Mêrdîna biçûk: Qadîfeqale
Îzmîr Qadifeqale (Pagos) bi navê din Mêrdîna Biçûk. Bi gotina Baskin Oran jî Mardinkale. Dîroka wê dûv û dirêj e. Dûv digihîje Îskenderê Mezin. Îskender di sefera bakûr de tê Smîrnayê (Îzmîra Kevn).

Îzmîr Qadifeqale (Pagos) bi navê din Mêrdîna Biçûk. Bi gotina Baskin Oran jî Mardinkale. Dîroka wê dûv û dirêj e. Dûv digihîje Îskenderê Mezin. Îskender di sefera bakûr de tê Smîrnayê (Îzmîra Kevn). Dibêjin rojek Îskender li qotê Pagosê derdikeve seydê û li vir ji ser xwe diçe û radizê. Xewnekê dibîne. Di xewnê de jê re tê gotin bajar ji cihê wî rake û bîne qûntara qotê Pagosê. Çêkirina Bircên Qadifeqaleyê digihîje piştî mirina Îskender. Di sedsala 13’emîn de, di nav bircên Pagosê de sarinca avê, dêr û manastir jî tê avakirin. Di sedsala 15’emîn de, di dema padîşahê osmaniyan Mehmedê Yekemîn de birc têne xirakirin. Di dema Mehmedê Duyemîn de jî birc têne selihandin û dêrê jî diguherînin û dikin mizgeft. Dîrok dûv dirêj e. Lê dîrok ji bo kurdan xwe her tim dubare dike. Ji ber ku serdestên ku ew ji cih û warên wan qewirandine îro jî eynî qederê ji wan re dinivîsin. Fêm nakin, her çiqas wan kurd ji welatên wan dûrxistin jî kurd dîsa xwe diparêzin. Fêm nakin ku çawa xwe diparêzin. Roja ku


