Dîplomasiya Tirkiyeyê ya sedsala duyemîn
Bi koordînasyona dewleta tirk hêzên el Colanî terora xwe ya li ser Rojava her roj dijwartir dikin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirk hîn bi hezaran li Başûrê Kurdistanê ne, artêşa tirk çoltera Başûr tev dagir kiriye û niha dixwaze li Iraqê jî wek li Sûriyê bibe xwediyê gotinê.

Piştî gelek bûyerên li Rojhilata Navîn, niha derî li ber hikûmeta AKPê û dewleta tirk vebûye ku bi seferberiyeke dîplomatîk rewşa xwe ya li Rojhilata Navîn û taybetî bi dewlet û hêzên cîranê xwe re ji nû ve saz bike. Birahîm Kalin ê wezîrê saloxdariya tirk di rojên borî de çû Iraqê, bi rayedarên hikûmeta Iraqê re û ji Herêma Kurdistanê bi aliyê Barzanî û aliyê Talabanî re hevdîtin kir û çû sardana tirkmenên li Kerkukê jî. Bêguman Kalin bi xwe re heyetek ji wezareta bazirganî, sotemenî, siyasî û karsazan jî biribû. Herçendî Îbrahîm Kalin berpirsyarê MITê be jî, ew jî wek Hakan Fîdan pêşengiya karê dîplomatîk ê li dijî kurdan û PKKê dike.
Di dema bihêzbûna hêzên kurd ên li rojavayê Kurdistanê de û piştre di dema êrîşên dewleta Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê de dewleta tirk di rewşeke xweparastinê de bû, armanca wê ya sereke pêşîgirtina li destkevtiyên kurdên rojavayê Kurdistanê bû. Di rewşa siyasî ya herêmê de derfeta xweserbûn an federebûna rojavayê Kurdistanê hebû û vê yekê tirk xistibûn nav tirseke mezin. Bi vê sedemê aliyê tirk gelek tavîz dan Amerîkayê. Dawî Trumpê serokê Amerîkayê helwesta xwe ya li Sûriyeyê zelal kir û terorîstekî bi milyon dolaran lê digeriya anî û kir serokê Sûriyeyê. Kurd spartin însafa bermayiyê DAIŞê. Ewqas alîkariya kurdan a ji Koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞê berhewa çû, ewqas canên ciwan ên kurdan di vê oxirê de dan, li ber çavê rayedarên amerîkî bi qasî teroristekî DAIŞî cih negirt, bi biryara Trump û rayedarên amerîkî bi sedan endamên HSDê di rojekê de hatin qirkirin, destkevtiyên kurdan ji wan hatin stendin. Bêguman ev dek û dolaba li serê kurdên Rojava hat gerandin, encama biryareke siyasî bû: Bi vê biryarê Trump û rayedarên amerîkî bi peymana Lozanê ji bo sedsaleke din bidome îmze kirin. Înkar û bêhêzkirina kurdan ji ber vê yekê pêk hat. Niha çeteyên Colanî digirin ser gundan, destdirêjiya bêrûmetkirina dayik û bavên kurdan dikin û ciwanên kurdan bi darê zorê desteser dikin û dibin. Kurd ji derfeta xweserî, federatîv hatin rewşeke, ku di bin însafa çeteyên Colanî yê DAIŞî de bimînin. Rayedarên amerîkî gava peymana Lozanê ji bo sedsala duyemîn îmze kirin û Colanî kirin serokê Sûriyeyê, birêvebirina wî jî dan destê Tom Baraqê balyozê Tirkiyeyê û bi vê yekê rê li ber Tirkiyeyê vebû, ku bi awayekî aşkere di rêvebirina Colanî de cî bigire. Îro li Sûriyeyê siyaset û pêkanînên li dijî kurdan tên rêvebirin, di bin koordînasyona Hakan Fîdan-Tom Barak-Îbrahîm Kalin de tên xêzkirin. Piştre rayedarên amerîkî bi erkdarkirina koordîneya Iraqê ya ji aliyê Tom Barak ve rêya Iraqê jî li ber tirkan vekirin. Bi awayekî din rayedarên amerîkî rêvebirina Sûriye û Iraqê bi riya Tom Barak dan dest dewleta tirk.
Niha bi seferberiya dîplomatîk a Îbrahîm Kalin û di meha sibata çûyî de bi ya Hakan Fîdan, dewleta tirk dixwaze ku rola rayedarên amerîkî didin ser mile wê, bilîze. Tê zanîn, ku di rojên 7-8ê tîrmehê de li Tirkiyeyê wê Civîna ewlekariya NATOyê were lidarxistin. Bêguman ev civîn ne tesadufî, lê bi zanistî û armanceke siyasî li Tirkiyeyê tê lidarxistin. Herî dawî di sala 2004an de li Stenbolê endamên NATOyê civiyabûn û hîn dor nehatiye Tirkiyeyê, lê NATO bi armanc îsal civîna xwe li Tirkiyeyê li dar dixe û dixaze rola wê ya di herêmê de xurtir bike.
