanê şerekî bêsînor û bêexlaq bê hed û bêhempa pêk tê. Ango şer tenê du eniyên leşkerî li hember hevdu şer nakin. Tenê li hember hêzên şerker ê Kurdan şer nayê kirin. Hewce nake ez dakevim kûrahiya dîroka Kurdistan û mêjûya dagirkirina wê…
Di rojên nêzîk de hilbijartinek pêk hat û her tişt li gor zagon û makezagonên pergala heyî ya Komara kujer pêk hat. Lê piştî encamên hilbijartinan diyar bû û şûn de weke Hirçê birîndar êrîşî ser şaredariyan kir. Di serî de li Wanê. Ku bi giştî erdnîgariya Wanê ji pergalê hatibû qutkirin. Ango feraseta pergalê ji Wanê hat avêtin û gelê heremê xwe bi xwe raya bi rêvebirina xwe da. Ew bi berxwedaneke giştî êrîşa dagirkeriya pergalê, Qeyûm şikênand û dîsa gel li ser karê xwe berdewam kir. Lê bi vê nasekine bêguman. Vê carê jî li Colemêrgê û wisa dixwaze tevahiya vîna Kurd ku derketiye holê desteser bike. Niha li hember van êrîşan berxwedaneke heye didome. Lê wekî ku pêşiyên me gotine ‘av bisekine agir bisekine dijmin nasekine’! Li wir biser neketin dê li ciyeke din êrîş bikin. Li wir nebe ciyeke din û bi rêbazeke din û hwd. Ango armanca pergala dagirker tunekirina Kurd û wêrankirina Kurdistanê ye. Li ku dibe bila be. Qe ferq nake. Rêbazên şer dîsa welê bi her cureyê şer û êrîşan ji bo xwe kiriye armanc û qe tu gumanekî jî tê de nabîne.
Dagirkerî bi her awayî dagir dike. Xwîna gel dimije, mal û warên wan talan dike… Ji xwe hemû sererd û binerdê welêt dimije,didize dibe. Hê bi wê jî namîne weke gotinê pêşiyan dîsa; donê me di serê me de dide! Hemû tişt ji vê erdnîgariyê dertê û têra hemû Kurdistan û bi tevî çend welatê dî jî têr dike û zêdetir e jî. Lê sedmixabin gelê vê heremê, vî welatî her tim tî, birçî, tazî û her deyndar jiyaye! Hê jî dixwazin wisa bidomînin. Mînakek ji vê mêtingeriya berbiçav û erjeng jî Kareba û av e. Ku herdu dane jî ji bo jiyanê nebe nabe ye! li Rojava avê li ser wan dimiçiqîne ku ev çavkaniya avê jî ji nava dilê Kurdistanê diherike çemê Feratê ye. Ligel êrîşên leşkerî, ji dûr ve avêtina top û sîxo yên kujer ku bi sedema wan bi hezaran km çargoşeyî dişewitîne dide ber xwe talan û wêran dike. Dilê wî nakeve cih vê carê jî ava jiyanê ku nebe nabe ye li ser Rojava qut dike… ji xwe eşkere dibêje ‘li fezayê be jî konek bi navê Kurdî vebe ew dê bibe hedefa min’!
Li Başûr ji xwe navê qaşo herêmeke xwerû û heta serbixwe heye! Lê sed mixabin tenê di gotinê de wisa ye. Lewra li her bihusta başûrê welêt jî hêza vê pergala dagirker heye û bi her şêweyê şer û êrîşkirinan diceribîne. Ev serê sê salan e ku bênavber ligel çekên kîmyewî û her cureyî çekên qedexekirî bikar tîne û bi awayeke pratîkî-eşkere dagirkirî ye. Li Bakûr jî ji xwe gel bi birçîbûnê terbiye dike û neçarî girêdayîna bi xwe re kiriye. Eniya Kurd ku vê bêexlaqiyê napejirîne li dij derdikeve jî vê carê bi term ên qaşo nûjen ‘terorîzm’ ê tewanbar dike û dewletên derdorên xwe bi tevê Ewrûpa ya qaşo pêşketî jî dide pişt xwe.
Şeva 20’ê Hezîranê ku derbasî 21’ê hezîranê dibe şev kin e. Ev roj jî di salê de roja herî dirêj e. Di vê êvarê de ji têlên karebaya ku bi perekî zêde li ser gelê heremê ferz dike, difroşe qutkirinek pêk tê. Têl dikeve nava zeviyê çandiniyê û çirîskên karebayê dibe agir û dide ber xwe. Ji xwe roja herî germ ya demsalê jî îro ye! Berî ku ez qala encamê wê bikim divê berî vê bûyerê jî vebêjim. Bûyer dibêjim lewra, çend carên din jî bi sedema karebayên ‘qaçax’ ketiye rojevê û bi hezaran bi milyonan lîrayê tirk ceza li vanmalan birîne… Digel vê hawî jî bi saziyeke saxlem çênakin, kareba li ser dar û dîregên bi dehan salan e li ser wan derbasî wargehan dibe. Êdî wisa bûye ku dîrekên binê têlan bi xwe rizîne! Lê nayên nûkirin û li ser nasekinin. Lewra ji xwe yek ji armanca dagirkeriya heremê ev e ku; ne raste rast bi awayeke endîrek, ango weke ‘qeza’, weke ‘şaşiyek’ wek bûyerek ‘xwezayî’ û hwd. Nîşan bide û gel li gor armanca xwe teslîm bigire. Ew terbiye bike. Neçarî koledariya xwe bike. Ji ber vê jî vê qetandina têla karebayê-ceryanê ji nedîtî ve tê. Heta ez dikarim bibêjim ku ev bi zanebûn hatiye hîştin. Nexwe li bin kîja zinarekî liv û tevgerek hebe di deqeyê de dibînin û bi her awayî êrîşî wir dikin! Ser de jî ev agir vêdikeve, eraziyê dide ber xwe, agir ber bi malan ve qadê nişteciyan ve dişele diçe. Lê qet hes û deng tune! Bi qêrîn û hewariya gelê derdorê, nêzîkî wê deverê bi derfetên xwe yên heyî ku ev jî tenê tevr û bêr in! Ango bi amûrên herî kevnar yên demborî ne. Dîsa jî hewl didin bi van am


