Li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd
Peymana Sykes-Picot bingeha peymana Sevrê ye. Peymana Sevrê parçekirina Anatolyayê û Mezopotamya Jor plan dike. Temamî Sevr ji holê ranekiriye; hinekî bêtesîr kiriye.

Peymana Sykes-Picot bingeha peymana Sevrê ye. Peymana Sevrê parçekirina Anatolyayê û Mezopotamya Jor plan dike. Temamî Sevr ji holê ranekiriye; hinekî bêtesîr kiriye.
Di bin pirsgirêkên bingehîn ên aktuel ên Rojhilata Navîn de hûnandina dewletên netewe heye û pirsgirêka kurd jî bi awayekî bingehîn ji ber vê hûnandinê ye. Di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi awayekî hat hûnandin ku pirsgirêk bi kêmanî sedsalekî dewam bikin hat xêzkirin. Ji bo Ewropayê peymana Versaillesê çi be, li Rojhilata Navîn jî peymana Sykes-Picot ew e. Peymana Versailles a bi rola ‘Aştiya Dawî Li Aştiyê Anî’ rabû rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekir. Peymana Sykes-Picot jî bi heman rolê rabû. Li şûna aştiya Osmanî, Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir.
Di dawiya şer de bi tevahî dewletên netewe yên derketin holê, bûn organîzasyonên welê ku li hundir li dijî gelên xwe, li derve jî li dijî hevdu şer kirin. Maneya tesfiyekirina civaka ji rêûresmê şerê li dijî gelan bû. Maneya nexşeyên bi cedwelan hatibûn xêzkirin jî ew e, bi van nexşeyan bang li dewletên qelp dikin ji bo li dijî hev şer bikin.Bi tenê hûnandina Îsraîlê bi halê xwe yê heyî ji şerê sedsalî bihurî ye. Hê jî pêşbîniya wê nayê kirin ku wê hê çiqasî rê li ber şerên mezin veke. Libnana piçûk timî di nava şer de ye. Sûriye timî di nava rewşa awarte de ye û bi Îsraîlê re şer dike. Jixwe dewleta Iraqê ji roja avabûna xwe di nava şerê hundir û derve de bû. Di vî warî de rewşeke cuda ya Îranê tineye. Mentiqê di avabûna tevahiya dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn de pirsgirêkên heyî yên civakî çareser nake, pirsgirêkan bêhtir zêde dike û ev dihêle dewletên netewe timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêhm bike tewazun an jî bêtewazuniya dewletên netewe li Rojhilata Navîn çawa hatiye hûnandin û


