Îbrahîm Bîlmez: Divê her kes berteka xwe ya demokratîk nîşan bide

Parêzerên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, li ser tecrîda giran a li ser Ocalan, biryarên Komîteya Wezîran a Ewropayê û çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê yên di sala 2022'yan de ji Ajansa...

•
3 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Parêzerên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, li ser tecrîda giran a li ser Ocalan, biryarên Komîteya Wezîran a Ewropayê û çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê yên di sala 2022'yan de ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

22 sal e li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye. Di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de we ragihandibû ku ji sala 2015'an ve hûn tu agahiyê ji rêber Abdullah Ocalan nagirin. Hema hema her hefte hûn serî lê didin. Divê ev yek çawa bê şîrovekirin?

Di aliyê hiqûqî, exlaqî, olî yan jî mirovî de ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber vê yekê dive îtîraz bê kirin. Me mînaka Guantanamo dida, lê belê heta girtiyên li wê derê bi rengekî dikarîbûn bi parêzerên xwe re biaxivin. Li Îmraliyê ji wê jî wêdetir e û heta agahiyek jî jê nayê girtin. Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye, di destûra xwe de dewleta hiqûqê ye û gelek rêziknameyên mafên mirovan tê de hene, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û hemû mafên di peymanê de qebûl dike. Di vê peymanê de mafên mirovan, mafê jiyanê, mafê wekheviyê û hwd hene. Tevî vê yekê jî mirov nikarin girtîgeheke li Tirkiyê ziyaret bikin. Me agahiyên herî dawî di Adara îsal de girtin. Ji ber hin nûçeyên, hevdîtineke nîvçe ya telefoneke bi birêz Ocalan re çêbû. Em nizanin bê ka çima nîvçe hiştin. Birêz Ocalan di hevdîtineke kurt a li gel birayê xwe de got "Ez vê bêhiqûqiyê qebûl nakim û dixwazim bi parêzerên xwe re biaxivim." Ji wê demê û vir ve me hewldanên xwe zêde kirin. Me her hefte serlêdana ji bo hevdîtinê kir û em hê jî didomînin. Li Tirkiyê dema mijar dibe Îmrali û birêz Ocalan her tişt li ser kaxizan dimîne.

Dadgeriya Bursayê got di 12'ê cotmehê de 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û di 18'ê tebaxê de jî qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan hatiye dayîn. Lê belê têkildarî qedexeyê agahî nedan parêzeran. Cezayê pêgermokan jî dan. Aliyê hiqûqî yê van kiryaran çi ye û çima bi taybetî ji parêzeran re nayê gotin?

Ji bo ku em bersivê bidin van pirsan divê em pêşî bi muwekîlên xwe re biaxivin. Ev pirsgirêka herî mezin e, em nikarin wan bibînin an jî bi wan re têkiliyê deynin. Heke em hev bibînin, em ê bikarin ji wan bipirsin ka çi qewimiye, çima cezayê dîsîplînê danê. Lê em nikarin vê jî bipirsin. Di salên dawîn de gihîşt wê astê ku em hewl didin pêşî li alîkariya hiqûqî jî bidin. Ji ber vê yekê cezayê dîsîplînê ji me tê veşartin, ji me re nehatiye ragihandin. Em bi israr serlêdana parêzer û malbatê dikin. Heta di bersiva serlêdanan de nabêjin ceza li wan hatiye birîn. Piştî bi mehan em bi awayekî din hîn dibin. Lê êdî pir dereng dibe. Em îtirazê li dadgeriyê dikin, dema tê redkirin em serî li Dadgeha Ceza didin û dema ev red dike, em serî li Dadgeha Destûrê didin. Bi salan diajo û em vê yekê vediguhêzin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Prosedureke hiqûqî didome. Êdî vê jî naxwazin û hewl didin bidin sekinandin. Ji ber vê yekê ji parêzeran vedişêrin. Me pê zanî ku birêz Ocalan ji berê de dev ji îtirazkirinê berdeaye û muwekîlên me