
Elîşêr Hêlîn: Feraseta sermayedar û destilatdar xwezayê talan dike
Di hejmara 9emîn a kovara Ozgur Halkê de, ji nivîskarên kovarê Elîşêr Hêlîn bi gotara xwe ya bi sernavê “Wekî lêgerîneke azadiyê vegera li xwezayê” têkiliya mirov, civak û xwezayê, krîza ekolojîk û feraseta jiyana azad bi hûrgilî dinirxîne. Elîşêr Hêlîn diyar dike ku qeyrana ekolojîk a heyî encama rasterast a feraseta sermayedar û hişmendiya desthilatdar e ku xwezayê talan dike.














