Dlêr: Armanca serdana Fidan tasfiyekirina PKK’ê bû

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di 23’ê Tebaxê de hikûmeta Iraqê û di 24’ê Tebaxê de jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ziyaret kiribû.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Dlêr: Armanca serdana Fidan tasfiyekirina PKK’ê bû

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di 23’ê Tebaxê de hikûmeta Iraqê û di 24’ê Tebaxê de jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ziyaret kiribû. Hakan Fidan di serdana hikûmeta Iraqê de encam negirt û destvala vegeriya. Di serdena Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de jî soza hevkariya şerê li dijî PKK’ê girt. Têkildarî mijarê Parlamentera hikûmeta Iraqê ya berê, parêzer û siyasetmedar Rezan Shek Dler diyar kir ku Hakan Fidan bi şêweyek gişti ji bo têkiliya van herdu hukumetan bi hevre hin baştir bibe çû serdana Iraqê û wiha got: “Bi taybeti hukumeta Iraqê li ser bûyerên ku ji aliyê Tirkiyayê ve li ser sînorên navçeyên herêma Kurdistanê, dibin sedema qetilkirina hemwelatiyan ev buyer hemu bi neyini bandurek mezin li ser hukumeta niha ya Îraqê hiştibû. Di serî de hevdîtina Fîdan û hikûmeta Iraqê li ser vê mijarê bû. Lê Hakan Fîdan behsa mijarek din kiribû. Ew jî mijara Haşdî Şabî bû ku Hakan Fîdan anîbû ziman. Hakan Fîdan diyar kiribû ku ev hêze beşeke girêdayî artêşa Îraqê ye û alîkariya PKK’ê