Mezbaha polîsên tirk

Di 24’ê adarê de li gundê Çalişkanê yê Rihayê bûyerek hov pêk hat. Bedena parçebûyî ya zarokekî 16 salî Muharrem Aksem li cîhê ku polîsan talîma çekan dikirin hate dîtin. Êdî bi awayekî gûman nîne.

•
2 deqe xwendin
•Piling Welat
Mezbaha polîsên tirk

Di 24’ê adarê de li gundê Çalişkanê yê Rihayê bûyerek hov pêk hat. Bedena parçebûyî ya zarokekî 16 salî Muharrem Aksem li cîhê ku polîsan talîma çekan dikirin hate dîtin. Êdî bi awayekî gûman nîne. Xûya dike ku polîsên taybet ên tirk li ser bedena zarokê 16 salî talîma çekan kirine. Laşê wî bi fîşekan parçe kirine. Berê JÎTEM hebû. Bi hezaran mirov direvandin û laşê wan diavêtin deverên weke Newala Kasaba. Êdî her polîsek bûye xwedî potansiyela JÎTEMÊ. Gelek bi rehetî dikarin mirovan bikûjin. Kûjer hemû bereat dikin. Tu saziyeke dewletê jî hesap ji wan naxwaze.

Fenonema ku em jê re şaristanî dibêjin, xwe li ser kuştina mirovan parastiye. Dewlet, forma dawî ya vê civaka bi çînayetiyê ye. Dîroka vê şaristaniya ku bûye mezbaha mirovan bi kuştin û komkûjiyan tijî ye. Hûqûqa dewletan jî hema hema tim ji bo serdestan xebitî ye. “Hûqûq, bingeha mal û milk e.” Di qesrên dadgehên Tirkan de ev slogan heye. Di vê pergala hûqûqa dewletan de, jiyana mirovan ji ber ku ne mal û milk e, ‘qîmetê xwejî zêde tune ye’. Di hûqûqa modern de bicîhbûna hin mafên bingehîn ên mirovî jî ne bi xêra xwe hatiye bicîhkirin. Dewletan tu carî bi daxwaza xwe pêşketinên bingehîn di hûqûqa xwe de çênekirine. Mesela mafê hilbijartinê, mafê hilbijartina jinan, mafê grevê, hemû mafên însanî bi têkoşîna civaka demokratîk hatiye bidestxistin. Hetta pêkanîn û bicîhanîna van maf û xalên di hûqûqê de jî mixabin bi têkoşîna civaka demokratîk pêk tê. Yanî di hiqûqê de hatiye nivîsîn. Lê nayê pêkanîn. Ji bo pêkanînê jî têkoşîn hatiye meşandin. Ji ber ku dewlet bixwe hebûneke demokratîk nîne welew ku pergalên wê bi demokrasiyê dimeşîn jî di binî de hêzeke din a veşartî rol dilîze; tirs, kuştin û teror e. Polîs peyveke yûnanî ye û wateya wê bajar ango dewlet e. Hêza wê ya îdeolojîk dîn û hêza wê ya fizîkî jî polîs, şîddet û teror e. Peyva terorê ji latînî, ji lêkera “terreo” yanî (ditirsînim) hatiye. Di şoreşa burjuva ya fransî de, Jakobenan pêvajoya “terorê” de nêzî nîv mîlyon însan bi armanca tirsandinê kuşt