Hamleya Azadiya Ocalan bûye cîhanî

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, têkildarî hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê dostên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li 74 navendan...

•
2 deqe xwendin
•Felemez Ulug
Hamleya Azadiya Ocalan bûye cîhanî

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, têkildarî hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê dostên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li 74 navendan dest pê kir, nirxandinên girîng kir. Ahmet Karamûs, anî ziman ku êdî ew wekî hamle, kampanya an jî piştgirî bi nav dikin an jî tiştekî din bi nav dikin bila bikin, vê yekê sînorê Kurdistanê derbas kiriye û derketiye asta cîhanî û wiha got: “Ji Amarîka û Afrîka bigire heta Hîndîstan û Japonya fireh bûye. Ev hamleya ku ji bo tecrîda Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir; hedef û armanca vê yekê azadiya birêz Ocalan e. Rewşa Rojhilata Navîn li pêş çavên me ye. Li hemû devera ku em lê dijîn nakokî û alozî gelek zêde ne. Gengeşiyên etnîkî, civakî û di asta aborî de berfireh bûye. Metirsiyek gelek gelek mezin li ser herêmê û aştiya cîhanê belav bûye.”

Pirsa kurd pirsa Îsraîl û Fîlîstînê ye

Ahmet Karamûs, da zanîn ku nakokiya van pirsgirêkan, alozî ûgengeşiyê li Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Pirsa (kêje) kurd pirsa Îsraîl û Fîlîstînê ye. Neçareseriya pirsa kurd dibe sedema rageşî, gengeşiya li Rojhilata Navîn û cîhanê. Herêma Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê cihekî gelek girîng e. Hemû alozî jî li vê herêmê ne. Li vê herêmê jî pirsa kurd û pirsa Îsraîl û Fîlîstinê jî di nav de ye. Ew hêzên dewletên dagirker û dîktator ên hegomonîst ku dixwazin hegomonya xwe ya beriya sed salî bi şûnde vegerînin yek ji wan jî dewleta tirk e. Ji bo ev pirs û kêje neyê çareserkirin, dewleta tirk konsepta şer dide pêş. Dixwaze her kes bi vî şerî mijûl bibe. Eger ev şer, gengeşî û alozî nebe, ev pirsgirêk dê bi rêya siyasî bê çareserkirin. Dewleta tirk ji bo hevî, stratejî û armancên xwe li ser stratejiya ku otorîteya osmaniya nû bi şûnde bîne van gengeşiyan zêde dike, politikaya şer dixe meriyetê. Ji ber vê yekê rola Birêz Ocalan bêtir derdikeve holê. Girîngiya paradigma, fikr û felsefeya çareseriyê ya Birêz Ocalan bêtir derdikeve holê. Ji bo k