Di asta cîhanê de şoreşa jinan pêş dikeve
Di 9’ê çileya 2013’an li Parîsê Damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin.
Di 9’ê çileya 2013’an li Parîsê Damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiyayê 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Di 12’ê cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Niha bi sedan jinên kurd ên siyasetmedar girtî ne. Îro li gelek welatên Ewropa û Kurdistanê bi hezaran jin li qadan 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr tînin û soza mezinkirina têkoşînê didin. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), bi hezaran kes li Gare Dû Nord a Parîsê kom bûn û 3 jinên kurd bibîr anîn. Têkildarî êrîşên li dijî jinên kurd Endama Akademiya Jineolojî Zozan Sîma pirsên Xwebûnê bersivandin. Sîma, anî ziman ku her ku êrîşên li dijî jinên kurd pêş ketiye, jinên kurt bêtir xwe bi rêxistin kiriye û


