Mifteya Azadiya Şengalê 12 Siwarên Derwêşê Evdî!

10 sal berê bi peymana di navbera PDK, DAIŞ û Iraqê de Şengal radestî DAIŞ'ê kirin. Lê 12 şervanên azadiyê wekî 12 siwarênDerwêşê Evdî bi hawara civaka şengalê hatin. Rê li komkujiyek mezintir girtin.

•
8 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan
Mifteya Azadiya Şengalê 12 Siwarên Derwêşê Evdî!

10 sal berê bi peymana di navbera PDK, DAIŞ û Iraqê de Şengal radestî DAIŞ'ê kirin. Lê 12 şervanên azadiyê wekî 12 siwarênDerwêşê Evdî bi hawara civaka şengalê hatin. Rê li komkujiyek mezintir girtin. Civaka êzdî bi hevsariya 12 hawariyan xweparastin pêş xist û îro YBŞ Şengalê diparêze.

Digel hemû komkujî karesat wehşet, xiyanetan tevan jî Şengal neket gihêşt hêza xwe ya xwerû YBŞ’ê. Salvegera te ya dehemîn Pîroz be YBŞ. Şengal emanetê te. Encax tu dikarî Şengal û Êzdiyatiyê biparêzî. Yê ji jan û feraseta êzdiyê bêpar be ne gengaz e ew bibe xwediyê Şengal û êzdiyatiyê biparêze. Divê ji Cewherê êzdiyatiyê biveje-derkeve encax ew hêz bikaribe êzdiyatî biparêze. Ew jî ji xwe di nava şerê herî germ dijwar de hatiye avakirin tenê YBŞ ye. Dehsaliya te pîroz be YBŞ. Bi hêviya sed dehsalên din yê hê xurtirîn û hêzdartir dubare pîroz be.

“Dibe ku me pêşî li êrîşa DAIŞ’a hov li ser Şengalê negirtibe. Lê em ji bo pêkanîna komkujiyeke hê dijwartir ku ev dihat wateya gelê êzdî ji dîrokê wenda bibe re bûn asteng. Me pêşî li wê ji holêrakirina gelê êzdî girt. Nehîşt ev armanca DAŞ’ê pêk be û digel hemû hêzên dirinde û bi hezaran ‘Pêşmerge’ ku gelê êzdî li ser piştê li erdê xistin, bi DAIŞ’ê re rû bi rû hîştin û revîn; ew bê çek û bê parastin hîştibûn jî bi 12 siwariyên Derwêşê Evdî û Edûleyên Hemdem hat asteng kirin!”

Ev gotinê Fermandarê nemir ê 12 Siwarên Derwêşê Evdî Dilşêr HEREKOL bi xwe ye. Fermandar Dilşêr û Rêhevalên xwe dîroka heta vê sedsalê ku sirf xiyanet biser diketin berovajî kirin. Bi berovajîkirinê tenê jî nema; rûyê xiyanetê li ber çav û neynika cîhanê raxist, eşkere kir. Divê êdî gel bi xwe birîna xwe nas bike.

Berî 3’yê Tebaxê 2014’an hê ku DAIŞ nehatibû ser Şengalê; Şengal xwedêgravî bajarek û herêmeke gur û geş, civakiya xwe jiyana xwe didomand. Di bin pergaleke ku bi taybetî herêma Federe ya Kurdistanê û Hukumeta Navendî ya dewleta Îraqê de bû. Pergaleke ku her sazî û dezgehên xwe tê de bi cih kirîbûn. Di serî de jî aliyê parastinê, qaşo hêzên çekdar û bi hemû çekên giran, bi artêşeke ji sedhezaran pêk ve dihat, dihatin parastin. Hê ligel wê jî bi dehezaran pêşmerge ku Kurd in parastina Şengalê dikirin. Bi sazî û pergalî di Şengalê de bûn. Çawa ku dengê zengila şerê DAIŞ’ê dest pê kir di serî de ketin Mûsilê. Mûsil wek tê zanîn; yek ji bajarê herî mezin ê dewleta Îraqê ye. Bi sazî dezgeyên xwe bi erdnîgariya xwe ve jiyeke dewlemend û stratejîk de cih digre.

