Pênûsa Huseyîn Denîz hêvî û hesreta dilê gel e
Wêrekiya pênûsa Huseyîn Denîzan, Mûsa Anteran rê li ber gihîştina îro vekir, ew bûn hişê civakê, wan ji civakê re hiş û bîr çêkir. Îroj zarokên kurd bi bîranîna wan, dîroka xwe hîn dibin, rêya berxwedana li hember koledariyê û serhildana li hember zordarî û faşîzmê hîn dibin.

Di rewşên aloz û demên dijwar de gel pêwîstiyê bi kesên êş û kul û kederên wî bîne ser ziman dibîne. Di salên 1980yî de li Kurdistanê derbeya leşkerî ya 12ê îlonê hat kirin. Derbeya leşkerî ewqasî faşîst û tund bû ku di nav du-sê salan de bêdengiyeke mirinê xwe girt ser giştiya Kurdistanê. Gelek rêber û pêşengên gelê kurd ên wek Mazlûm, Xeyrî, Ferhad xistin zindanê, gelek kes wek Abdulah Ocalan mecbûr man derkevin derveyî welêt li rêyên domandina têkoşînê bigerin û gelek jî li her aliyê welêt bi îşkenceyên dijwar hatin nebedîlkirin.
Ev faşîzma leşkerî ya xweliya mirinê bi ser Kurdistanê de rijand, sal bi sal bi berxwedana gelê kurd a li zindanan û di sala 1984an de bi pêngava 15ê Tebaxê hat hejandin, lê zordarî û tundiya dewletê ewqasî dijwar bû, ku hemû rêyên agahdarkirin û ronîkirina civakê hatibûn girtin. Çapemeniya alîgir bi tevayî aliyê kurd wek ‘’terorîst’’ bi nav dikir û nûçeyên yekalî yên bihêzbûna dewleta faşîst û têkçûna hêzên eniya azadî û demokrasiyê rojane belav dikirin.
Di rewşeke wisa de têkoşîna kesên wek Hafiz Akdemîr, Huseyîn Denîz, Mûsa Anter bû nîşaneyên çapemeniya azad. Bi destpêkirina salên 1990î re û bi tecrûbeya Ozgur Gundemê re vê têkoşînê xwe li ber pêla faşîzmê û bêdengkirina gel kir bendeke ronîkirin û şiyarkirinê. Bi destpêkirina salên 1990î re ji aliyekî ve têkoşîna çekdarî ya gelê kurd derbasî qonaxa gelêrî bû û li gelemperiya Kurdistanê serhildanên gel bi pêş ketin, lê pêk re êrîşên dewleta faşîst jî xurttir bûn û dest bi kuştina pêşengên civakê, hişê civakê û rewşenbîriya civakê kirin. Di rewşeke wisa de rojnamegerî û nûçegihanî bû karekî bi buhayê mirin û mayînê. Lê di serî de Huseyîn Denîz, Mûsa Anter û hevalên wan pênûsa xwe wek çeka herî xurt a li hember tarîkirin, veşartin, tepisandin û çewtkirina dewletê bi kar anîn û bi vê kiryarê yekser bûn armanca dewleta faşîst. Di 18ê sibata 1992an de Halît Gungen li Amedê, di 25ê sibata 1992an de Cengîz Altûn li Batmanê, di 23ê adara 1992an de Izzet Kezer li Cizîrê, di 8ê hezîrana 1992an de Hafiz Akdemîr li Amedê, di 20ê hezîrana 1992an de Mecît Akgun li Nisêbînê, di 29ê tîrmeha 1992an de Çetîn Ababay li Batmanê, di 31ê tîrmeha 1992yan de Yehya Orhan li Kercewsê bi destê hêzên tarî yên dewletê hatin kuştin.
