Hesen Huseyîn Denîz

Hesen Huseyîn Denîz

Nivîskar
Divê kurd bikaribin bi kurdî bijîn
Nivîskar

Divê kurd bikaribin bi kurdî bijîn

Ev yek ne dadî e; bêmafî û zilm e. Ger aliyê kurd çekên xwe berdide û xwe fesix dike, divê aliyê tirk jî çekên xwe berde û xwe fesix bike. Aştî, biratî, hevkarî, rêzdariya li hember hev û wekhevî vê yekê pêwîst dike.

30 Îlon 2026
Divê civak li xwe xwedî derkeve
Nivîskar

Divê civak li xwe xwedî derkeve

Ji diyaspora Ewropayê bigire, heta bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyê, ji Başûr bigire heta rojhilatê Kurdistanê wê hemû kurd destê xwe bidin daxwaz û berxwedana xwendekarên rojavayî. Meşên girseyî, xwepêşandanên dewlemend, çalakiyên encamgir dikarin bi vê armancê li her aliyê cîhanê werin lidarxistin.

14 Îlon 2026
Fedakarî çima tim para kurdan be?
Nivîskar

Fedakarî çima tim para kurdan be?

Rastiyek heye ku di şerê çil salan domiya de ne dewleta tirk dikarî hêza kurdan a çekdar tune bike û ne jî hêza çekdar a kurdan dikarî dewleta dagirker ji Kurdistanê derxîne. Di vê rewşa patayê de niha hevdîtinên çareseriyê tên birêvebirin, lê li holê dîsa bêmafiyek li ser kurdan tê kirin.

26 Tebax 2026
Pênûsa Huseyîn Denîz hêvî û hesreta dilê gel e
Nivîskar

Pênûsa Huseyîn Denîz hêvî û hesreta dilê gel e

Wêrekiya pênûsa Huseyîn Denîzan, Mûsa Anteran rê li ber gihîştina îro vekir, ew bûn hişê civakê, wan ji civakê re hiş û bîr çêkir. Îroj zarokên kurd bi bîranîna wan, dîroka xwe hîn dibin, rêya berxwedana li hember koledariyê û serhildana li hember zordarî û faşîzmê hîn dibin.

8 Tebax 2026
Dîplomasiya Tirkiyeyê ya sedsala duyemîn
Nivîskar

Dîplomasiya Tirkiyeyê ya sedsala duyemîn

Bi koordînasyona dewleta tirk hêzên el Colanî terora xwe ya li ser Rojava her roj dijwartir dikin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirk hîn bi hezaran li Başûrê Kurdistanê ne, artêşa tirk çoltera Başûr tev dagir kiriye û niha dixwaze li Iraqê jî wek li Sûriyê bibe xwediyê gotinê.

7 Tîrmeh 2026
Bandora siyaseta penaberiyê ya li ser kurdan
Nivîskar

Bandora siyaseta penaberiyê ya li ser kurdan

Di van pênc salên dawî de piştgiriya partiyên li dijî penaberan xebatê dikin zêdetir bûye. Wek mînak li Almanyayê partiya ‘’Alternative für Deutschland’’ dengên xwe ji sedî 10.4 derxistiye ji sedî 20.8 yanî sedî sed zêde kiriye.

16 Hezîran 2026
Kurdî li ber xwe dide, lê kurd çi dikin?
Nivîskar

Kurdî li ber xwe dide, lê kurd çi dikin?

Kurdî zimanekî kevnare yê Mezopotamyayê ye, li gor hin zimannasan rehên kurdî heta Avestayê diçe. Berî Mîladê bi hezar salan mirovên li ser axa Mezopotamyayê jiyane bi zimanên kurdî axivîne û hestên xwe anîne zimên.

15 Gulan 2026
Asîmîlasyon an entegrasyon?
Nivîskar

Asîmîlasyon an entegrasyon?

Li hember vê daxwaza hikûmeta faşîst a Şara aliyê kurd li ber xwe dide û dibêje, ‘Em naxwazin asîmîle bibin, em dixwazin entegre bibin’. Bi awayekî din, kurd dibêjin, ‘em parçeyek ji civaka Sûriyeyê ne, ne parçeyekî civaka ereb in’. 

28 Nîsan 2026
Fenekiya tirkan û rewşa kurdan
Nivîskar

Fenekiya tirkan û rewşa kurdan

Kurd bi şev û roj vê pirsê ji xwe dikin: Gelo vê carê jî em tên xapandin? Li her çar aliyê Kurdistanê hêzên desthilatdar gava hewceyî kurdan dibin sozên qelew didin, lê gava xwe digihînin firehiyê, tifa xwe dadiqurtînin û berovajî sozên xwe tevdigerin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelê kurd dixwaze hêvîdar be. Gel aştî û aramiyê dixwaze. Rêya aştî û aramiyê rawestandina çekan, destpêkirina hevdîtinên çareserkirina pirsgirêkan û avêtina gavên vê yekê bûn. Gavên werin avêtin dema ku bi du aliyan bin xwedîqîmet û hêza pêkanînê ne.

