Ferîd Demîrel:Di çîrokan de jiyana kurdan a wê demê û fikra Sosyalîzmê heye

Di demeke nêz de Weşanxaneya Sor pirtûka bi navê “Guldesteyek Ji Baxê Rewanê” û Weşanxaneya Cervantes jî pirtûka bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” çap kirin.

•
2 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan

Di demeke nêz de Weşanxaneya Sor pirtûka bi navê “Guldesteyek Ji Baxê Rewanê” û Weşanxaneya Cervantes jî pirtûka bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” çap kirin. Di herdû pirtûkan de jî çîrokên di dema Sovyetê de hatibûn nivîsandin, hene. Orîjînala çîrokan bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine nivîsandin. Rojnameger Ferid Demirel ew li gorî alfabeya Bedirxanî amade kirine û di du pirtûkan de civandine.

Me xwest der barê van herdu pirtûkan de û kar û barên di dema Sovyetê de hatine kirin, bi rojnameger Demirel re biaxivin. Demîrel diyar kir ku di serdema Yekitiya Sovyetan de gelek berhem bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine çapkirin: “Di nava 5 salan de hezar û 7 pirtûk hatine çapkirin. 47 dibistan vebûne. Ev hejmareke gelekî zêde ye. Ev hejmar rewşa xebatên wê demê nîşan dide.”

Tu kengî û çawa bi van çîrokan hesiyayî? Te li gor kîjan pêdiviyê dest bi vê xebatê kir?

Ji 10 salan zêdetir e ez li ser van tiştan dixebitim. Belkî zêdetir jî be, tam nayê hişê min ku min kengî destpêkir. Rojekê, niha baş nayê bîra min pirtûkek bû, çîrokek bû, an jî metnek bû, ji wê demê nivîsek ket destê min. Bi alfabeya ku Ereb Şamîlov û Marogulovî amade kiribû hatibû nivîsandin. Vê gelekî bala min kişand. Ev ji min re bû destpêk. Piştî 7-8 salan, li ser înternetê min çend pirtûkên PDF peydakirin. Li ser malpera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hebûn. Kurdish Library. Min ew PDF daxistin. Destpêkê min hewl da ez bixwînim. Ji ber ku alfabe ne tam bi Latînî bû ne jî Kîrîlî bû. Di navbera herdu alfabeyan de bû. Hin tîp yên alfabeya Kîrîlî, hi jî yên ya Latînî bûn. Paşê jî min hewl da wan wergerînim alfabeya ku Celadet amade kiriye. Ne ji bo rojekê bên çapkirin an jî ez bi hinekan re parve bikim. Ji min re bûbû meraq û min ji xwe re wergerand. Di vê navberê de haya min ji hin pirtûkan çêbû ku weşanxaneyan ew wergerandine. Dema ez li girtîgehê bûm, min derfet dît ku ez çendan ji wan bixwînim. Piştî ji girtîgehê derketim, min biryar da ku ez bi