Di encama şerê çeteyan de 41 jin jiyana xwe ji dest dan
Li welatê Amerîkaya Navîn Hondûrasê, di girtîgeheke jinan de şer derket.

Li welatê Amerîkaya Navîn Hondûrasê, di girtîgeheke jinan de şer derket. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, şer li girtîgeheke jinan a bajaroka Tamara ya girêdayî paytexta welat Tegucigalpayê derketiye. Di şer de 25 jin bi şewitandinê û 16 jin jî bi çekan hatine kuştin.
Tê gotin ku şerê li girtîgehê di navbera çeteyên Mara Salvatrucha û Barrio 18’ê de derketiye û gelek hêzên ewlekariyê sewqî girtîgehê hatine kirin. Li girtîgehê Rewşa Awarte hatiye îlankirin.