15 Nîsan 2026
Îran çiraveke bêserûber e
Nivîskar

Îran çiraveke bêserûber e

Di şerê navbera Îran û Amerîka, Îsraîlê de, hilweşandina rejîma Îranê ya bi rêya lêdanên hewayî wê di demeke kin de çareseriyeke ew dixwazin bi xwe re neyne û rewşa gelemperî dijwartir bike. Divê Amerîka û Îsraîl li rêyên destekdana mixalefeta Îranê bigerin û hewil bidin rejîmê bi serhildanên hundirîn têk bibin.

25 Adar 2026
DAIŞa hefsarkirî bi dilê serdestan e
Nivîskar

DAIŞa hefsarkirî bi dilê serdestan e

Di salên piştî 2011an de gava DAIŞ ji bo tundî û dijwariya xwe bide der û tirsekê li ser cîhanê çêke dest bi serjêkirinên curbicur kir, serê xencerê gihîşt welatên ewropî û Amerîka û bi vê sedemê ferq kirin, ku benê cinawirê afirandine ji destê wan derdikeve.

27 Çile 2026
Rabûna gelan wê rejîmên dagirker hilweşine
Nivîskar

Rabûna gelan wê rejîmên dagirker hilweşine

Pêdiviya kurdan îro ji her demê zêdetir bi hevkarî, yekîtî û xwedîderketina li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Îro Amed Mahabad e, Qamişlo ye, Hewlêr e. Îro Hewlêr Kirmanşan e, Efrîn e, Wan e. Îro Sinê Dêrsim e, Kobanî, ye Kerkûk e. Divê îro kurd tev yek dil, yek mêjî, yek hest û raman roj bîst û çar saet li qadan bin.

19 Çile 2026
Pêngav bi pêngav

Pêngav bi pêngav

Şanîdar şikefteke li başûrê Kurdistanê, li herêma Bradostê ye, ku salên 1950-60î hat kifşkirin û kolandin.

19 Mijdar 2025
Nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li pêvajoyê ye

Nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li pêvajoyê ye

Di şerê navbera aliyê tirk û aliyê kurd de, her dem fedekarî, dilnizmî, gavavêtin û aştîxwazî para kurdan dikeve. Lê aliyê tirk berûvajî vê, her dem dixwaze şer gur bike.

5 Mijdar 2025
Trump: Erdogan bi Hamasê re têkilî danî

Trump: Erdogan bi Hamasê re têkilî danî

Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest pêk hat. Ev bi biryara Amerîka û Trump pêk hat.

16 Cotmeh 2025
Dê kujerên Musa Anter darizînin?

Dê kujerên Musa Anter darizînin?

Ez li Akademiya Mahsûm Korkmaz bûm. Li Bekaayê bûn. Em komek heval li ciyê wek dersxaneyeke Platonî ji pêlikên di ser hev re hatibû çêkirin de di dersê de bûn.

24 Îlon 2025

Tirk û aştî

Tirk wek zarokên Osmanî ji Asyaya Navîn hatin û destpêkê li serê kurdan û piştre li serê Asya, Afrîqa û Ewropayê bûn belayeke dijwar.

8 Îlon 2025
Bi hişmendiya AKPê çareserî nabe

Bi hişmendiya AKPê çareserî nabe

Ger tehamula we li hember zimanê kurdî tine be, çima hûn komîsyona qaşo xwişk-biratiyê bi kurdan re saz dikin û li sazî û rêxistinên civaka sivîl guhdarî dikin? Ger tu dixwazî bi kurdan re biratiyê...

24 Tebax 2025
Pêdiviya dadweriyê

Pêdiviya dadweriyê

Piştî xwefesixkirina PKKê, li meclîsa tirk komisyoneke bi navê “Komisyona Hevkariya Netewî, Xwîşkûbiratî û Demokrasiyê“ ji 51 parlamentaran hat damezirandin.

12 Tebax 2025
Sewr, Lozan, Xîlafet

Sewr, Lozan, Xîlafet

10.08.1920 Peymana Sewrê, 24.07.1923 Peymana Lozanê û 12.07.2025 Peymana serokê Tirk Erdogan di dîroka kurdan a 105 salên dawî de xwediyê girîngiyekê ne.

29 Tîrmeh 2025
Divê kurd şiyandar bin

Divê kurd şiyandar bin

Şiyandar, şiyandarî peyva beramberiya karînê ye û di wateya îqtîdarbûnê de tê bikaranîn. Îqtîdarbûn di roja me de erka birêvebirina civakê ye.

21 Tîrmeh 2025
‘Aştiya herî xerab ji şerê herî baş çêtir e’

‘Aştiya herî xerab ji şerê herî baş çêtir e’

Ev gotin 2070 sal berê li Roma ya kevin ji aliyê fîlozof Marcus Tullius Cicero (BZ 106-BZ 43) ve hatiye gotin.

14 Tîrmeh 2025
Tevlikirina gel girîng e

Tevlikirina gel girîng e

Li ser bingehê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn şer û pevçûneke îdeolojîk, siyasî, civakî û netewî heye.

2 Tîrmeh 2025
Xwendegehên kurdî li Swîsreyê

Xwendegehên kurdî li Swîsreyê

Di rojên pêş de li kantonên din ên wek Basel, Luzern, Bern û Aargau jî wê bi tevayî 100 zarok bawernameyên xwe bistînin.

18 Hezîran 2025