Divê civak li xwe xwedî derkeve

Ji diyaspora Ewropayê bigire, heta bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyê, ji Başûr bigire heta rojhilatê Kurdistanê wê hemû kurd destê xwe bidin daxwaz û berxwedana xwendekarên rojavayî. Meşên girseyî, xwepêşandanên dewlemend, çalakiyên encamgir dikarin bi vê armancê li her aliyê cîhanê werin lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
Divê civak li xwe xwedî derkeve

Civaka kurd di rojên dîrokî, lê gelekî nezelal û nediyar re derbas dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê, ji çiyan bigir heta zindanan herkes vê pirsê ji xwe dike: “Çi dibe, çi diqewime, ber bi ku ve diçe, gelo dijmin dîsa li pey dek û dolaban e?“ Li Rojava xwendekar daxwaza fermîkirina hîndekariya bi zimanê dayikê dikin. Ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye: 

Li gor Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî (Barselona, 1996, Madeya 29/1), her mirov mafdar e ku perwerdehiyê bi zimanê xwe werbigire. Ev maf gerdûnî ye.

Ji vê jî diyar e, ku xwendekarên li rojavayê Kurdistanê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe mafdar in û divê ev maf were dayîn. Xwendekar heta vî mafî bi dest nexin, wê ranewestin ev jî erkek mirovî û civakî ye. Gava mirov li mafên xwe, civak li xwe xwedî derkeve, ti hêz nikare li ser desthilatî, bêmafî û mafxwariyê bike. Ji bo wê divê civaka kurd piştgiriya xwendekarên rojavayî bike. Şoreşa Rojava her çendî ji ber sedemên hundirîn û derveyî di qonaxeke teng re derbas bibe jî, ev nayê wateya, ku civaka kurd bi tevayî dev ji xwe û daxwazkirina mafên xwe berde. Têkoşîn her berdewam e. Her dem hêzên dijber wê bixwazin armancên xwe yên desthilatî, mafxwarî, asîmilasyon û tinekirinê bispêrin civaka kurd, lê kurd wê vê yekê nepejirînin û ji bo jiyaneke azad û rûmetir li ber xwe bidin. Her şehîdekî li rojavayê Kurdistanê xwîna xwe daye rijandin, bi armanca azadbûna welêt û jiyan û perwerdeya bi kurdî ev berdîl daye. Ji bo kesên îro dijîn erka xwedîderketina li vê armancê û gihandina wê ya serkevtinê heye. Ji bo vê berxwedan û rabûna xwendekar û zarokên kurd ên li Rojava watedar, bi nirx û girîng e. Heta bi serkeve, wê rawestin tune be û li her çar aliyê Kurdistanê destekek bê hempa jê re were nîşandan. Ji diyaspora Ewropayê bigire, heta bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyê, ji Başûr bigire heta rojhilatê Kurdistanê wê hemû kurd destê xwe bidin daxwaz û berxwedana xwendekarên rojavayî. Meşên girseyî, xwepêşandanên dewlemend, çalakiyên encamgir dikarin bi vê armancê li her aliyê cîhanê werin lidarxistin. Çawa gelê me di dorpêça Kobanê de Rojava tenê nehêla, wê niha jî xwendekarên rojavayî tenê nehêle. Dibe ku giraniya pêvajoyê xilmaşî dabe ser rûçikê civakê, lê civak wê hay ji xwe hebe û derbasî xewê nebe, şiyar û zindî be. Devjêberdana şerê çekdarî tê wateya gurkirina şerê bê çek, ne xilmaşî û razan.

Guhertinên ji îro û pê de werin kirin û pêşdebirin, tenê bi destê civakê, bi vîna civakê, ku li mafên xwe, têkoşîna xwe, nirxên xwe û li xwe xwedî derkeve, dikare pêkan be. Dagirkerên Kurdistanê ne tenê axa welatê me dagir kirine, wan jiyana mirovên me ji wan dizîne. Îro li bakurê Kurdistanê bi sedan ciwan û zarok ji ber polîtîkaya bizanebûn a JITEM, MIT û saziyên din ên dewleta tirk kêşî madeyên hişbir û fihûşê hatine kirin û ev rêje her roj zêdetir dibe. Ji vê yekê armanca dijmin, xerakirina avahiya civaka kurd, herifandina pîvanên exlaqî û jiyanî yên civaka kurd e. Dagirkerî û saziyên wê vê êrişê bizanebûn, bi bername li ser ciwan û zarokên kurd dimeşîne û bi vî awayî dixwaze nifşekî bêwate biafirîne, ku ji çanda xwe, zimanê xwe, kevneşopiyên xwe, nirxên xwe dûr, roj bîst û çar saet gêj, wek miriyên li ser lingan bijîn. Ev ji bo civaka kurd xetareyeke jiyanî ye û tenê civaka kurd dikare vê yekê bi xwedîderketina li xwe, bişkîne. Divê civaka kurd, kes bi kes, mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, bajar bi bajar xwe ji nû ve birêxistin bike, saz bike û li xwe xwedî derkeve, li zarokên xwe xwedî derkeve, li ciwanên xwe xwedî derkeve. Çima keçeke ciwan bibe qurbaniya serleşkerên tirk û çima ew civak lê xwedî dernekeve, tedbîrên wê nestîne? Çima li kolanên bajarên Kurdistanê madeyên hişbir li ser zarokên kurd werin belavkirin û civaka kurd li hemberî nesekine û tedbîran nestîne? Civaka kurd nikare ewqasî bê hest û bê bertek li van bûyeran temaşe bike. Li ciyê ku sazî, partî, rêxistin nikarin midaxaleyî xerabiyan bikin, erk dikeve ser milê civakê. Gava her malbatek li zarokên xwe xwedî derkeve, giştiya tax, gund û bajêr wê ji qirêjiya dagirkeriyê were paqijkirin. Ev têkoşîn nikare were rawestandin. Kurd miletekî xwedîexlaq, xwedîçand, xwedîkevneşopî, xwedîrûmet û xwedîwijdan in, ji bo wê ti carê neyar nikaribe, bi rêya fihûş û madeyên hişbir bi avahiya civaka kurdan bilîze, bixwaze xwîna wê xera bike, jiyana wê têk bibe û ji kurdîtiya wê dûr bixe. 

Li hember van kiryarên qirêj, civaka kurd dikare bi şiyarbûna xwe, bi xwedîderketina li mafên xwe û li hebûna xwe pêşî li vê bigire. Seranseriya çil salan me zêdeyî çil hezarî şehîd dan, ji bo civakeke azad, zana û xwedîbîrûbawerî were sazkirin. Îro li Kurdistanê kesekî ku ne di vê zanist û hişmendiyê de be tine ye. Herkes bi saya têkoşîna azadiyê û keda şehîdên azadiyê gihiştiye asta zanist, ronîbûn û hişmendiyê. Tişta tê xwestin êdî bikaranîna vê tecrûbeyê ye. Civak divê li ser hîmê nû, kes bi kes, kom bi kom xwe ji nû ve ava bike, saz bike û li xwe xwedî derkeve. Gava kurd li xwe xwedî derkevin ti hêz nikare mafên wan bixwe, yan ji dest bigire. Civakeke li xwe xwedî dernekeve jî wek malê mîrate yê li holê ye, kî were wê qetekê jê bike û bibe. Ji bo wê em tev yek bi yek li xwe xwedî derkevin û xwe nekin pariyê devê gur û çeqelan.