Ger bûyerên li Rojhilata Navîn li gor dilê dewleta tirk bi rê ve neçûna – wek mînak rayedarên amerîkî biryara xwe li aliyê Colanî û dewleta tirk nedana û desteka xwe ya ji kurdan re bidomandana û li Rojava rewşeke xweser an federe wek a Herêma Başûr derketa holê, dibe ku civîna NATOyê li Tirkiyeyê nehatiba lidarxistin û sardana dîplomatîk a Îbrahîm Kalin jî pêk nehata. Lê bi israr serkêşên HSDê doza parastina yekeriya dewleta Sûriyeyê kirin û rayedarên amerîkî jî li gor vê tev geriyan. Li gor hişmendiya emperyalîst kapîtalîst yekeriya Sûriyeyê bi nijadperestiya Sûriyeyê dikarîbû pêk bihata. Riyeke demokrasî, wekhevî û biratiyê derdixe pêş, ne li gor hişmendiya sermayedariyê bû û bi vê sedemê di plan û projeyên dîzaynkirina Rojhilata Navîn a serdema nû de kurd jê hatin derxistin û destê tirkan hat xurtkirin. Bi ser vê de niyetbaşiya PKKê ya berdana çekan, xwefesihkirin û vekişandina hêzên xwe yên ji bakurê Kurdistanê ber bi Qendîlê ve aveke hênik li dilê dewleta tirk kir û dest bi welweleya “Tirkiyeke bê teror kir” û navê pêvajoyê jî wisa bi nav kir. Herçendî aliyê kurd got, “Pêvajoya çareseriya demokratîk” lê aliyê tirk ev yek wek “Pêvajoya bidawîkirina terorê” bi nav kir. Ji bo vê jî ev pêvajo heta niha bi yek alî bi rê ve diçe, lê bi pêş de naçe. Ji seferberiya dîplomatîk a Îbrahîm Kalin û xalên tên gengeşekirin û daxwazên aliyê tirk ên tên ser zimên jî baş fêhm dibe, ku dewleta tirk hîn jî pirsa kurd wek pirseke terorê bi nav dike û ji dewletên cîran pêşîgirtina li vê terorê daxwaz dike. Di serî de dewletên cînar, hêzên herêmî tev dizanin, ku pirsa kurd ne pirseke terorê ye, berûvajî pirseke înkar û îmhakirina kurdan e. Ji bo vê bi temkîn nêzî gavên dîplomatîk ên dewleta tirk dibin û yekser xwe bi dest dewleta tirk ve bernadin û ji dewleta tirk çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk dixwazin.
Lê dewleta tirk dixwaze pirsa heyî, bi riyên leşkerî, siyasî û dîplomatîk bixe bin kontrola xwe û bitemirîne. Ger dewleta tirk di rastiyê de bixwesta mafên kurdan ên bingehîn bipejirîne (Tayip Erdogan di hemû daxuyaniyên xwe de digot, ger çek werin berdan pirsgirêka etnîkî namîne) û bi kurdan re weke xwişk-bira bijiya, çekberdana gerîlayên PKKê ji bo wan şansekî bêhempa bû. Lê li şûna vî şansî bi kar bînin, di nav hewildana, “em çawa hêza kurdan tine bikin” de ne. Ji bo vê jî pêvajo dimeşe lê bi pêş de naçe: girtiyên siyasî hîn nehatine berdan, serok û rêberên kurdan hîn di zindanan de ne. Bi koordînasyona dewleta tirk hêzên el Colanî terora xwe ya li ser Rojava her roj dijwartir dikin. Hêzên leşkerî yên dewleta tirk hîn bi hezaran li başûrê Kurdistanê ne, artêşa tirk çoltera Başûr tev dagir kiriye û niha dixwaze li Iraqê jî wek li Sûriyeyê bibe xwediyê gotinê.
Divê aliyê kurd, pêşengên kurdan û gelê kurd vê rastiyê bibînin: dewleta tirk, bê ku lihevhatineke bi rûmet di navbera xwe û kurdan de bike, dixwaze kurdan bêhêz û bêrûmet bike. Bê ku yek mirovî ji zindanan berde, bê ku riya siyasetê li pêş gerîlayên azadiyê veke, bê ku pêşengên kurdan muxatap bigire, dixwaze bi hêza xwe ya çekdarî, dîplomatîk û siyasî di sedsala duyemîn a peymana Lozanê de xwe bihêztir, jîrtir û mayînde bike. Divê kurd rê li ber dewleta tirk venekin, ku sedsaleke din bi şertûmercên peymana Lozanê werin birêvebirin. Tenê lihevhatineke birûmet wê karibe agirê dilê kurdan hênik bike, wekî din wê herdem ev agir amadeyî geşbûn û gurbûnê be.


