Fedakarî çima tim para kurdan be?

Rastiyek heye ku di şerê çil salan domiya de ne dewleta tirk dikarî hêza kurdan a çekdar tune bike û ne jî hêza çekdar a kurdan dikarî dewleta dagirker ji Kurdistanê derxîne. Di vê rewşa patayê de niha hevdîtinên çareseriyê tên birêvebirin, lê li holê dîsa bêmafiyek li ser kurdan tê kirin.

•
1 deqe xwendin
Fedakarî çima tim para kurdan be?

Li dîrokê ji gelên qedîm tenê kurd ji nîmetên sedsalê bêpar mane. Gava em li cînarên kurdan dinêrin, tirk, ereb, fars, acem, ermen, rûs, azerî tev kêm zêde xwediyê derfetên fermî yên xwejiyandinê ne. Herî kêm li ser van gelan xetereya jiyanî tune ye, ew dikarin bi zimanê dayika xwe bixwînin û xwe rave bikin, dîsa ew dikarin li ser erdekî diyarkirî bi navê xwe bibin xwediyê sermaye yan dewlemendiyekê û gelek tiştên din ên dikaribin siberoja xwe plan bikin di dest wan de hene. Ji wan gelên li ser vê erdnîgariyê yên di nav xetereya jiyanî de tenê kurd in. Di fermiyeta cîhanê de kurd wek miletekî tune tê hesibandin û ji ber ku ev milet «tune» hatiye hesibandin, herkes dikare li ser bazarê bike, dikare, bigire, biavêje zindanê, dikare miameleya koletiyê lê bike, dikare bikuje, dikare sirgûn bike û dikare ji bo xwe di her xizmetê de bi kar bîne. Îroj li ser dinyê kurdekî bi nasnameya kurdî dijî tune ye. Di bêrîka her kurdekî de nasnameya yan tirk, an ereb, an fars, an miletekî din ê cîhanê heye, lê ya kurdî tune ye.

Li ber çavên giştiya cîhanê li ser kurdan bêmafiyek tê birêvebirin. Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigire, heta Rûsya, Çîn, hemû dewletên ewropî, hemû dewletên herêmî, sazî û rêxistinên navnetewî û yên mafê mirovan, wek Neteweyên Yekbûyî, Unesco, Dadgeha Mafê Mirovan û yên din tev dizanin ku li ser kurdan bêmafiyek, mafxwarin û zilmek tê birêvebirin û tev bi bêdengiya xwe şirîkê vê bêmafî û mafxwariyê ne, lê dîsa jî vê kiryara xwe didomînin. Rewşa kurdan ewqasî dijwar e.

Kurdan li hember vê bêmafiyê serî hilda, li Dêrsimê, li Koçgiriyê, li Agiriyê, li Zîlanê, li Barzan, li Mehabad û Kobanê serhildan û şerên dijwar û berxwedanên bêhempa nîşan dan. Di encamê de bi hezaran ciwanên kurd hatin kuştin, bi hezaran kurd xistin zindanan, bi dehhezaran kurd koçberî her aliyê cîhanê kirin, xwezaya Kurdistanê tarûmar kirin, sererd û binerda Kurdistanê talan kirin, bi sedan gundên kurdan ji binî ve rakirin, piraniya zarokên kurdan bi darê zorê asîmîle kirin û hîn jî çi bi serê kurdan de bînin ne diyar e, lê hîn jî ev cîhana qaşo xwediyê mafê mirovan û pîvanên demokrasiyê xwe ker, kor û lal dike û mafxwariya li ser kurdan didomîne. 

