Di salvegera 100’emîn de Lozan û kurd

Tevgera Rizgariyê ya Anatolyayê, ne tenê ji bo tirkan lê ji bo kurdan jî rûpeleke zêrîn a dîroka wan e.

•
2 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan
Di salvegera 100’emîn de Lozan û kurd

Tevgera Rizgariyê ya Anatolyayê, ne tenê ji bo tirkan lê ji bo kurdan jî rûpeleke zêrîn a dîroka wan e. Piştî avakirina komarê, rêveberên tirk û desthilat, mafên mirovî û neteweyî yên li tevgera kurdan wehd kirî nas nekirin.

Meha tîrmeha 2023’yan rastî salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hatî destnîşankirin hat. Bi boneya vê yekê, em bi careke din fersenda lê hûrbûna wateya, Peymana Lozanê ya heya îro bi têgihîştina dîroka fermî wekî metneke pîroz hatiye pêşkêşkirin, bo kurdan dibînin. Wekî tê zanîn, demekê aliyên îslamî li ser Peymana Lozanê hûr dibûn û ji ber ku di xwe de gelek dewletên misilman ên berê de girêdayî Osmaniyê nedihewand, ne wekî “serkeftin”ê lê wekî “têkçûn”ê dihat wesfandin. Yanê wan, xilasiya dewletên misilman ên ji mêtingeriya Osmaniyan, di hevdîtinên Lozanê de wekî “windakirin”ekê dinirxandin. Tirkiyeyê jî ev peyman wekî metneke pîroz pêşkêş dikir û yên ev peyman didan ber pirsan û rexne dikirin jî bi “Sewrvanî”yê sûcdar dikir. Ev karher tim bi vî awayî ne jixwe; desthilata fermî di rasteya berjewendiyên xwe de tabûyan ava dike û hewl dide wê tabûyê li herkesî bide pejirandin. Gava kes vê nepejirînin jî wan bi “Sewrvanî”yê diwesfîne û dixwaze wan bixe rêza “xayîn”an. Tehemmûla bi bingehkirina hizrê ya di vê mijarê de jî nayê kirin. Lê belê, tê zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan wekî hinek difikirin ne tenê pirsgirêka îro ye; pirsgirêkeke koka wê digihêje sed salan, bi gotineke din bi Peymana Lozanê ya di 1923’yan de hatî destnîşankirin re hevtemen e. Divê ev di polîtîkayên “red – înkar û tunekirin”ê yên rêveberiya tirk a bi Peymana Lozanê re “bivirê wê ji kokê derketî” de, di Takrir-i Sukûn yanê “Zagona Bêdengkirinê” ya di 1925’an de piştî Makezagona 1924’an de derxistî, weşandî de û di “Plana Isleheta Şerqê” bi gotineke din “Makezagona Kurdan a KT’yê” ya di heman salê de bi awayeke xef amadekirî û sepandî û cara ewil me derxistî ho