Li Şirnexê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Havva Guzel (46) ji duh ve li navçeya Elkê ya Şirnexê winda bûbû. Îro cenazeyê Guzel hate dîtin. Piştî ku malbata Guzel agahî da, cendirme û polîsan dest bi xebatên lêgerînê kirin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Jina bi navê Havva Guzel (46) ji duh ve li navçeya Elkê ya Şirnexê winda bûbû. Îro cenazeyê Guzel hate dîtin. Piştî ku malbata Guzel agahî da, cendirme û polîsan dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Di encama xebatan de cenazeyê Guzel li rex rûbarê Sîngeverê hate dîtin. Ji bo otopsiyê, cenazeyê Guzel rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.