Wek serçaviya Neftê jî tê zanîn. Mûsil bi dewlemendiya xwe ve jî di dîrokê de bûye wek kelem di çavên gelek aliyan re çûye û hê jî bala aliyan dikşîne ser xwe. Nemaze jî Mûsil di xewn û xeyalê Komara Tirk de jî cih digre. Çawa ku DAIŞ berê xwe dide Mûsilê; bêyî ku yek fişek biteqe, bertekek neyînî bê nîşandan, Mûsilê teslîm dikin. Wê demê hêzên leşkerî yê li Mûsilê artêşek bi rêk û pêk bû. Bi sedan bi qasî tabûrekî hêzên taybet yê Tirkiyê jî li wir bûn. Hemû bi hevre paşve vekişiyan. Hinek jî weke ku hatibe teslîmgirtin, lê ew bi xwe li gor peymanê radestî DAIŞ’ê bûne. Tenê artêş hêzên çekdarî na, hemû sazî û dezgeyên Mûsilê destedewr dibe. Ango rêveberiya Mûsilê di her warî de dest diguherîne. Di şûna Îraqiyan de DAIŞî tê ser kar. Lewra DAIŞ di wir de şer nake, kesekî nakuje û diçe li ser textê Mûsilê rûdine. Ji ber ku ew der di navbera Îraq-Barzaniyan-Tirkiyê û DAIŞ’ê de peyman tê çêkirin û bi vê hawî ew der teslîm digirin. Ya rastî teslîmgirtinê wêdetir li ser hinek xalên veşartî lihevdu dikin. Hema bêje tenê merasimekî çênebû ji bo destguhertina Mûsilê. Lê armanca wan a sereke (ku ev di nava aliyên peymanê de jî wisa hatibû diyarkirin) ne Mûsil e. Mûsil ji xwe bi heman ferasetê re tevdigeriyan û ji heman nijad û felsefeyê ve dihat birêvebirin. Bes Şengal, Mexmûr Kobanê, Rojava û bi giştî Kurdistan û nemaze jî Eniya Kurdistanê ya Pêşverû û Demokrat ne li gor dilê wan bû. Ku ew jî dibe sedemê armancgirtina DAIŞ’ê. Ji bo vê di rêzê de berê xwe didin Şengalê.

DAIŞ li bendê bû ku dê bi heman peymana lihevdûkirinê bi hêsanî bikevin Şengalê û her derê zevf bike. Li bendê bû ku pê re pê re li gor plansaziya xwe hovîtiya xwe bimeşînin û dê bigîjim mirad û mexsedên xwe! Ya rastî di peymana Mûsilê de Şengal jî heye. Ji xwe DAIŞ ne li bendê bû û ne jî hatibû bîra wê ku; dê Şervanên Azadiyê, Fedaiyên Serok Apo, Derwêş û Edûleyên Serdemê li pêşiya wan bibin ASTENG. Ji xwe hê DAIŞ neketibû Mûsilê, Tevgera Azadiyê ji rayagiştî û bi taybetî jî ji PDK’ê re daxwaza xwe radigihîne. Ji bo balê dikşîne ser êrîşê DAIŞ’ê, xeteriya Şengalê gotibû “Ji bo vê jî divê em bihevdu re Şengal biparêzin. Em weke Tevger ji bo parastina Şengalê Amade ne!” Lê ji ber ku hêzên xiyanetkar li ser masê di ciyê germ li Qeterê lihevdu kirine, têra xwe bêrîkên xwe tije kirine û êdî gel, welat mirovahî şeref rûmet nakeve bîra wan. Lewra ji xwe ev mijar di dil û mejiyê xiyanetkaran de nîne. Em vê yekê di rêxistinkirina 12 Siwariyên Derwêşê Evdî yên Serdemê de dibînin ku bi zor û zehmetiyan xwe digihînin çiyayê Şengalê. Naxwe ku wisa nîne ji bo çi Şervanê Azadiyê bi nepenî bikevin xaka xwe? Yanê ev derbasbûna 12 Siwarên Derwêşane bi qasî ku di eniyeke şerekî bêhempa de bin bi wê hesasiyet û bi wê bîr û baweriyê li ber xwe didin xwe digihînin Çiyayê Şengalê. Li Şengalê bi hezaran Pêşmergeyan her derê girtine. Deriyê navbera Rojava û Şengalê girtine da ku bêyî peymana navbera PDK û DAIŞ’ê tu kes nikaribe bikeve Şengalê. Ji Şengalê jî çi kes nefilite! Ev tam Komkujî jî nîne. Dê bi carekê koka Êzdiyan ji ser rûyê dinyayê rabikin. Ma ji xwe berî vê fermanê çend fermanên din ji xwe ji aliyê PDK û hevalbendên wî pêk hatibû. Bi tevî Kurdên “Bisilman” Şêx û Begên Kurdan jî têra xwe ji çermê Êzdiyan ji xwe kurk çêkirin. Lê dîsa neqeliyan. Ji ser erdê kêm be jî jiyana xwe domandin gelê Êzdî.

