Konferansa TJA'yê dest pê kir

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA)’yê ku ji welatên cuda jin hatin beşdar bûn û dê du rojan li Demir Otelê bê lidarxistin; bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Konferansa TJA'yê dest pê kir

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA)’yê ku ji welatên cuda jin hatin beşdar bûn û dê du rojan li Demir Otelê bê lidarxistin; bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin" dest pê kir. Jinên piştî 30 salan ji girtîgehan derketin, aktivîstên femînîst ên ji welatên cuda, çalakvanên Nobeta Edaletê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli konferansê bûn. Li eywana konferansê pankartên bi nivîsên “Jin jiyan azadî”, “Our journey to freedom”, “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” û wêneyên jinên siyasetmedar ên kurd ên hatine qetilkirin hatin daliqandin. Her wiha li destpêka eywanê wêneyên jinên girtî hatin daliqandin. Konfernas bi axaftinan didome.