NATO û endamên wê

Xeyaletên paşerojê ku cîhanê dihejînin dema ku em şahidiya ku dîrok ji nû ve tê çêkirin dibînin. Pîvana metirsiyê pir girîng e.

•
2 deqe xwendin
•Kurdistan Lezgiyeva
NATO û endamên wê

Xeyaletên paşerojê ku cîhanê dihejînin dema ku em şahidiya ku dîrok ji nû ve tê çêkirin dibînin. Pîvana metirsiyê pir girîng e. Ji ber ku piştî Şerê Sar, nîzama siyasî-aborî ya cîhana rojava-navend a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diguhezîne. Bi xwezayî, pêvajoya guherînê bi êş û kaotîk e. Wekî Antonio Gramsci destnîşan kir û got: “Cîhana kevn dimire. Ya nû hêdî hêdî xuya dike. Û di vê tevliheviya ronahî û tariyê de cinawir çêdibin.”

Bi vekolînek rexnegir û bêalî ya jeopolîtîka cîhanî ya heyî, bi hêsanî tê dîtin ku ev “cinawir” hewl didin ku me nêzikî nuqteya bêveger, şerekî din ê cîhanî bikin. Berevajî hin komên berjewendîperest, mirovên asayî yên li ser vê gerstêrkê naxwazin şerekî din ê cîhanî ku bibe pevçûnek nukleerî derkeve. Bi rastî, em jixwe li ber Armageddona nukleer in. Di vê kêliya dîrokê de, rewşa li ser tabloya satrancê ya siyasî ya gerdûnî neçar xuya dike.

Hêviya apokalîpsa nukleerî ya li ser gerstêrka erdê ji Krîza Mûşekê ya Kubayê ya 1962’an virve tu carî wisa nebû. Bûyerên jeopolîtîk ên vê dawiyê li çaraliyê cîhanê di karanîna têgîna “şerê nukleerî” de zêdebûnek metirsîdar dît. Tevî ku têgeha şerê nukleerî her ku diçe zêde dibe û ev metîrsî jî zêde dibe. Îro, jixwe diyar e ku hemû cîhan di nav projeyek şerê agahdarkirinê de ye. Ne tenê di nava ya leşkerî de ye. Ev kampanyaya qirêj li ser her tiştê ku alternatîfek ji serdestiya gerdûnî ya DYA’yê re temsîl dike tê rêvekirin. NATO ku di sala 1949’an de hatî damezrandin, bermahiyek serdema Şerê Sar bû, 75’emîn salvegera xwe di 4’ê Nîsana 2024’an de pîroz kir. Ji hêla tenê 12 dewletan ve bi pêşengiya DYA’yê hevbendî hat afirandin. Bi salan siyasetek berfirehtir bi mîlîtarîzma berbiçav re meşand û niha ‘’pesnê xwe’’ dide ku bûne 32 dewletên endam. Weke ku îdîa dikin 75 sal in ji bo aştî, ewlekarî û azadiyê ‘’xebat’’ kirine. Lê kiryarên NATO’yê û endamên wî berovajî vê îdayê ne. Ji ber ku berfirehbûn û êrîşkariya NATO’yê bûye sedema binpêkirina qanûnên navneteweyî. Şerên neqanûnî