Ev mizgîniya Berxwedan e
Efrîn bihuşta vê dunyayê û bûka Kurdistanê ye. Erdnîgariyeke ku xweda ji dil ve xêz kiriye ye. Efrîn mereqa neyaran bû. Xêr û bêrên wê; hem sererd hem binerd bi dest bixin.

Efrîn bihuşta vê dunyayê û bûka Kurdistanê ye. Erdnîgariyeke ku xweda ji dil ve xêz kiriye ye. Efrîn mereqa neyaran bû. Xêr û bêrên wê; hem sererd hem binerd bi dest bixin. Çavên timakeran li herêmê bû. Her cure polîtîka li ser herêmê û xelkê wê pêk anîn ku herêmê dagir bikin. Di 20’ê Çileya 2018’an de hemû dovik û movikên nandoz anîn ber sînorê herêmê û dest bi hovîtiya xwe kirin. Herêma ku di çavên xelkê wê de dibiriqî kirin dojeh. Hiştin xelkê wê terka malzaroka xwe bikin. Efrîn di çav û dilên xelkê wê de bûka Kurdistan û cîhanê bû. Ji hêla hovan ve di 18’ê Adara 2018’an de hat dagirkirin. Di bûyerên wê êşê de tevî hemû welatparêzên axê, xortekî zewicî terka hevjîn û zarokê xwe, bav û dayika xwe kir. Li hember dijminê pîr û kalan û nandozên wê tev li şerê hebûnê bû. Xortê xwendevan bi navê Berxwedan li eniya Raco tevî hevrêyên xwe bi hêviya ku li pêşiya nandoz û dewleta tirk a qirkir bigirin rext û çekê xwe hilda û li hember nandozên ku di bin sîwana balafirên şer, helîkopterên şer


