Erebê Şemo 126 sal berê wekî îro ji dayik bû
Nivîskarê kurd Erebê Şemo Şamîlov di 23’ê cotmeha 1897’an de li gundê kurdan Sûsûzê ji dayik bûye. Gundê Sûsûz ku Şamîlov lê ji dayik bûye niha navçeya bajarê Qersê yê bakurê Kurdistanê ye.

Nivîskarê kurd Erebê Şemo Şamîlov di 23’ê cotmeha 1897’an de li gundê kurdan Sûsûzê ji dayik bûye. Gundê Sûsûz ku Şamîlov lê ji dayik bûye niha navçeya bajarê Qersê yê bakurê Kurdistanê ye. Wê demê ev bajar beşek ji Împeratoriya Rûsyayê bû. Nivîskarê navdar di nav malbeteke şêxên êzîdiyan ê feqîr de tê dinê. Bavê wî rêncber bûye; şivan û gavantî dikir, dayika wî 5 zarok; sê kur û du keç xwedî dikir, mezin dikir, wisa jî malên dewletiyan de dixebitî.
Zarokatiya nivîskar li nav tehlî û tengasiyê de derbas dibe. Erêbê biçûk pir jîr û jêhatî bûye, bavê wî dixwest ku lawê wî yê herî biçûk bixwîne û bibe merivekî mezin û kêrhatî. Erebê biçûk dixwest zû mezin bibe û bibe şivan û alî bavê xwe bike. Gava malbeta wan cîguhastî gûndê Melekanan dibe, li wir dibistana seretayî ya zimanê rûsî hebûye, perên zarên feqîran tunebû li wir bixwînin. Ew li dibistanê weke dergevan dixebite. Mamosteyê zimanê rûsî û keça wê ya ciwan ji Ereb pir hez dikin. Keça mamoste alfabeyeke rûsî pêşkêşî wî dike. Mamosta îznê dide ku Erebê biçûk fêrî xwendin û nivîsandina zimanê rûsî bibe. Di demeke ne dirêj de Ereb fêrî zimanê rûsî dibe. Ew ku der biçûya diviya ku ew pirtûk di torbê wî de bûya. Ew di mekteba gundê kurda yê cînar de xwendina xwe berdewan dike.
Dema destê wî dar digire weke dûajo alî bavê xwe dike. Di 15 saliya xwe de li bajarê Tbîlîsê û fabrîn pêmzayê (karxana kevirbirînê) de weke pale/xebatkar dixebite. Paşê li tabûra sisiyan a kazakan de weke wergêr dixebite. Di sala 1916’an vedigere Qersê. Di çêkirina riya hesin a navbera Sarîqamîş-Erziromê de dixebite. Di sala 1917’an de li gel leşkerê ûris berê xwe dide Stavropolê. Di sala 1918’an de dibe endamê Partiya Bolşêvîkan (komûnîstan). Di sala 1920’an de li gel Ordiya Sor a Hejmara 11’an dikeve Bakûyê. Piştî Bakû ji destê mênşêvîka-mûsafatistan tê rizgarkirin hema wê salê diçe Moskovê û li Înstîtuya li ser navê Lazarêv de tê qebûlkirin.
Piştî temamkirina xwendina xwe di sala 1924’an vedigere Ermenistanê. Li Yêrêvanê di Komîtiya Navendî ya Partiya Komûnistan de dixebite. Wisa jî li gel nifşa rewşenbîrên kurd a yekem, hîmdarên navendên kurdî (kurmancî) yên perwerdeyî, ragîhandinê û agehderiyê, çand û hunerê, zimanzanî û wêjeyî kar dike. Dewleta Ermenistanê di salên 1920’an de 28 dibistanên zimanê kurdî li gundên kurmancan vedike. Paşê di salên 1930’î de hejmara wan mekteban digihîje 44’an. Mamostayên zimanê kurdî wê demê kêm bûn. Loma bi înîsiyatîva Erebê Şemo û hevalên wî Têxnîkûm (Seminariûm) a Kurdî ya Pêdagogiyê ya Piştkavkazê tê damezirandin. Hema wê salê hejmara yekem a rojnameya kurdî Rya Teze bi tîpên kurdî-latînî ronahî dibîne. Erebê Şemo di rêdaksiyona Rya Teze de weke rojnamevan dixebite. Di sala 1928’an de Erebê Şemo û Îhsahak Meragûlov ê asûrî elîfbêya kurdî-latînî (Pirtûka xwe bi xwe fêrbûna zimanê kurdî) amade dikin û di sala 1930’an de tê çapkirin. Di sala 1930’an de romana "Şivanê Kurd" cara yekem bi kurdî hate weşandin.