Bi van kuştinan armanca dewletê çêkirina tirsekê li ser çapemeniya azad û bêdengkirina pênûsa wan bû. Lê roja 9ê tebaxê Huseyîn Denîz li mala xwe nivîsa xwe ya wê hefteyê di Ozgur Gundemê de bihata weşandin nivîsî û ji bo şandina nivîsê derket derve ber bi sûkê ve çû. Berî wê bi rojekê bi rêya telefonê ji min re ragihandibû ku ji aliyê polîsan ve tê şopandin. Lê ne şopandina polîsan ne kuştina birêzê ya rojnamegeran Huseyîn ji bikaranîna pênûsa xwe bi paş de neda û berevajî di nivîsa xwe ya dawîn de bal dikişand ser bûyerên tarî yên dewleta kirêt.
Huseyîn bêyî ku haya wî ji xayîn û xwînxwaran hebe bi rê ve diçû, lê di bin çavdêriya polîsên tirk de, endamên Hîzbilkontra ku îro dûvikên wan wek Hudaparê di meclisa tirk de hatine bicihkirin, ji paş de gule lê reşandin. Ew bi giranî birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneya Rihayê. Li wir pêwîstî bi mekîneya dîalîzê hebû, lê li bajarekî zêdeyî milyon kesî lê dijîn ev cîhaz tune bû. Waliyê demê yê Rihayê Ziyaedîn Akbûlût birina Huseyîn ji bo Amedê bi rêya helîkopterê nepejirand û ew bi ambûlansê roja 10ê tebaxê birin. Serhad Bûcak ê berpirsê Ozgur Gundemê wê demê, dibêje, "Em gihîştin ber deriyê nexweşxaneya Amedê û Huseyîn ji nav me çû.’’
Heman rojê cenazeyê Huseyîn anîn Serêkaniyê û tevî hemû astengiyên dewletê bi sedan kes beşdarî veşartinê bûn û vê yekê car din da îspatkirin ku pênûsa azad dikare zora dijmin têk bibe û wê û hêviyê di dilê gel de bicivîne.
Piştî kuştina Huseyîn Denîz bûyerên dewleta tirk ranewestiyan û di 20 îlona 1992an de Mûsa Anter li Amedê bi komployekê hat kuştin. Mûsa Anter li ser şehadeta Huseyîn Denîz di gotara xwe ya Ozgur Gundemê de gotibû: “Kurê min Huseyîn, ez ji bo te nabêjim «mir»… Ez xalê te me, heta ku ez sax bim, ez ê li şûna te jî binivîsim.’’
Her çiqas dewleta xwînxwar Mûsa Anterê apê kurdan ji me veqetand jî nekarî pênûsa azad bitemirîne. Bi demê re çapemeniya azad bi rojnameyên Yenî Ulke, Azadiya Welat û gelek rojname û kovarên din xwe gihand giştiya civakê û siberojê. Li ser bîranîna Huseyîn Denîz pirtûk hatin çapkirin û navê wî ji aliyê gelek pênûsan ve zindî hat hiştin. Îro bi dehan kanalên televîzyonê, bi dehan rojname û kovar û bi sedan malperên înternetê li ser şopa şehîdên çapemeniya azad bi pêş ve diherikin.
