Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin kuştin
Li navçeya Mîmar Sînanê ya navçeya Esenlera Stenbolê kesê bi navê Înan Taşçi bi sîlehê êrişî hevjîna xwe Gulay Taşçi (39) kir û ew qetil kir. Kujer Taşçi paşê jî lawê xwe Efe Taşçi (19) jî qetil kir.

Li navçeya Mîmar Sînanê ya navçeya Esenlera Stenbolê kesê bi navê Înan Taşçi bi sîlehê êrişî hevjîna xwe Gulay Taşçi (39) kir û ew qetil kir. Kujer Taşçi paşê jî lawê xwe Efe Taşçi (19) jî qetil kir. Kujer li xizmên xwe geriya û diyar kir ku hevjîn û lawê xwe kuştiye. Kujer paşê hewl da întihar bike.
Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û kujer Taşçi yê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Taşçi li nexweşxaneyê miriye.
Cenazeyê Gulay û lawe wê ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî.