Ev roman bala xwendevanan dikişîne ser xwe. Ulimdarê Rûsayê yê bi nav ûdeng V. Nikitin, ev berhema hêj, sala 1946’an, werdigerîne rûsî û firansî û bi navê "Şivanê kurd", bi herdu zimanan dide weşandin. Sala 1946’an, Nûredîn Zaza, romana "Şivanê Kurd" ji zimanê fransî werdigerîne kurdî û li Beyrûtê çap dike. Ev roman bi pir zimanan: rûsî, ermenî, almanî, tirkî, azirî, gurcî, erebî, farizî, fransî, îngilîsî, macarî hatiye çap kirinê. Sala 1931’ê Erebê Şemo berê xwe da Lênîngiradê. Ew di Înstîtûta Rohiatzaniyê de dibe aspîrantê akadêmîkê ermenî yê navdar: Hovsêp Orbêlî. Ew dibe hogirê Qanatê Kurdo û Ordîxanê Celîl.
Nivîskarê bê sûc û guneh, sala 1937’an dikeve tora asayîşa Yekîtiya Sovyêtê. Ew tê axsor kirin û berê wî didin Sîbîriya sikî sar. Tevî çend nivîskarên kurd; Haciyê Cindî, Ehmedê Mîrazî, Cerdoyê Gênco. Bi nazionalîzma kurdî tên tawanbar kirin. Yek ji mane û bahana girtina wî û hogirên wî têkiliyên wan bû li tev Rewşenbîrên kurd yên Kurdistana Bakûr yên ku wê demê ji welêt hatibîn dûrxistin û xerîbiyê de kovara Hewer diweşandin. Hogirên Erebê Şemo bi cezayên sivik xelas dibîn. Lê ew 17 sala li Sîbîrya dijî. Nivîskarê xwedî marîfet, naşkê. Ew zîrek û xebathez bû. Çi kar û xebat jî wî destê xwe bavîtayê, ew xebat bi destê vî ve dihat. Ew li wir zewicî û du zarok, du keç, ji wî ra çêbûn.
Salek piştî mirina Stalîn, sala 1954’an, ew tê efû kirinê û vedigere Ermenistanê. Ew dîsa karê wêjeyî û çandê berdewam dike. Ked û emeka nivîskar di warê pêşxistin û dewlemendkirina ziman û wêjeya kurdî de pir bû. Romana wî Şivanê kurd, ew romana kurdî ya yekem e, lema jî wî re digotin "Bavê romana kurdî". Alfabêya kurdî - latînî di cihanê de ya yekem bû, ku wî û hogirê wî Ihsaak Meragûlovê aşûrî amade kirin. Hetanî sala 1937’an rojnameye Rya Teze û pirtûkên nivîskarên kurd, bi tîpên kurdî - latînî dihatin weşandin. Salên 1937’an hetanî 1944’an, dergehên hemû navemdên kurdî, hatin girtin. Sala 1944’an Haciyê Cindî alfabêya kurdî - rûsî amade dike û pê wê Alfabêyê dîsa pirtûkên kurdî tên weşandin.
