Li ser pirtûka kêlileyên radengan çend gotin
Ji mamostayê binirx

Ji mamostayê binirx
Hewar Gabar re
Merheba mamosta, min pirtûka we ya dawî ya bi navê “Rênameya Zimanê Kurdî / Kilîleyên Radengan” xwend. Pirtûk ji serî heta binî tez û ji beşên divê were gotûbêjkirin pêk tê. Akademiya Kurd di vê mijarê de kêm e û heta dawî ji gotûbêjan re girtî ye. Ya hê xerîbtir di fêhmkirina qadek wekî zanista ziman a ji derveyî spekûlasyonên dihewîne û aliyê rêzimanî wêdetir, milê wê yê zanistî jî mijara gotûbêjê û di gotûbêjê re girtin de zehmetiyan dikişînim. Di akedemiya Kurdî de zanistvaniya ziman û di erebî de nahîv û tedvin a tê wateya berhevkartiyê hatiye tevlîhevkirin. Ev jî tê wê wateyê di me kurdan de mijara zanista ziman cihê gotûbêjêk berfireh e. Ev xebata we hazirkirî qada zanista ziman divejîne û belkî jî di me kurdan de ewileke.
Birêz Celadet Bedirxan ku em bi xebatên wî yên binirx nas dikin ne zimanzan e. Xebatên wî yên ziman û rêzimana kurdî gihandina nivîsandinê bêguman pir binirx in. Lê derfetên kirina zanista ziman a birêz Bedirxan tune bûn. Ev rewşeke tê fêhmkirin û wî bixwe jî pir caran aniye ziman. Zimanê kurdî pirsgirêka hemû mirovên zanistê yên xwe aydê çanda Aryen dibînine. Kurdî tenê ne zimaneke, çand û dîrok bixwe ye. Ji ekola Fransa ji fransî ber bi kurdî ve şemitîna ronahiyekî tê wateya ji ters ve xwendina zanistê.
Beyar û yar
Xelîl bîn êzdiyê ji koka zimanzanên Majî (Mecûsî) tê, belkî di dîrokê de zimanzanê herî mezin e. Di ziman de kombînasyon aydê wî ye û berhevkarên Ewropî jî pir jê bandor bûne. Di zimanê kurdî de teoriyên ji berkirî yên wekî kurdî ji filan qurm û malbatê ye dibe ku me bixapîne. Çareserkirina kilîleyên veşartî yên peyvên wekî “Ra-Yar-Aryan” ya mamostayê binirx, ne tenê bêjeyekî aqil û zêhniyeta di kûrahiya dîrokê de jî ronahî dike. Ev ziman tenê ne dareke, ji rayên zirav ên xwe berdayîn kûrahiya axek bibereket pêk tê. Wêdemê divê em di lêkolîn û vekolîna wî de jî zirav û nazik tevbigerin. Şitlên têr xemil ên li ser rûyê parçeyek axa bibereket û wateya pîroz a zeraqên rengê van tirhan afirandîn û aqilê zanist û dîrokê ya Ra û Aryan muhteşem e. Peyva Aryan ji zimanê me re ne biyanî ye û misoger aydê wî ye. Pir mixabin misogertiyek din jî zihniyeta me dagirkirî ye û ew jî ev e; em ji vî awayê hizrandinê hatine dûrxistin. Wekî tê zanîn em ji axa ne çandî re dibêjin, “beyar”. Heke em ji wateya vê peyvê derkevin rê, ji erdê çandî û têr dayîn re jî “yar” hatiye gotin. Di çanda Yarsan û Kakeyiyan de ev paradîgma bûye sosyolojî û di wateya endamên civakekî de hatiye bikaranîn. Heta gavek din jî bi pêş ve birine û îbadet bi zêdahiya yaran hatiye pîvan. Tê wê wateyê çiqas dostên te hebin ewqas tu xwediyê îbadetê yî. Ev dostaniya rayên wê pesartî axa bibereket, di zemanê nêzîk de wekî sifreya Xelîl Îbrahîm hatiye binavkirin.
Xelîl bîn Êzdî xwediyê mûcîzeya erebî ye. Bedewîtî têxistiye demarên rayê erebî. Ev peyvên di pêvajoya vê tedvînê (berhevkartî) de hatin berhevkirin pir balkêş in. Wateya peyva tedvîn û di kurdî de tevn heman in. Nahv an jî newh hevok e. Di rastiyê de ev cêwiya peyva “nav-naw” a kurdî ye û entegrekirina wêya tedvîna erebî wekî rojê kifş e. Baş e peyva bedewî erebî ye? Ev peyva tê wateya koçerên bi deveh ne erebî, Hind-Kurdî ye. Dêw û deveh ne peyvên erebî ne û kurdî ne. Bêguman sebebê me Xelîl Bîn Êzdî anî vê ne ev e. Xelîl bîn Êzdî, bi lîteratûra bîblîkal hemû peyvên fonksiyonel ên zimanên derdor kirine erebî.
Ba û Babîl
Çawa ku îngilîzî bi heman rêbazê kirin zimanê hemû Ewropa, erebî jî ji sedema dînê îslamê ev pêkanîn wekî îşek bi xêr dît. Di quncika mejiyê me re jî derbas nabe ku peyva aruz peyva yewnaniya kevn arîtmetîk bi xwe be. Xelîl bîn Êzdî bi kombînasyona bedewî bi hezaran peyv kirine erebî û berovajî wê îdîakirin hema bibêje hatiye bê îmkankirin. Ji bo îspatkirina vê lazime bedewiyek wê demê ji tirbê were derxistin û zindîkirin. Xelîlbîn Êzdî, edeta nivîsa erebî ya beriya Fenîke vegerand avantajekê. Dûre nivîs Rojhîlata Navîn hildigire û di tu nivîsên Rojhilata Navîn de tîpên dengçêker nînin. Sebebê vê di cewherê nivîsê de veşartiye. Nivîs ne ji bo dubarekirina axaftinê yan jî ji bo watedayîna peyvan hatiye hilberandin. Tu nivîsên kevn ne tevayê wî zimanê daxistî nivîsê ye. Her ku tu paş ve diçî ev rastî tengtir dibe. Nivîs sembol û her sembol bêjeyeke. Pesartî vê nivîsa Sûmer nayê wateya zimanê Sûmer. Nivîsa ji sedemên dîn û aborî îhtiyac pê hatî dîtin remzî ye. Aha ev teybetî di kurdî de zindî ye û halê proto-kurdî zimanek ê din e. Di navbera dînên ne şênber ên em dizanin û dînê kevn yê me kurdan de ferqên mezin hene. Di me kurdan de xweza û watedarkirina xwezayê hevsengê dîn e. Jixwe ji bêjeyên mak ên kurdî derxistina vê rastiyê mumkun e. Weke mînak; peyvên xweza û xwedê, dîn û dîtin, ba û bawerî, mêj û mêj (îbadet) ji xwezayê hatine tûrehkirin. Celal Şengor dibêje; rayê hemû xwedayên Mezra Bohta “ba”ye. Dînê k