Di salên 1990î de, armanca dewleta faşîst a sereke bêhişkirin, bêmejîkirin û bêbîrhiştina civaka kurd bû. Bi gotina serokwezîra demê Tansû Çîler û wezîrê demê Mehmet Agar, “Hezar operasyonên bi armanc li hember ronakbîriya kurd hat lidarxistin“ da ku pêşî li ber şoreşa gelê kurd were girtin. Di van salan de dewleta faşîst ti sînorên exlaqî, mirovî, dadwerî nas nekirin û hemû mafên gelê kurd di serî de yên jiyanê bin pê kirin. Hêza tarî ya bi navê Hîzbûlahê damezirandin li serê gelê kurd kirin belayeke ku heta îro êşa daye civakê didome. Bi hezaran mirov li kolanan bi xayintî kuştin. Bi hezaran mirov ji malên wan ji nav zarokên wan girtin û birin di îşkencexaneyan de nebedîl kirin. Hîn gorên bi hezaran mirovên di wê serdemê de hatine revandin ne diyar in. Hin failên bûyerên di wê demê de hatine kirin ji aliyê dewletê ve nehatine aşkerekirin. Ka kî qatilê Huseyîn Denîz bû, ev 34 sal in dewlet vê yekê aşkere nake. Piştî kuştina wî çeka pê hatiye kuştin li ser endamekî Hîzbûkontra yê bi navê Mehmet Şah Bakir hat girtin. Gotin ku di bûyera kuştinê de Nihat Beşkat çavdêrî kiriye û Halîl Gov gule li Huseyîn Denîz reşandiye. Lê çek li ser Mehmet Şah Bakir hatiye girtin. Mixabin dewleta faşîst ev bûyer bi salan ronî nekir û ji ber vê kuştinê hesap nepirsî. Qatil û çavdêr niha li nav civakê di bin parastina dewletê de dijîn. Bi sedan kujer di bin parastina dewletê de rojnamegerên wek Hafiz, Xalit, Cengîz û Mûsa Anter kuştin.
Îro civaka kurd tevî hemû êş û birînên xwe li çareseriyeke aştiyane û birûmet digere. Bi çekberdana aliyê kurd pêvajoyeke aştiya di navbera aliyê kurd û dewleta tirk te tê hêvîkirin. Lê divê were zanîn, ku ne çekberdan, ne pêkhatina aştiyê, ne gavavêtina ber bi demokrasiyê ve dikare êşa dilê dayikan û birîna di hiş û bîra civakê de hatiye vekirin biborîne. Tenê dadwerî û aşkerekirina bûyeran dikare vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê. Bi hezaran Dayikên Şemiyê li qada Galatasarayê li hêviya adaletê ne, zarokên sêwî mane li hêviya gihîştina gor û hestiyên dê û bavê xwe ne û dipirsin: kê bavê me kuşt? Bi hezaran kesên bêsûc li zindanan tên ragirtin li hêviya adaletê ne, bi israr dipirsin: kê welat kir zindan û dojeh? Bi hezaran zarokên li kolanan feqîr û perîşan hatine hiştin û di nav destê hêzên tarî yên dewletê de bi madeyên hişbir her roj tên jehrîkirin, li hêviya adaletê ne û dipirsin: kê mafê jiyanê ji dest me wergirt? Bi hezaran gundên hatin valakirin û koçberkirin, bi dehhezaran kesên koçî tevayî cîhanê bûn li hêviya adaletê ne û dipirsin: kê mala me, gundê me wêran kir û em bê welat û bê nasname hiştin?
Wêrekiya pênûsa Huseyîn Denîzan, Mûsa Anteran rê li ber gihîştina îro vekir, ew bûn hişê civakê, wan ji civakê re hiş û bîr çêkir. Îroj zarokên kurd bi bîranîna wan, dîroka xwe hîn dibin, rêya berxwedana li hember koledariyê û serhildana li hember zordarî û faşîzmê hîn dibin. Wan canê xwe di oxira azadiya pênûsa xwe de da û gorî azadbûna civaka kurd û giştiya mirovahiyê kirin. Êdî Huseyîn Denîz, Mûsa Anter ne navê kesan lê navê sembola berxwedana li dijî bêdengkirina civakê û tarîkirina rastiyan e. Îroj her sal li Rihayê li ser bîranîna Huseyîn Denîz pêşbirka çîrokan tê lidarxistin. Civaka kurd şehîdên xwe di hişê xwe de zindî dihêle, ji ber miletekî raboriya xwe ji bîr bike, ew ê nikaribe siberoja xwe ewle bike. Bi vê zanînê her sal di 10ê tebaxê de gelê kurd li ser gora Huseyîn Denîz dicive û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî ya bûye sembola têkoşîna pênûsa azad re nûjen dike, di kesayeta bîranîna wî de, hêvî û hesreta di dilê xwe de diherikîne derve.


