Dewleta tirk nayê terbiyekirin

Sed û yek salên zilm û zordariya dewletê û sih û du salên bêdadweriya kujêrên bi destê dewleta tirk bi dawî bûn.

•
2 deqe xwendin
•Hesen Huseyîn Denîz
Dewleta tirk nayê terbiyekirin

Sed û yek salên zilm û zordariya dewletê û sih û du salên bêdadweriya kujêrên bi destê dewleta tirk bi dawî bûn. Lê kurd hîn bindest, bê nasname, bê ziman, li qadan û li ber devê saziyên tirk li dadmendiyê, li stendina mafên bingehîn û bidestxistina nasnameya xwe û bikaranîna zimanê xwe digerin.

Di van sed û yek salan de dewleta tirk, dev jê berde ber bi avêtina gavên mirovî biçe, zilm û zordariya xwe zêdetir kiriye û bi ser de dagirkeriya xwe dirêjî ser parçeyên din ên Kurdistanê dike. Xwe bi vê jî bi sînor nahêle, tirs û xovê li ser gel û dewletên cînar jî çêdike. Ji bo wê bi vê dewleta her ku diçe li serê gelan dibe cinawireke têr nabe re, jiyan, dostanî, demokrasî çênabe. Tenê riyek li ber dimîne, bidawîanîna li jiyana vî cinawirê wek Hîtler, wek Mûsolînî, wek Pinochet, wek Sadam.

Belê 32 sal diser kuştina rojnameger, nivîskar û mamoste Huseyîn Denîz re derbas bûn. Roja 9’ê tebaxa 1992’an, di bin çavdêriya polîsên tirk de, li navenda sûka Serêkaniya Rihayê endamên Hizbûlkontra ya ku niha bi destê APK û dewleta Tirk bi navê Hudaparê di meclîsa tirk de bi cî bûne, ji xafilî gulê lê hatin reşandin. Huseyîn bi giranî birîndar bû. Dost û malbata wî ew rakirin nexweşxaneya Rihayê. Neyaran ji paş de gule berdabûn serê Huseyîn û piştî demekê gurçikên wî pêwîstî bi mekîneya dîalîzê dîtin. Li nexweşxaneya Rihayê ew mekîne tine bû, diviya ew bi lez bişandana Amedê, Waliyê wê demê Tewfîq Ziyaeddin Akbûlût helîkoptera ambulans nade û dost û malbata wî ji mecbûrî Huseyîn bi ambûlansa siware dibin Amedê. Lê li ber deriyê nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dide. Kujêrê wî Mehmet Şah Bakir piştî du salan bi çeka Makarov hat girtin. Ev kes ji kuştina 12 welatparêzên din dihat tawanbarkirin. Ji ber ku Mehmet Şah Bakir endamê Hizbûlkontrayê û mirovê tarî yê dewleta tirk bû. Biryara Dadgeha