Sala 1955’an Rya Teze cardin dest bi weşanêkir. Çawa me pêşde got, nivîskarê navdar wek rojnamevan li rêdaksiyona Rya Teze de dixebitî. Ew wisa jî di Navenda Komîtêya Komûnîstên Ermenistanê de dixebitî. Sala 1978’an nivîskarê navdar, mamostayê nivîskarên wê demê yên ciwan, 81 saliya xwe de mir. Lê ew nemirî ye. Xwendekarên romanên wî, wê tim hebin û berhemên wî nahêlin ew bê jibîrkirinê. Alfabêya kurdî - latînî, sala 1991’ê, piştî hilweşîna YS, dîsa bû ya fermî. Rya Teze dîsa bi tîpên kurdî - latînî hate weşandin. Dîsa pirtûkên nivîskarên kurd yên ji Eremenistanê di Yêrêvanê de jî hatine weşandin. Di Yêrêvanê de, li ser dîwarê avahiyê nivîskarê me yê nav û deng, kevirekî mermerî heyê, li ser wê nivîsar e: Vî avayî de, ji sala 1965’an hetanî 1978’an, nivîskar û siyasîmedarê kurd Erebê Şemo Şamîlov jîyana xwe derbas kiriye.
Bîranînên min derbarê wî nivîskarê navdar de: Piştî sala 1965’an, ew nivîskarê mezin, di avayîkî navenda bajarê Yêrêvanê de dijî. Wê demê min zankoya bijîşkiyê û sinifa dudan de dixwend. Wê demê min helbest û goter dinivîsîn. Pir caran em rêdaksiyona Rya Teze de, beşa kurdî ya Radîokomîtê a Ermenistanê de, wisa jî di sêksuyona nivîskarên kurd ya li nik Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê de û li civînên Komeleya xwendekarên Kurd de ya li nik Komîtêta Komsomolê bajarê Yêrêvan, me hevdu didît.
Ew tim bi cilên bêqisûr ji mal derdiket. Bejnê de ew nîvçeyî bû. Dêmê wî gurover bû. Çavên wî gir û jîr. Dengê wî nimiz û zelal. Tenê rêveçûna wî re dihat xuyakirin, ku wî pir tehlî , tengasî dîtibû. êdî kal bibû, gopalekî bedew car - carna digirt destê xwe.
Kêfa wî pir ji xwendevanê kurd re dihat. Bi hereketê wî camêrî, çendek ciwanên Kurdistana Rojava, bibûn xwendekar, telîb, di Yêrêvanê yan jî Moskivê de, di zanko, înstîtûtan de xwendina xwe berdewan dikirin.
Hevjîna wî, Marîa Vasîlêvna, kulfeteke berbihêr, dilovan, mêvanhez bû. Ew rûs bû. Li Sîbîriyayê wan hevdu dîtibû û zewicî bûn. Jina nivîskar ya beriya Marîa Vasîlêvnayê alman bûye. Ew ji nexweşiya giran zû dimire. Em, xwendekar, pir caran diçûn seredana nivîskarê mezin, mamostayê xwe. Du keçên mamostayê me hebûn. Ewan 18 û 20 salî bûn. Nivîskarê navdar pir dixwest, ku keçên wî bi me re çavnas bin û ewan jî komela me ya xwendekar de bixebitiyana. Lê herdu keç jî pir şermoke bûn. Xwendekarên kurd yên wê demê gişt lawên gundiya bûn, keçikan şermoketir bûn û pozbilind bûn. Herdû keçên nazik jî paşê, dereng mêr kirin. Lê mixabin mêrên wan ne kurd bûn.
Mamostayê me ji xebatê pir hez dikir. Wî hez dikir, ku şev bixebite. Sala 1959’an bi sehnaroya mamostayê me fîlma "Kurdên Ermenistanê" derdikeve li ser ekranên sînêmeyan. Sala 1967’an, "Hikiyatên gelê kurd" li Moskvê tê weşandin. Wî wisa jî 4 romanên din nivîsîye û daye çapkirin: "Berbang", 1958. “Jîyana bextewar’, 1959. “Dim-Dim”, 1966. “Hopo”, 1969.
Niha em ji devê hinek rewşenbîr û nivîskarên kurd dibihîzin, ku "Romana kurdî tûne, nîne". Lê bi nêrîn û dîtina me, romana kurdî hebûye û niha jî heye. Em nivîskarên kurd yên Yekîtiya Sovyêt, xasma yên ji Ermenistanê, yên nifşa dudan - sisiyan, li ser şopa mamostayê xwe dimeşin. Pir romanên me hatine weşandin û belavkirin. Em di wê baweiyê de ne, ku nifşa nû, bi romanên ji romanên me çêtir, pêşkêşî xwendevanên kurd bikin.


