Eş-Şebabê êrîşî wargeheke leşkerî kir: 5 kes jiyana xwe ji dest dan
Serfermandarê Artêşa Somaliyê Odawa Yûsûf, bi daxuyaniyekê ragihand ku li paytexta welat Mogadişûyê li dijî wargeke perwerdeya leşkerî êrîşeke bombeyî pêk hatiye.

Serfermandarê Artêşa Somaliyê Odawa Yûsûf, bi daxuyaniyekê ragihand ku li paytexta welat Mogadişûyê li dijî wargeke perwerdeya leşkerî êrîşeke bombeyî pêk hatiye. Yûsûf, da zanîn ku di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.
Êrîşê Rêxistina Eş-Şebabê girt ser xwe.
Wargeha ku teqîn li dijî wê pêk hat nêzî baregeha leşkerên tirk e.