Wisa hatibû plankirin ku dê bi vê 74’emîn fermanê re tu kes qala qewmeke Êzdiyên Kurd neke! Lê plana wan vala derket û dijberî wê pêşket.

Tenê bi 12 hevalên canfeda; di nava Êzdiyan de di serî de li Çoltera Şengalê dor û bêrên gund û navçeyên qûntarên çiyê de bi awayeke Derwêşane dixebitin. Bêyî fikar kefenê wan di bin çengê wan de digerin. Mal bi mal, gund bi gund kes bi kes heta ku ew qanî dikin êdî eniya wan diterike. Welê bi hêsanî vê feraseta sedan salan ku ji aliyê xiyanetê ve hatine xafilkirin. Ew bi pereyan stendine zû bi zû qanî nabin ku ew hêza qaşo wan diparêzin li wan xiyanet bikin. Heta du ciwanan gundekî bi rêxistin dikin kedeke bêhempa didin. Bi caran bi girtin û avêtina zindanê re rû bi rû dimînin jî dîsa ji Ahda xwe nayên xwarê di rêya xwe de berdewam dikin. Hema bêje hemû muxtarê heremê bi tevê Pîr û Şêxên wan ve tev ji aliyê PDK ve bi pereyan hatine stendin. Ji devê muxtar bi xwe ku heval dixwazin wî birêxistin bikin, qanî bikin dibêjin “DAIŞ nêzîk e dê were ji bo vê jî divê em xwe bi xwe li ber xwe bidin. Pêşmerge we naparêze” jî Muxtar dibêje;“Em ji wan bawer in. Lewra ew muçe didin me. Her meh pereyan didin me ma çi yê we heye! Yê PDK pereyê wan pir e lê yê PKK qe tu quruşekî wan jî nîne ser de jî tu dibêjî ez ê we biparêzim!Ma tu yê çawa min biparêzî?”. Heta ku êdî dengê lingê DAIŞ’ê diçe guhê wan hê li xwe vardiqilin lê êdî pir dereng e! Axirî digel hemû bertek, astengiyên Pêşmergeyan, ji ber astengiyên kesaniyetî û hê bi dehan sedemên cûr bi cûr jî Lehengên Tevgera Azadiyê Fedaiyên Apogeran li çend deverên çiyan kom bi kom ciwanên Êzdî bi rêxistin dikin, ew dişînin Rojava perwerdeya leşkerî dibînin û dizivirin gundên xwe di nava du sê heyvan de heval çend ciyan Êzdiyan bi cih dikin. Bi çek û perwerde dikin. Pêşî bi gotina “bila her kes gundê xwe biparêze” qanî dikin û welê wan bi rêxistin dikin. Digel wî awayî jî dîsa dixwazin îla yek ji şervanê Apogeran ligel wan be. Dibêjin “Hema wisa di nava me de be û tenê ferman bide me her tişt em dikin. Bes bila yek ji we bi me re be” Lewra baweriya wan ji hevdu re nîne. PDK wisa ew fêr kirine û welê ew qanî kirine, kesaniyeta wan bi vê hawî ava bûye. Hela ew Qasim Şeşo û çend pêgirtiyên wî hene ku ji DAIŞ’ê xeternaktir in. Gel bi awayeke eşkereyî ditevizînin, e