Ji bo çapemeniyê gaveke dîrokî bû

Bi sedan ajansên nûçeyan ên navneteweyî yên li her dera cîhanê heyî, gerînende û berpirsyarên van ajansan bi giştî di destên mêran de ne.

•
4 deqe xwendin
•Bêrîvan Kayi

Bi sedan ajansên nûçeyan ên navneteweyî yên li her dera cîhanê heyî, gerînende û berpirsyarên van ajansan bi giştî di destên mêran de ne. Wekî gelek kar û pîşeyan di qada çapemeniyê de jî her çiqas ked û xebatên rojnamegerên jin hebe jî, weke ku tune be tê hesibandin an jî keda jinan ber bi avê ve diçe. Ji AFP’ê heta AP, UPI, TASS û hê gelek ajansên ku li cîhanê tên nasîn bi taybetî di gerînendehiya wan de mêr hene. Çapemeniya azad ango ya kurdî ev rewşa li cîhanê bi vekirina ajansên xweser ên jinan berovajî kir. JINHA destpêka ragihandina jinan a xweser e û di roja 8’ê Adara 2012’dan de hat avakirin. Bi minasebeta Roja Jinan a Cîhanê em bi edîtora JINHA’yê ya berê, edîtora JINNEWS’ê ya niha Leyla Ayaz re axivîn.

Jinha’yê bi kîjan sedeman dest bi weşangeriyê kir, çima pêdivî bi ajanseke jinan hat dîtin?

Jinha’yê di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşana xwe kiribû. Ji bo jinên kurd destpêkeke girîng bû, ji bo asta çapemeniya kurd û ya azad tiştekî girîng bû. Divê mirov li ser gelo çima hewcedarî bi ajanseke bi vî rengî hat dîtin bisekine. Jixwe çapemeniya azad xwedî mîrateyeke bingehîn e. Vekirina ajanseke jinan ji bo çapemeniya kurd û çapemeniya azad pêngeveke dîrokî bû. Ji ber ku bandora çapemeniya azad a li ser raya giştî û li ser kurd û Kurdistanê îro em tev dizanin. Heta niha agahiyên ku nedihatin girtin bi rêya çapemeniya Kurdistanê dihatin girtin. Ev hatibû merhaleyekê. Ligel vê yekê jî hertim aliyekî çapemeniya azad kêm dima. Ev hêl jî ragihandina jinan bû. Belê her çiqas çapemeniya azad xwedî gelek amûrên ragihandinê be jî û di her saziyeke xwe de bi hejmarên zêde jin hebin jî di warê ragihandina jinan de kêm dima yan jî di nav giştî de winda dibû. Yanî nasnameyeke rojnamegeriya jinan hebû lê di nav giştî de ne dihat dîtin. Jinan hertim di hêla ked, edîtorya, qamera, di hêla nûçegihaniyê û hwd. de cih girtibû lê vê yekê têrê ne dikir helbet. Yanî kedeke pir mezin dihat dayîn lê ne ber çav bû. Kedek hebû nedihat dîtin. Mesele di rojnameyê de tenê rûpela jinan, di ajansan de jî tenê beşek ji bo jinan dihat veqetandin. Di van rûpel û beşan de ji pirsgirêkên jinan heta kar û xebatên wan, serkeftinên wan û hwd. dihat dayîn lê ji ber ku tenê wek beşekê bû, reng û dengê jinan, rastiya jinan, polîtîkayên li ser jinan zêde nadihatin dîtin an jî di nav giştî de winda dibû. Êdî di atmosfereke bi vî rengî de JINHA vebû û bêguman vekirina ajanseke jinan gaveke dîrokî bû. Bi her awayî îro çawa ku em qala xweseriya jinan dikin di çapemeniyê de jî pêdivî bi xweseriya ragihandina jinan hebû.

Belê niha te jî di nav bersiva xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina JINHA û ragihandina jinan. Ê ligel vê giringiya ajanseke jinan zahmetiyên derketin pêşiya we çibûn?

Helbet ji dema pêvajoya vekirina JINHA’yê heta niha ji her aliyî ve me gelek zahmetî kişandin. Zahmet bû, rîsk li pêşiya me hebûn. Dema me jinên çapemeniya azad, ji bo ajanseke jinan biryar da jî helbet me zanîbû dê pirsgirêkên derkevin pêşiya me hebin. Di serê me tevan de pirsa gelo dê çi bibe, dê çawa bibe, nûçeyan çawa çê bikin, dîmenan çawa bikşînin, edîtoryeya wê çawa be, hebûn. Ji ber ku em tev jî hînî xebatên giştî bûbûn, di aliyê dê ragihandina jinan çawa be de jî kelecan hebû. Mesela nîqaşên bê ka gelo ragihandineke ku bi her aliyî meyzandin, fikr û bi çavên jinan tên parvekirin dê çawa be, hebûn. Yanî hem kelecanî, coş hem jî tirs hebû û vê yekê jî bixwe re hin tişt afirandin. Jinên ku nûçe çêdikirin di giştî de jî çêdikirin, jinên ku qamera bikar dianîn di nav giştî de jî bikar dianîn, edîtorya û yên din jî bi heman rengî. Ev tev kom bûn û hatin gel hevdû hêzeke mezintir bixwe re anî. Helbet zahmetiyên di aliyê ziman û hwd. de jî hebûn. Ji naveroka nûçeyan heta dîmen, peyv, sernav û hwd. diviya bû ku ji hişmendiya baviksalar hê zêdetir