Kurdan di 25 salan de xwe ji nûve ava kirin

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin.

•
1 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Kurdan di 25 salan de xwe ji nûve ava kirin

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Pêvajoya komploya navneteweyî heta ku 15'ê Sibata 1999'an Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê dewam kir. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Tecrîda li ser Ocalan 26 sal in bênavber didome. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve, ji dema hevdîtina wî ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re, tu agahî jê nayê girtin. Piştî komploya ku Abdullah Ocalan wekî "Operasyona NATO-Gladio", "Destpêka Şerê Cîhanê yê 3'yemîn", "Komploya herî mezin a sedsala 21'ê" û "Pêngava yekemîn a destwerdana li Rojhilata Navîn" bi nav kir, hêrseke mezin derket holê. Kurd û dostên wan çar aliyê cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê veguherandin qada çalakiyê. Ji destpêka komployê heta niha zêdetirî 100 kesî bedena xwe da ber agir. Bi milyonan kes di 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de reş girêdan û hêrsa xwe li kuçeyan dan der.