Kurd ne tenê mexdûrê dewletên cînar in, kurd di heman demê de mexdûrê sîstema dewletî ya cîhanê ne. Îro ger dewletên tirk, ereb û fars li ser kurdan polîtîka û pêkanînên înkar û îmhayê dimeşînin, vî mafî ji erka dewletbûnê distînin. Ew dibêjin, «Mafê dewletê heye ku xwe li hember êrişan biparêze». Ev yek di zagonên navnetewî de hatiye bicihkirin. Madeya 51ê ya Şertnameya Neteweyên Yekbûyî dibêje: “Ger êrişek çekdarî li hember endamekî Dewletên Yekbûyî çêbibe, mafê xweparastinê heye.’’ Bi vê zagonê dewlet dikare hemû serhildan û rabûnên ji bo mafxwestinê wek xetereyek li hember serweriya xwe pênase bike û li hember wan dest bi polîtîka û pêkanînên tunekirinê bike. Ya heta niha li hember berxwedana kurdan tê kirin ev e. Rabûna kurdan a ji bo mafên xwe yên bingehîn bixwazin, wek êrişeke terorîstî hat pênasekirin û hemû dewletên endamên Netewên Yekbûyî jî ev yek erê kirin û ne li aliyê hêza mazlûm, li aliyê hêza zalim cih girtin. Di nav zagonên Netewên Yekbûyî de (Made 1 Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî) dibêje: “Gel dikare bi azadî statuya xwe ya siyasî diyar bike û pêşveçûna xwe ya aborî, civakî û çandî bişopîne.’’ UN Charter, Art. 1(2) û Art. 55. International Covenant on Civil and Political Rights (ICCPR) di Article 1(1) de dibêje: “All peoples have the right of self-determination.” Yanî ‘’Hemû gel xweyî maf in ku çarenûsa xwe diyar bikin.’’ Lê mixabin gava gotin tê ser kurdan ji sedemên dîrokî, siyasî, bîrdozî, erdnîgarî û berjewendiyên yek yek dewletan bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re ev maf ji bo kurdan nayê nasîn û qedera kurdan ‘’bê statu“ dimîne. Îroj li ser rûyê cîhanê kurdek nikare bi navê kurdbûnê xwe li cihekî bide qeydkirin, daxwaza tiştekî fermî bike. Di sîstema hemû kompîterên dewletên cîhanê de lîsteya welatên serdest heye, lê lîsteya welatên bêdewlet tune ye. Gava kurdek li welatê lê dimîne biçe daîreyek dewletê, yan bankayekê, yan cihekî din ê tîcarî û bixwaze danûstandinekê bike, jê dibipirsin ‘’Welat/dewlet“ a te çi ye? Gava ew bi awayekî xwezayî bibêje ‘’Kurdistan’’, kesê firoşger an memûr li ser kompîterê li navê ‘’Kurdistan’’ê digere û bêguman nabîne û dibêje ‘’tine ye’’. Ji ber wê ‘’tunebûn’’ê mixabin ew kurd nikare wek kurdekî/ê bide û bistîne.

Tevî ku rewşa kurdan evqas dijwar û pêwîstî bi çareseriyê ye, tevî hemû înkar, îmha û zordestiya li ser kurdan tê meşandin, aliyê kurd dilnizm nêz dibe û destê aştiyê dirêjî dagirker û dijminên xwe dike. Kurd dixwazin êdî dawî li vê ‘’bêstatûbûn“a xwe bînin. Ji bo wê dawî li hêza xwe ya çekdarî tînin û ji dewletên dagirker guherandina sazûmana xwe û gavavêtina demokratîkbûnê dixwazin. Rastiyek heye ku di şerê çil salan domiya de ne dewleta tirk dikarî hêza kurdan a çekdar tune bike û ne jî hêza çekdar a kurdan dikarî dewleta dagirker ji Kurdistanê derxîne. Di vê rewşa patayê de niha hevdîtinên çareseriyê tên birêvebirin, lê li holê dîsa bêmafiyek li ser kurdan tê kirin. Aliyê dewleta dagirker tevî hemû bêmafî û zilm û zordariya xwe dixwaze aliyê kurd ê mazlûm bi terorîstî tawanbar bike û xwe mafdar nîşan bide. Lê ev yek ji rastiyê dûr e. Ger aliyê kurd wê şerê çekdarî betal bike û ji çiyê dakeve bajaran, divê dewleta tirk ronayîkirina van pirsgirêkan misoger bike: Gundên hatine valakirin, mirovên hatine sirgûnkirin, kurdên li kolanan hatine kuştin, mirovên ji mala wan hatine revandin û di îşkenceyan de hatine kuştin ên Dayikên Şemiyê pirsyara wan dikin, hemû kesên ji ber kurdbûna xwe li zindanan e, encamên polîtîkaya asîmîlasyonê û xisarên dane kurdan, sed sal in talana li Kurdistanê tê meşandin a li ser sererd û binerdê wê, diziya ji ziman, çand, wêje û hunera kurdî hatiye kirin û kirine malê xwe, bi hezaran kesên hatine koçberkirin, bi dehhezaran zarokên sêwî hatine hiştin û gelek rewş û pirsên din, divê ji aliyê rayedarên tirk ve werin ser ziman, bi rêya komîsyonan encamên van werin aşkerekirin û mexdûriyeta aliyê kurd were rakirin û tazmînkirin. Tim dibêjin ‘’hesasiyeta gelê tirk, hesasiyeta şehîdên tirk’’, lê ka hesasiyeta gelê kurd, ka çil hezar ciwanên kurd ên hatin kuştin, ka bi hezaran gundiyên hatin koçberkirin, ka zarokên li kolanan hatin kuştin, kî wê li ser hesasiyeta wan raweste?

Ger wê di navbera kurd û tirkan, kurd û ereb, kurd û farsan de lihevhatinek, aştiyek, lihevborînek çêbibe, divê ev bi rûmet be. Kurd wê ti çareseriyeke bêrûmet nepejirînin. Kurd di vê mijarê de ne aliyê sûcdar in, aliyê mexdûr in û ji ber vê yekê, divê dewletên dagirker û sûcdar gunehê terorîzma li ser gelê kurd bi salan e meşandine neavêjin ser milê kurdan û xwe ji dil bidin ber barê gunehên xwe.